Artêşa Iraqê: Ji bo parastina xwepêşanderan em amade ne

Serokerkanê Artêşa Iraqê Osman Elxanimî ragihand ku artêş amadeye xwepêşanderan biparêze heta ku daxwazên wan pêk tên.


Li Bexdayê wê îro bi beşdarbûna milyonan kes xwepêşandanek berfireh were lidarxistin. Niha welatiyên Bexda û bajarên din berê xwe didin qada xwepêşandanê.

Têkildarî xwepêşandana îro Serokerkanê Artêşa Iraqê Osman Elxanimî  daxuyaniyek da û ragihand ku artêş amadeye xwepêşanderan biparêze heta ku daxwazên wan pêk tên.

Herwiha duh Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yê Iranê Ebdulkerîm Xelef diyar kir ku serokwezîr fermandaye ku nabe Heşdî Şebî destwerdana karûbarên ewlehiyê bike.

Li gorî daneyên nefermî heta niha di xwepêşandanên li Iraqê de ku ji meha Cotmehê ve destpêkirine 450 kes hatine kuştin û bi hezaran kes ji birîndar bûne.

Her çiqas bi fermî Serokwezîrê Iraqê dest ji kar berda, lê hîn çend daxwazên xwepêşanderan heye. Niha daxwaza wan a sereke hilweşandina parlamentoyê û îstifaya serokkomare.

(ab)