DIJWAR KIRMAŞAN
Roja 22’yê Sibata 1999’an gelê Rojhilatê Kurdistanê piştî bêdengiya bi salan a li Rojhilat, li dijî dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan carek din serî hilda û heta niha jî ev têkoşîn û serhildan didome. Zextên rejima Îranê jî ji wê demê heta niha berdewamin, lê nekariye pêşî li têkoşîna gelê Kurd bigre.
Roja 9’ê Cotmeha 1998’an komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkir. Di 15’ê Sibata 1999’an de jî Rêber Ocalan li paytexta Kenya Nayirobiyê hat dîlgirtin û radestî Tirkiyeyê hate kirin.
Bi destpêkirina komployê heta dîlgirtina Rêber Ocalan li her derê cihanê Kurd rabûn ser piyan û li dijî dîlgirtina Rêber Ocalan hêrsa xwe nîşandan. Wê demê tevî ku rejima Îranê zilm û zextek zêde li ser Rojhilatê Kurdistanê dimeşand, lê gelê Rojhilat li dijî dîlgirtina Rêber Ocalan guh nedan zilm û zextên rejimê û bi deh hezaran kes daketin qadan.
Her çiqas ew çend salek bû gelê Rojhilatê Kurdistanê PKK’ê naskiribû û ta radeyek fikir û felsefa Rêber Ocalan di nava gelê Rojhilat de hatibû naskirin, lê zêde rêxistinkirinek wisan di nava bajarên Rojhilatê Kurdistanê de nehatibû çêkirin heta bikare nerazîbûnên li dijî komployê birêxistin bike.
Li Rojhilatê Kurdistanê yekem çalakiya canbexşane ya li dijî komploya 15’ê Sibatê, ciwanek Kurd li bajarê Îlam pêkanî ku ew jî bi agir berdana bedena xwe bû û piştre şehîd bû.
Piştre çalakî li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê belav bûn. Di 20’ê Sibata 1999’an de Kurdan û dostên xwe li paytexta Îran Tehranê li ber balyozxaneya Tirkiyeyê û nûnertiya Netewên Yekbûyî çalakî lidarxistin û nerazîbûna xwe nîşandan.
Di derbarê wê çalakiyê de Rojnameya Hemşehrî ya Îranê di hejmara xwe ya 1771’an de wiha nivîsîbû; “Nêzî 5 hezar kesan di xwepêşandanek de cihgirtin, li dijî saziyên îstixbaratî yên Amerîka, Îsraîlê ku hevkarî bi saziya MÎT’a Tirk re kirin û Abdullah Ocalan dîlgirtin, dirûşme gotin. Xwepêşanderan piştgiriya xwe bi Rêberê Giştî yê Partiya Karkerên Kurdistanê re nîşandan û dîlgirtina Ocalan şermezar kirin. Her wiha daxwaz kirin pirsgirêka gelê Kurd bi rêyên navnetewî were çareser kirin.”
Her çiqas rejima Îranê destûra xwepêşanderan nedabû, lê xwepêşandanan li bajarê Urmiye berdewam kir. Li gorî gotina kesên wê demê tevli xwepêşandanê bûne, hêzên rejimê li ser banên avahiyên ewlehiyê û cihên îdarî gel gulebaran kirin û hejmarek zêde ji gel qetilkirin û birîndar kirin. Hate diyarkirin xwînek ewqas li ser cadeyan hate rijandin, bi wesayîtên agirkujiyê ew xwîn li ser cadeyan paqij kirin.
Bi xwepêşandanên ku li Îlam û Urmiyeyê destpêkiribûn, rejimê li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê rewşek awarte ragihandibû û her der vegerandibû leşkergeh. Lê roja 22’yê Sibata 1999’an di rojek wekî îro de bi xwepêşandanek gelek mezin a li bajarê Sine nerazîbûna xelkê Rojhilat gihişt lûtkeyê.
Her çiqas destûr ji Xwepêşandana li Sine re hatibû girtin, lê çend saetek ji beriya xwepêşandan destpêbike, serokkomarê wê demê Mihemed Xatemî destûra xwepêşandanê betal kir. Xatemî li ser televîzyonê gef li gel xwar û got, her kombûnek li ser cadeyan çêbe wê bi tûndtirîn şêwe werin belav kirin.
Tevî van gef û zextan bi hezaran kes li dijî komploya 15’ê Sibatê daketin qadan û xwepêşandan li darxistin. Di xwepêşandanê de wêneyên Rêber Ocalan û alên PKK’ê hatin bilind kirin. Her wiha bê navber dirûşma “Bakur, Başûr, Rojhilat yek xebat û yek welat” gotin.
Di dema xwepêşandanê de hêzên rejimê bi çekan êrişê xwepêşandanê kirin û gule li gel barandin. Her çiqas heta niha jî bîlançoyek fermî di derbarê kuştî û birîndarên xwepêşandanê de ji aliyê rejima Îranê ve nehatiye eşkere kirin, lê li gorî bîlançoyên ne fermî, herî kêm 50 kes li ser cadeyan, 20 kes jî li nava girtîgehan de hatin qetilkirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Piştî xwepêşandanê hêzên rejimê dest bi pêlek berfireh ya girtin û binçavkirinan kir. Di encamê de bi sedan kes li ser cade û di nava malan de hatin binçavkirin û ew veguhestin girtîgehan.
Êrişên rejimê bi bajarê Sine re sinordar nema, di heman rojan de li bajarên Kamyaran, Kirmaşan, Urmiye û Îlamê jî bi sedan kes hatin binçavkirin û êşkencekirin.
Piraniya kesên hatin binçavkirin, piştî êşkenceyek giran li wan hate kirin, di dadgehên formalîte de cezayên giran li wan hatin birîn û ew xistin girtîgehan.
Serhildana 22’yê Sibata 1999’an a bajarê Sine, yek ji wan serhildanên herî bixwîn bûn ku li dijî dîlgirtina Rêber Ocalan hate lidarxistin. Agirê ku di wê xwepêşandanê de hate pêxistin, heta niha jî geş dibe û mezin dibe.
Piştî wê rojê û şunde ku ew nêzî 20 sal bûn bêdengiyek siyasî li Rojhilatê Kurdistanê hakim bû, rewş guherî, tevgera siyasî û sivîl li hemû bajarên Rojhilat destpêkir. Ev tevger heta niha jî didome, çalakvanên civaka sivîl daxwaza mafên xwe dikin û tevî hemû zextan jî dest ji têkoşîna xwe naberdin.
Di beramber de jî zextên rejima Îranê yên li ser gelê Rojhilatê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibin. Rejim bi van zextan dixwaze civakê bêdeng bike. Bi vê armancê rejim ji rojên destpêkê yên serê salê ta niha nêzî 150 çalakvan, xwendekar, jîngehparêz û welatiyên sivîl li bajarên Urmiye, Sine, Kirmaşan û Îlamê binçavkiriye. Heta niha jî çarenûsa piraniya wan nayê zanîn.
Rejima Îranê jî her çiqas mîna dewletên din ên dagirker hewil dide bi zextan û girtinan gelê Kurd bêdeng bike, lê berovajî gelê Kurd hîn zêdetir li doz û mafên xwe xwedî derdikeve.
(kş)