DIJWAR KIRMAŞAN
Beluçî jî yek ji netewên ku di nava coxrafiya Îranê de dijîn. Belûç jî mîna Kurdan di nava çend welatek de hatine parçe kirin. Ji hemû mafên xwe bê par mane. Ji serdema Sefewî, Qacar, Pehlewî û heta Komara Îslamî hertim zilm lê hatine kirin û li dijî zilmê serî hildane.
Di nava coxrafya Îranê de gelek netew û zimanên cûda dijîn. Beluç jî yek ji wan neteweyane ku hertim li Îranê zilm li wan hatiye kirin.
Wek piraniya gelên din ên li Îranê dijîn yên wek Kurd, Azerî, Ereb Beluçî jî bi ser çend welatek de hatine parçe kirin. Li hemû welatan jî ji mafên xwe yên sereke hatine bê parkirin.
Belûç kîne?
Beluç yek ji netewên Aryenin û bi zimanê Beluçî di axivin. Çend zaraveyekî zimanê Beluçî hene ew jî evin; Rexşanî, Mekranî, Kîçî, Serawanî, Pencgur, Letunî û Serhedî.
Ji berê de Belûçî bi ser Pakistan, Îran, Efxanistanê de hatine belav kirin. Hinek Beluç jî li hin welatên Kendava Erebî û Hindistanê jî dijîn.
Welatê Beluçan dikeve bakurê Derya Oman, bi ser Pakistan, Îran û Efxanistanê de hatiye parve kirin. Para herî mezin dikeve nava sinorê Pakistanê. Piştî wê jî beşa herî zêde di nava sinorê Îranê de cih digre. Beşek kêm jî di nava sinorê Efxanistanê de ye.
Li ser eslê Beluçan ku niha wek netewek serbixwe tên bi navkirin, gelek îdîa hene. Hinek dîroknas dibêjin Ereb in, hinek dibêjin Hindî ne, hinek jî dibêjin Kurd in. Lê gelek dîroknasan di pirtûkên xwe de behsa Belûç û Kurdan kirine û diyarkirine dibe ku Beluç bi eslê xwe Kurd bin.
Nivîskarê Îranî Ebdullah Nasirî di pirtûka xwe de nivîsiye, “Zimanê Beluçî û zimanê Kurdî gelek dişibin hev, Belûçî ji zimanê Kurdî fam dikin û gelek peyvên wan wekî hevin. Cilûbergê Beluçiyan û Kurdan jî gelek serheve diçin. Ev wê baweriyê ava dike ku Beluç û Kurd her du yek gel bûn, ji ber hin sedeman jihev cûda bûne.”
Şêniya Beluçan
Heta niha ti bilançoyek rast li ser hejmara Beluçan nehatiye belavkirin. Lê li gorî bîlançoyên ne fermî, li seranserî cihanê hejmara Beluçan zêdetirî 30 milyone.
Pakistan
Wîlayeta Beluçistan wîlayeta herî mezin a Pakistanê ye, ji sedî 44’ê xaka welêt digre nava xwe. Navenda wê jî bajarê Kuwête ye. Di sala 1871’an de li gorî Peymana Goldsmît ji Îranê hate cûdakirin û girêdayî padişayê Brîtanyayê hate kirin. Piştre di sala 1947’an piştî Pakistanê serxwebûna xwe îlan kir, Wîlayeta Beluçistan bi ser Pakistanê ve hate berdan.
Li gorî serjimêriya sala 2017’an a Pakistanê, 12 milyon, 344 hezar 408 runiştvanên wîlayeta Beluçistan hene. Her wiha li wîlayeta Pencab û Sindî jî nêzî 12 milyon Beluçî dijîn.
Wîlayeta Beluçistan a Pakistanê tevî ku di warê çavkaniyên xwe yên xwezayî de gelek dewlemende, lê gelê wê di nava hejariyek pir mezin de dijî.
Îran
Li Îranê jî piraniya Beluçan li parêzgeha Beluçistan dijîn, hinek jî li parêzgehên Hurmuzgan, Kirman û Xoresana Başur dijîn. Li gorî serjimêriya fermî ya sala 2016’an a Îranê, hejmara şêniyên parêzgeha Beluçistan nêzî 3 milyon kese. Li bajarê derdorê jî nêzî 1 milyon Beluç dijîn. Li gorî tê gotin, li Îranê bi giştî 5 milyon Beluçî dijîn.
Mîna gelên din ên bindest yên li Îranê dijîn, Beluç jî yek ji gelên herî hejar ên Îranê ne. Salane li gorî raporan piştî bajarên Rojhilatê Kurdistanê rêjeya herî zêde ya bêkariyê li Beluçistanê ye. Ji bilî wê jî heta niha gelek Beluçan nasname nine, li gelek gund û navçeyên Beluçan ava vexwertinê peyda nabe.
Di warê siyasî de jî bi taybet di salên dawiyê de gelek çalakvan û welatiyên Beluç bi tohmetên ku ‘endamtiya rêxistinên dijber kirine’, têne bidarvekirin yan jî têne girtin.
Efxanistan
Beluçiyên li Efxanistanê dijîn piranî li wîlayeta Nîmruz û hinek jî li wîlayeta Qendehar dijîn. Li gorî serjimêriya sala 2013’an a Efxanistanê, bi giştî nêzî 3 milyon Beluç li Efxanistanê dijîn.
Welatên Ereb
Hejmarek ji Beluçiyan koçî hinek welatên Kendava Erebî kirine. Beluçiyên ku bi salanin li van welatan dijîn wek hemwelatiyên wan welatan tên hesibandin. Li gorî bîlançoyên ne fermî li Omanê 500 hezar, li Îmarat 500 hezar, li Qeterê 50 hezar, li Bahreynê 42 hezar, li Kuwêtê 20 hezar û li Erebistana Siudî jî 16 hezar Beluçî dijîn.
Serhildanên Beluçan
Di sedsala 15’an de Beluçan li dijî her du împaratoriyên Hindistan û Sefewî ya Îranê serî hildane û daxwaza xwebirêvebirinê kirine. Piştî ku Hindistan dikeve di jêr desthilata Brîtanyayê de jî Beluçan gelek serhildan li dijî Brîtanyayê kirine. Gelek caran van serhildanan hema bêje encam girtine û Belucan xwe bi xwe birêvebirine. Gelek caran jî serhildanên wan şikestine û rastî komkujiyên mezin hatine.
Di serdema Qacaran de jî li dijî desthilata Îranê serî hildane. Serhildana herî navûdeng serhildana Seîd Xanê Kurd e. Piştî wê jî kurekî wî yê bi navê Meded Xanê Kurd li dijî desthilata Qacar şer dike. Heta demekî dikarin xwe bi xwe birêve bibin. Lê piştre rayedarên desthilata Qacar daxwaza agirbest û aşitiyê dikin. Li ser vê daxwaza Qacaran 14 kesên berpirs ên Serhedî (Kurd) diçin qelaya Îranşehr û li wir bi komployekê têne kuştin. Bi vî awayî dawî li xwebirêvibirina Beluçan tînin.
Di sala 1950’an de jî kesek bi navê Mîr Dad Şah li Beluçistanê li dijî rejima padişahtiya Îranê û destwerdanên Inglîzan yên li ser Beluçistanê pêşengtî ji serhildanê re dike. Dad Şah li gel hêzekî ku ji 40 kesan pêktê li dijî desthilata Îranê şer dike, li aliyê din jî çend berpirsên Inglîz dikujin. Her wiha balefirek ya Îranê jî dixin xwarê.
Piştre bi destê Îranê ku hinek kesayetên herêmê jî hevkarî kirin, dawetî civînekî dikin. Dad Şah û birayekî xwe dema diçin civînê li wêderê tên kuştin.
Di serdema Komara Îslamî ya Îranê de jî Beluçiyan xwe birêxistin kirin, karîn çend grubek siyasî û çekdarî avabikin.
Yek ji grubên herî navdar Gruba bi navê Cind El Selam ya dibin serokatiya Ebdulmalik Rîgî de bû. Vê grubê li bajarên Beluçistana Îran û Pakistanê gelek çalakiyên çekdarî lidarxist. Di sala 2009’an de di nava balefirek de hate revandin, piştî salekê jî bi tohmeta avakirina ‘rêxistina terorîstî’ ji aliyê rejima Îranê ve hat bidarvekirin.
Piştre Cind El Selam navê xwe guherî û xist Cêş El Adil û hîna çalakiyên xwe berdewam dike. Gelek rêxistinên din ên siyasî yên Beluçan hene, piraniya wan li dervey Îranê xebatên xwe dimeşînin.
Serhildana herî dawî ya Beluçan roja 23’ê Sibata 2021’an bû, Beluçiyên li bajarê Serawan a Beluçistanê li dijî kuştina kolberên Beluçî serî hildan û bi ser avahiya qeymeqamtiya bajêr de girtin. Piştre jî li seranserî Beluçistanê greva giştî hate ragihandin.
(Kş)