Baregehên Tirk li Başûr cihê metirsiyê ne

Li Herêma Kurdistanê 20 baregehên leşkerî û sîxûrî yên dewleta Tirk hene. Di van baregehan de zêdetirî 5 hezar leşker û tîmên taybet tevî çekên giran hene. Welatiyên Başûrê Kurdistanê û Parlamenteran gelek caran daxwaza derxistina artêşa Tirk ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine, lê hîna hebûna leşkerên Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewame û roj bi roj jî leşker û çekên zêdetir dişîne van baregehan.


Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û gefên serokkomarê Tirk Tayîb Erdogan ên li dijî Herêma Kurdistanê carek din hebûna baregehên artêşa Tirk ên li Başûrê Kurdistanê xist rojevê.

Dîroka êriş û hatina artêşa Tirk ji bo Başûrê Kurdistanê

Dewleta Tirk ji beriya ku baregehên xwe li Başûrê Kurdistanê avabike, gelek caran bi operasyonên leşkerî ku jêre digotin operasyonên dervey sinor li dijî tevgera azadîxwaz a gelê Kurd û alîgirên wê lidardixist. Yekem êriş di sala 1983’an de li ser herêma Behdînan hat kirin. Piştî wê di sala 1992’an û şûnde zêdetirî 6 operasyonên leşkerî bi beşdariya sed hezaran leşker li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêkaniye. Operasyona herî dawî jî sala 2018’an bi navê Pençe destpêkir û heya niha jî berdewam dike.

Dewleta Tirk ji sala 1983’yan ve bi rengên cur bi cur êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê dike, lê ji sala 1994'an ve jî bi erêkirina rêveberiya herêmê, li 20 cihên cuda yên Başûrê Kurdistanê baregehên leşkerî û navendên MÎT'ê vekirine.

Dewleta Tirk ku li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê û destkeftiyên wê her rêbazek êrîşan bikar tîne, ji sala 1994'an ve li Başûr leşker bicîh kirin. Her wiha baregeh vekirin. Li gorî agahiyên çapemeniya tirk spartine rayedarên dewletê jî, li Başûr 18 noqteyên leşkerî, baregehên artêşa Tirk û navendên Teşkîlata Îstîxbarata Tirk (MÎT) hene.

Baregeha yekemîn li Selehedîn vebû

Dîsa li gorî çavkaniyên Tirkiyeyê noqteya yekemîn a leşkerên Tirk di sala 1994'an de li bajaroka Selehedîn (Pîrmam) a 25 kîlometre nêzî Hewlêrê ye hatiye vekirin. Li vir yekîneyek tîmên taybet a artêşa Tirk heye.

Piştî Selehedîn artêşa Tirk di sala 1997'an de li Hewlêr, Zaxo, Silêmanî, Duhok, Diyana, Batufa, Bamernê, Amêdiyê, Kanîmasî yekîneyên xwe bicîh kirin.

Di nava 25 salan de baregehên ku artêşa Tirk li Başûr vekirine wiha ne;

- Baregeha leşkerî ya Batufa

- Baregeha leşkerî ya Kanîmasî (Girêbaruxê)

- Baregeha leşkerî, lojîstîkî û balefirxaneya li Bamernê

- Baregeha leşkerî ya Sinkê

- Baregeha leşkerî ya Bêgova (girê Biyê)

- Baregeha leşkerî geliyê Zaxo

- Baregeha leşkerî ya Sîrê (Şêladizê)

- Baregeha Leşkerî ya Sîrê (Şîrtê)

- Baregeha leşkerî ya Kupkê

-Baregeha leşkerî ya Qimrê ya Berwarî

- Baregeha leşkerî ya Koxê Spî

- Baregeha leşkerî ya Deriyê Dawetiya

- Baregeha leşkerî ya Çiyayê Serzêrî

- Baregeha leşkerî ya ya nahyeya Zêlkan ku dikeve binarê çiyayê Meqlub

- Baregeha leşkerî ya li Başîqa (Bakûrê rojhilatê Musilê)

Her wiha çend baregehek MÎT’a Tirk û çend baregehek din ên leşkerî yên veşartî jî hene.

Li van herêman piranî yekîneyên taybet ên artêşa tirk û cebilxane hene. Li baregeha Kanîmasî ji bilî yekîneya taybet, tabûra leşkerî, li Bamernê tabûra mekanîzme, tang û çekên giran hene. Dîsa li Bamernê balefirgehek jî hatiye çêkirin. Dîmenên leşker û tangan gelek caran di çapemeniyê de hatine weşandin. Tê gotin ku hejmara leşkerên Tirk a li Başûr derdora 5 hezarî de ye.

Navendên MÎT'ê

Ji bilî baregehên leşkerî navendên Teşkîlata Îstîxbarata Tirk (MÎT) jî li Başûr hatine vekirin. Piraniya van jî li herêma Duhokê ne. Li gorî çavkaniyên herêmî, li bajaroka Batûfa ya girêdayî Navçeya Zaxo, li navenda Zaxo û navenda Duhokê navendên MÎT'ê hene.

Gelek caran daxwaza derxistina artêşa Tirk hatiye kirin

Li Başûrê Kurdistanê gelek caran welatiyên Herêma Kurdistanê û parlamenteran daxwaza derketina artêşa Tirk û girtina baregehên wê li ser xaka Başûrê Kurdistanê kirine. Ji bo mînak, li sala 2003’an Parlamentoya Herêma Kurdistanê biyara jimare 38 derxist ku têde daxwaza derxistina artêşa Tirk ji ser xaka Başûrê Kurdistanê dihat kirin. Lê heya niha jî artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê hebûna xwe ber dewam dike. Her wiha gelek caran kampanyên îmzeyan ji bo derxistina artêşa Tirk hatine ragihandin. Di Adara sala 2018’an de Rêxirawa Inef ji bo derxistina artêşa Tirk ji Başûrê Kurdistanê kampanyek îmzeyan da destpêkirin. Di wê kampanya îmzeyan de 10 hezar îmzeyên welatiyên Başûrê Kurdistanê hatin komkirin û radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin kirin. Welatiyan 12’ê Adara 2018’an wek dema dawî dan hikûmetê ji bo bersiva welatiyan bide. Lê heya niha bersiv nehatiye dayîn. Li şûna ku dewleta Tirk baregehên xwe bigre û ji xaka Başûr derkeve rojane dagirkeriya xwe hîn zêdetir dike. Li deverên Soran, Behdînan û Qendîlê bi eşkereyî baregehên xwe yên leşkerî avadikin. Her wiha rojane bi balafirên şer û yên bê mirov êrîşê xelkê sivîl dike, di van êrîşan de gelek caran goristanên şehîdan jî dikin armanc.

 Li dijî dagirkeriyê nêzî hezar îmze radestî parlamentoya Iraqê hate kirin

Roja 3’ê Hezîrana îsal li dijî dagirkeriya dewleta Tirk kampanya îmzeyan hate destpêkirin. Bi giştî 891 îmze hatin komkirin, ev îmze tevî daxwaznameyek ya komîta kampanya îmzeyan radestî Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya li Silêmanî hate kirin. Her wiha 52 parlamenterên Iraqê jî piştgirî dan kampanyê û îmze avêtin.

Serhildana xelkê Şêladizê

Gelek caran balafirên şer ên dewleta Tirk êrişê gundan û welatiyên sivîl kirin, li gorî zanyariyan tenê di sala 2018’an de zêdetirî 30 welatiyên sivîl di bombebarana balafirên Tirk de jiyana xwe ji destdane. Ev êrîşên dewleta Tirk li cem xelkê Başûr bi taybetî jî bajaroka Şêladizê hêrsek mezin da çêkirin. Xelkê Şêladizê roja 26’ê Mijdara 2018’an serî hildan û baregehên dewleta Tirk li Şêladizê şewitandin.

Li parlamentoyê daxwaza derxistina artêşa Tirk hate kirin

Dagirkeriya dewleta Tirk ne tenê welatiyan xistiye nava fikaran, di heman demê de parlamenterên Herêma Kurdistanê jî ji vê dagirkeriyê bifikarin. Roja 15’ê Cotmehê Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê civînek taybet lidarxist. Di wê civînê de gelek parlamenteran daxwaza derxistina artêşa Tirk ji Başûrê Kurdistanê kirin. Piştî civînê parlamentoyê biryarek ji 11 xalan pêkdihat derxist. Lê ne navê dewleta Tirk têde hebû nejî behsa derxistina leşkerên Tirk hebûn. Sala derbasbûyî 10 parlamenteran îmze komkirin ji bo parlamento li ser mijara derxistina leşkerên Tirk rûniştinek taybet lidarxe.

Metirsî li ser Başûrê Kurdistanê zêde dibin

Piştî dewleta Tirk êrişê Rojavayê Kurdistanê kir, Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî di daxuyaniyek xwe de fikarên xwe yên ji ber vekişîna leşkerên Amerîka ji Rojava anî ziman û daxwaz ji Amerîkayê kir ku Kurdên Rojava were parastin. Piştî van gotinên Barzanî roja din Serokkomarê Tirk Receb Tayîb Erdogan di axaftinek xwe bersiva Barzanî da û got; “Tu çi dibêjî, behsa çi dikî, wê dora te jî were.” Ev gotinên Erdogan weke gefek fermî li dijî Başûrê Kurdistanê hate nirxandin. Piştre jî Endamê Desteya Serkirdayetiya PDK’ê Edhem Barzanî di hevpeyvînek de got; “Tirkiye nîva xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Di pilana Tirkiye de heye ku piştî êrîşa Rojava dest bi êrîşa li ser Başûrê Kurdistanê jî bike.”

Ev gotinên Edhem Barzanî metirsiya mezin a dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê derdixe holê. Wekî ku zanyariyên di nava vê raportê de jî hene, dewleta Tirk ji sala 1992’an ve li Başûrê Kurdistanê baregehên xwe yên leşkerî ava dike. Ger kampanyek berfireh li dijî derxistina artêşa Tirk ji Başûrê Kurdistanê neyê lidarxistin, metirsiya wê yekê heye ku ev leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê di demek nêz de dest bi dagirkeriyê bikin û komkujiyên mezin li Başûr pêkbînin.

(Şk)