27 sal berê Hewlêr bibû dengê Şirnexê lê niha...

Dema dewleta Tirk di sala 1992’yan de li bajarê Şirnexê yê Bakûrê Kurdistanê komkujî pêk anî, Başûrê Kurdistanê ku di ser raperîna wê ya dijî rejîma Sedam re salek derbas bibû, nerazîbûn nîşan dabû. Bajarê Hewlêrê bi yekem xwepêşandana hatiye lidarxistin re, dengê xwe bi dengê Şirnexê re kiribû yek. Di ser xwepêşandanê re 27 sal derbas bû, dewleta Tirk êrîşên xwe berfirehtir kirin û li Başûr jî komkujiyan pêk tîne, lê vê carê Hewlêr bêdeng e.


Roja 18’ê Tebaxa sala 1992’an artêşa Tirk bi behaneya ku gerîla derbasî nava bajarê Şirnex ê Bakurê Kurdistanê bûne, sê rojan bajar  dorpêç kir û bajêr da ber topan û komkujî pêkanî. Di encama topbaran û êrîşan de zêdetirî 150 welatiyên sivîl şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn. Her wiha beşek mezin ji bajêr wêran bû.

Komkujiyên dewleta Tirk ên li ser xelkê Şirnexê, xelkê Hewlêrê xist nava liv û tevgerê û komkujiya Şirnexê şibandin komkujiya Helebce. Ji bona wê çalakvanan bi alîkariya çend endamên Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) roja 26’ê Tebaxê li Hewlêrê xwepêşandanek ji bo piştgiriya xelkê Şirnexê  lidar xistin. Di xwepêşandanê de dirûşmeyên wekî, “Bakur, Başûr, Rojhelat, yek aramanc û yek xebat”, “Şirnex Helebce ye, Kurdistan yek parçe ye”, “Birûxe dagirkerî, bijî Kurdistan” hatin berzkirin. Her wiha di meşê de dirûşmên li dijî rejima Baas jî dihatin gotin ku wê demê hîna zilm û zora wê di bîra xelkê de mabû.

Wê demê bazara Hewlêrê ku jê re dibêjin Şêxela û devera Yaneya Fermanberan bibû cihê kombûnan. Xwepêşander li wan deran kom dibûn. Lê hêzek zêde ya asayîşê dor li xwepêşanderan girt. Çekên giran ên weke doçka li gel hêzên asayîşê hebûn û destwerdana xwepêşandanê kirin. Di êrîşêde 2  endamên PAK’ê hatin binçavkirin û êşkenceyek  mezin li wan hat kirin. Ev yek jî bû sedem ku li cem xwepêşanderan hêrsek mezin çêbe, alozî û pevçûn di navbera hêzên asayîş û hinek çalakgeran de çêbû. Lê welatî ketin navberê û pevçûn rawestandin.

Piştî binçavkirina her du kesan, xwepêşanderan biryar dan dakevin qadan. Lê rê nehat dayîn, yek ji beşdarvanên wê xwepêşandanê Kawa Nadir wiha behsa wê rojê kir; “Belê wê demê heya Kolana Tûtinfiroşan û  Kebabî Koysancaq çûn. Li wê derê astengî hebûn. Nizanim hevalek yê Partiya Azadî bû yan jî rojnamegerek Elmanî bû, bi cilên Kurdî derket ser wesayîtekê û wêneyê paldana hêzên asayîşê ya xwepêşanderan girt. Ev yek jî asayîş tirsand  û  bi paşde çûn. Şehîd Reuf bi tenê çû ser cadeyê û ji wê û şûnde astengî neman.”

Hewldana ji bo serbestberdana herdu çalakvanan

Li ser binçavkirina çalkavanan, vê carê girseya gel berê xwe da asayîşa Hewlêrê û xwestin ku herdu çalakgeran bidin berdan. Kawa Nadir wiha behsa wê demê dike; “Dema em gihiştin cem asayîşê hevalên Partiya Azadî gotin em ji vir naçin heya herdu hevalên me radestî me nekin.”

Di wê navberê de di nava girseyê de daxwaz tê kirin ku nûner werin destnîşankirin, serdana asayîşa Hewlêrê bikin û bi rayedaran re bikevin nava danûstandinan. Ji nava xwepêşanderan Kawa Nadir û Muqedem Ezîz Eqrawî tên hilbijartin. li ser vê yekê jî Kawa Nadir got; “Ez û Muqedem Ezîz Eqrawî çûn cem rêveberiya asayîşa Hewlêrê ku wê demê Xurşîd Şêre bû. Pêşwaziya me kir, Muqedem Ezîz axivî û got; ‘Hun tabûra pêncemînin û hûn hemû tawanbarin, gunehe û zilme hun li vî xelkê şoreşger dikin’ çay ji mere anî, di wê demê efserekî YNK’ê hat ji guhê Xurşîd jêre got, ‘xwepêşander dixwazin me bidin ber keviran’. Xurşîd jî ji wî efserî re got, ‘herin wana bêdeng bikin.’ Min jî jêre got ev ne edaletî ye, biryarek neberpirsyarane ye. Çawa dibe ku xelkê bikujin?”

‘Ez berpisyartiya wê digrim ser milên xwe’

Kawa Nadir di dewama axaftina xwe de da zanîn ku wî û Muqedem Ezîz Eqrawî ji Rêvebirê Asayîşê Xurşîd Şêre re gotine, ‘Ji vê tişta tê kirin hun berpirsyarin’, lê Xurşîd Şêre jî gotiye “ez berpisyartiya wê digrim ser milên xwe.”

Kawa Nadir destnîşan kir ku ji danustendinên wan encamek derneketibû û piştî hevdîtinan gule li ser gel hatine barandin. Nadir ew dem jî bi van gotinan vegot: “Xelkek zêde hatin, me ji wan re got ‘ vêderê berdin, hêzên asayîşê bi niyetin li me xin’. Dema em derketin derve şehîd Nejîr ji mere got, ‘we  çikir?’ me jî jêre got, ‘fikra wan gelek xirabe, ger hun biya me bikin hunê vêderê berdin û belav bibin, ji berku wê gule li me bireşînin’. Piştî demek  kurt dest bi gulebaranê kirin. Ji her derê ve gule hatin barandin.”

Xwepêşandêrek û zarokek hatin kuştin

Di gulebaranê de xwepêşandêrek bi navê Nejîr û zarokek 4 salî ya bi navê Kurdistan jiyana xwe ji dest dan. Kawa Nadir wiha behsa wan kêliyan kir: “Piştî dest bi gulebaranê hat kirin, Nejîr ket û li wêderê şehîd bû. Leyla jî li gel keça xwe ya bi navê Kurdistan a çar salî rastî gulebaranê hatin. Kurdistana 4 salî şehîd bû û dayîka wê Leyla jî birîndar bû.”

15 kes 3 mehan di girtîgehê de man

Piştre pêla binçavkirinan destpê kir û nêzî 50 kes hatin binçavkirin. Lê piştre hinek hatin berdan û 15 kes jî dibin çavan de man. Di nava van 15 kesên ku 3 mehan di girtîgehê de man Şehîd Reuf, Şehîd Seyfedîn, Mehemed Emîn Nawêk, jinek bi navê Peyman, Leyla û hevserê wê Ebulrehman û çend kesek din hebûn.

Yek ji beşdarvanên din ên vê xwepêşandanê jî siyasetmedar Hesen Cûdî ye. Cûdî ev êrîş wek lekeyek reş ya hikûmraniyê li Başûr binav kir û dibêje; “Ev êrîş amadekariyek bû ji bo şerê navxweyî. Ger xwepêşandan nehatiba kirin jî wê her dest bi pêla binçavkirinan bihata kirin. Ger asayîşa wê demê ya PDK û YNK’ê êrîşê xwepêşandanê nekiriban wê îro dagirkeriya Tirk cesaret nekiriba xelkê Başûrê Kurdistanê topbaran û bombebaran bikira, xaka Kurdistanê dagir bikira, xelkê Başûr bigirta û bikuştiba herwiha wê nekarîba torek berfireh ya sîxûrtiyê li Başûr pêşbixistiba.”

Hesen Cûdî di dewama axaftina xwe de balkişand ser helwesta xelkê Hewlêrê û wiha pêda çû; “Xelkê Hewlêrê bi welatparêziya xwe binavûdengin. Ji berê de jî di dema enfalê de xelkê Helebce, Pêncwên, Bitwên û cihên din koçberî Hewlêrê dibûn û xelkê Hewlêrê alîkariya wan dikirin.”

Ne tenê Hewlêr, xelkê Başûr niha jî û wê demê jî piştgiriyek zêde didin parçên din ên Kurdistanê. Lê Wek Hesen Cûdî dibêje; “Desthilatdar dixwaze vî rûhê welatparêzî û netewî bikuje.”

Niha rewşa Bakurê Kurdistan di rewşek gelek xerab de derbas dibe, dewleta Tirk bi agir û hesin êrîş dike ser welatiyan, sê şaredariyên bajarên mezin ên Bakur dagir dike, hevserok û endamên şaredariyan ku endamên HDP’ê ne û bi dengê gel hatine hilbijartin ji kar dûrdixe, li dijî vê zilm û zordestiyê gelê Bakurê Kurdistanê bi rojane li ser cade û kolanan berxwedan dikin. Hêzên dewletê jî êrîşî ser gel dike û bi sedan welatiyên Kurd hatine binçavkirin.

Ya balkêş ewe ku li Başûrê Kurdistanê tu çalakiyek ji bo piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê nayê kirin. Li ser vê yekê jî Hesen Cûdî got; “Divê ew çanda piştgirî û hevxemiya gelê Başûr were zindî kirin û hîn zêdetir were pêşxistin. Îro jî bêjin gelê Başûr piştgiriya Bakur dike û yek têkoşîna wan heye.”

(şk)