Barzanî û Jeffrey lihev civiyan-NÛ BÛ

Li Hewlêrê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnerê Serokê DYA'yê yê di Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ'ê James Jeffrey lihev civiyan.


Nûnerê Serokê DYA'yê yê di Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ'ê James Jeffrey gihîşt Hewlêrê û bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.

Wezîrê Pêşmerge û Wezîrê Navxwe yên Herêma Kurdistanê û Konsolê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Steven Fagin beşdarî hevdîtinê bûne.

Piştî hevdîtinê Serokwezîr Mesrûr Barzanî û James Jeffrey di civîna rojnemevanî da axivîn. Mesrûr Barzanî ragihand ew bi serdana şanda Amerîka ya James Jeffrey bo Hewlêrê kêfxweş bûye. Barzanî diyar kir ku peywendiyên dîrokî di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê da hene.

Jeffrey diyar kir ku ew civîna ligel Serokwezîr Barzanî kêfxweş bûye û da zanîn ku hêvî dikin hemahengî û havkariya wan berdewam bikin û got;"Em şanaziyê bi kurdan dikin.” 

James Jeffrey diyar kir  ku ew ê hevkariya wan ligel Herêma Kurdistanê berdewam bike

(ab)