Baregehên Tirk jiyana Başur veguherandiye dojehê

Bi serhildana ku duh li Şeladizê dijî baregeha artêşa Tirk çêbû re, baregehên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê û komkujiyên wan careke din ketin rojevê. Artêşa Tirk ku ji sala 1983’yan ve êrîşî xaka Başur dike, heta niha nêzî 30 kîlometre axa Başur dagir kiriye û zêdetirî 20 baregeh çêkirine. Di 4 salên dawî de 822 caran êrîşî 288 gundan kiriye. Tenê di du salên dawî de zêdetirî 30 welatî qetil kirine.


Balafirên şer ên artêşa Tirk di 23’yê çileya 2018’an de herêma Dêralukê bombebaran kir û 4 sivîlên din qetil kirin. Piştî vê bombebarana dawî gelê herêmê ku bi salan e dibin îşkence, êrîşên artêşa Tirk de ne û êşê dikişînin, êdî gihîşt asta teqînekê. Gelê Behdînan hem li dijî bêdengiya rayedaran hem jî li dijî dagirkeriyê duh serî hilda û bi ser baregeha artêşa Tirk a Sîrê ya girêdayî Şeladizê de girt. Welatiyên ku hêrsa xwe nîşan didan, baregeh şewitand. Lê leşkerên tirk li vir jî êrîş kirin û 2 welatî şehîd kirin, 6 jî birîndar kirin.

Li gel serhildanê, hebûna baregehên artêşa Tirk ên li Başûrê Kurdistanê careke din ketin rojevê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da, lê zêdetirîn gelê herêmê sûcdar kir. Li aliyê din gelek partiyên siyasî û rêxistinan daxuyanî dan û xwestin ku baregeh bên girtin. Her wiha Wezareta Karên Derve ya Iraqê daxuyaniya şermezarkirinê da û diyar kir ku wan sefîrê Tirkiyeyê yên Bexdayê vexwendiye wezaretê.

Ji sala 1983’yan ve êrîş dike

Têkildarî mijarê me jî li ser baregehên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê dosyayek amade kir.

Dewleta Tirk ji sala 1983’yan ve bi rengên cur bi cur êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê dike, lê ji sala 1994'an ve jî bi erêkirina rêveberiya herêmê, li 20 cihên cuda yên Başûrê Kurdistanê baregehên leşkerî û navendên MÎT'ê vekirine.

Baregehên Artêşa Tirk ên li Başûr

Dewleta Tirk ku li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê û destkeftiyên wê her rêbazek êrîşan bikar tîne, ji sala 1994'an ve li Başûr leşker bicîh kirin. Her wiha baregeh vekirin. Li gorî agahiyên çapemeniya tirk spartine rayedarên dewletê jî, li Başûr 18 noqteyên leşkerî, baregehên artêşa Tirk û navendên Teşkîlata Îstîxbarata Tirk (MÎT) hene.

Bi erêkirina rêveberiya Başûr...

Li gorî peymanên navnetewî heta ku rêveberiya dewletê qebûl neke, dewletek din nikare hêzên xwe derbasî nava sînorên wan bike. Baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê jî bi erêkirina rêveberiya Başûr hatine vekirin. Dema ku baregeha leşkerî ya Tirk a li Başîqa ket rojevê, hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kiribû ku leşkerên Tirk bi agahdariya wan li wir bicîh bûne.

Baregeha yekemîn li Selehedîn vebû

Dîsa li gorî çavkaniyên Tirkiyeyê noqteya yekemîn a leşkerên tirk di sala 1994'an de li bajaroka Selehedîn a 25 kîlometre nêzî Hewlêrê ye hatiye vekirin. Li vir yekîneyek tîmên taybet a artêşa tirk heye. Balkêş e ku li bajarokê Baregeha Mesud Barzanî ye.

Baregehên din

Piştî Selehedîn artêşa tirk di sala 1997'an de li Hewlêr, Zaxo, Silêmanî, Duhok, Diyana, Batufa, Bamernê, Amêdiyê, Kanîmasî yekîneyên xwe bicîh kirin.

Di nava 23 salan de baregehên ku artêşa tirk li Başûr vekirine wiha ne.

- Baregeha leşkerî ya Batufa

- Baregeha leşkerî ya Kanîmasî (Girêbaruxê)

- Baregeha leşkerî, lojîstîkî û balefirxaneya li Bamernê

- Baregeha leşkerî ya Sinkê

- Baregeha leşkerî ya Bêgova (girê Biyê)

- Baregeha leşkerî geliyê Zaxo

- Baregeha leşkerî ya Sîrê (Şêladizê)

- Baregeha Leşkerî ya Sîrê (Şîrtê)

- Baregeha leşkerî ya Kupkê

-Baregeha leşkerî ya Qimrê ya Berwarî

- Baregeha leşkerî ya Koxê Spî

- Baregeha leşkerî ya Deriyê Dawetiya

- Baregeha leşkerî ya Çiyayê Serzêrî

- Baregeha leşkerî ya ya nahyeya Zêlkan ku dikeve binarê çiyayê Meqlub

- Baregeha leşkerî ya li Başîqa (Bakûrê rojhilatê Musilê)

Tabûr, tugay, çekên giran û 5 hezar leşker

Li van herêman piranî yekîneyên taybet ên artêşa tirk û cebilxane hene. Li baregeha Kanîmasî ji bilî yekîneya taybet, tabûra leşkerî, li Bamernê tabûrame mekanîzme, tang û çekên giran hene. Dîsa li Bamernê balefirgehek jî hatiye çêkirin. Dîmên leşker û tangan gelek caran di çapemeniyê de hatine weşandin. Tê gotin ku hejmara leşkerên tirk a li başûr derdora 5 hezarî de ye.

 Pêşmerge perwerde kirin, Ahmed Davutoglu çû serdanê

Li gorî çavkaniyên tirkan li baregeha Diyana leşkerên tirk pêşmergeyên girêdayî PDK'ê perwerde kirin. Di sala 2015'an de jî Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Ahmet Davutoglu serdana baregehê kir û xebatên perwerdeyê şopandin. 

Navendên MÎT'ê

Ji bilî baregehên leşkerî navendên Teşkîlata Îstîxbarata Tirk (MÎT) jî li Başûr hatine vekirin. Piraniya van jî li herêma Duhokê ne. Li gorî çavkaniyên herêmî, li bajaroka Batûfa ya girêdayî Navçeya Zaxo, li  navenda Zaxo û navenda Duhokê navendên MÎT'ê yên hene.

823 bombebaran û topbaran

Leşkerên ku li van baregehan bicîh bûne, gelek caran li dijî gelê herêmê êrîş pêk anîne, welatî revandine û kuştine. Her wiha di her firsendekê de li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê êrîş pêk anîne. Di êrîşa dawî ya 14'ê kanûnê de jî, leşkerên li baregeha Kanîmasî ya girêdayî Amêdiyê bi topan êrîşî gundên herêma Metîna kiribûn.

Li nava bajar û bajarokan jî êrîşên li hemberî gel jî zêde bûne. Di meha kanûnê ya 2017’an de li herêma Behdînan (Duhok, Zaxo) 4 bûyerên kuştinê yên ku kiryarên wan nediyar qewimîn.

Li gorî Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebbar Yaver ji 1’ê Çileya 2015’an heta 31’ê Kanûna 2018’an 397 caran bi balafiren herêm bombebaran, 425 caran jî topbaran kiriye. Di van êrîşan de 288 gund hatine bombebaran û topbarankirin.

Berxwedana gel

Ji ber van êrîşan gelê herêmê gelekî aciz bûye û dixwaze leşkerên Tirk ji herêmê derkevin. Di êrîşa mezin a ku artêşa Tirk di sala 2008'an de li dijî herêma Zapê pêk anîbû de, leşkerên li baregeha Amêdiyê xwestibûn ku bi tangan êrîş bikin, lê gelê herêmê baregeh dorpêç kir û nehiştin ew derkevin.

Plana dagirkirina xeta sînor û baregehên nû

Balkêş e ku baregehên leşkerî yên tirk hemû li ser xeta sînor in û ji sînorê Rojhilat heta sînorê Rojavayê Kurdistanê dirêj dibe. Çavkaniyên siyasî û leşkerî diyar dikin ku Tirkiye dixwaze bi vê yekê herêmek dagirkirî çêbike û destkeftiyên kurdan tune bike. Bi êrîşên dawî re jî dixwaze li gorî xwe cihên vala mane dagir bike.

Bi taybetî piştî referanduma Başûr, Tirkiyeyê tehdît û hewldanên xwe berfirehtir kirin û  êrîş zêdetir kirin.

Artêşa tirk şeva 14'ê kanûna 2017’an ji aliyê navçeya Şemzînana Colemêrgê ya Bakûrê Kurdistanê ve ket axa Başûr. Her wiha bi helîkopteran leşker danîn herêmên wekî Geliyê Reş, Çiyayê Siro, Çiyayê Evdilkofî, Ava Hecîbegê. Artêşa tirk ku nêzî 30 kîlometre xaka Bakûr dagir kir, gelek cebilxane û çekên giran kişandin van herêman û cihên nû (Lêlkan, Çiyadêl) ava kirin.

30 sivîl qetil kirin

Di salên 2017 û 2018’an de, di encama êrîşên hewayî yên artêşa tirk ku li hemberî herêmên Başûrê Kurdistanê pêk anîn û gund, bax, baxçe û wergehên din ên gel hedef girtin de 30 welatî hetane qetilkirin. Ji salên borî cudatir, cara yekem balafirên şer ên Tirkiyeyê Çiyayê Asosê ku nêzî 200 kîlometre di hundirê başûr de ye û dikeve ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê bombebaran kirin.

Hewldanên hikûmeta Hewlêr û Bexda yên bê encam

Li dijî dagirkerî û êrîşan hikûmetên Hewlêr û Bexdayê car caran daxuyanî dane û biryar girtine, lê ev jî demkî bûne û bê encam mane. Di sala 2005’an de Parlamentoya Herêma Kurdistanê, di rûniştinek taybet a li ser baregehên leşkerî de, biryar girt ku baregeh bên girtin. Di biryarê de dihat gotin, "Nabe tu baregehek leşkerî ya biyanî li herêmê hebe." Lê belê ev biryar bi tu awayî pêk nehat.

Hikûmeta Iraqê jî di sala 2018’an de biryar girt ku komîteyek ava bike û bi riya vê komîteyê li ser sînor binpêkirinên artêşa Tirk bêne lêkolînkirin. Li gorî biryarê di encama lêkolînan de wê raporek bihata amadekirin û pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî bihata kirin. Lê heta niha ev biryar jî nehatiye bicîh anîn.

Herî dawiyê di meha çile ya sala 2019’an de Koalîsyona Saîrun a bi Pêşengiya Muqteda El-Sedir û Koalîsyona Bîna ya bi pêşengiya Hadî Amîrî û Nûrî El-Malîkî, bi armanca derxistina hêzên biyanî ji Iraqê, pêşniyar qanûn amade kirin. Herdu koalîsyona diyar kirin ku ewê pêşnûmeyê pêşkêşî Parlamentoya Iraqê bikin, lê ev jî hîn nehatiye pêkanîn.

(bz)