Bîlançoya dagirkeriya du mehan a dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistan-HAT NÛKIRIN

Dinava du mehan de dewleta Tirk 50 caran bi top û balafiran êrîşî ser 44 deverên Başûrê Kurdistanê kir. Di encama van êrîşan de 5 welatiyên sivîl jiyana xwe ji destdan û 16 welatî jî birîndar bûn. Dinava salek de jî 16 gund û deverên herêma Biradostê dagirkirye.


Di 27’ê Gulana 2019’an de dewleta Tirk bi armanca dagirkirinê li dijî herêma Xakurk, Biradost ên ser bi parêzgeha Hewlêrê dest bi êrîşan kir. Ji wê rojê heya îro 50 caran bi top û balafiran êrişî ser Biradost, Qendîl û Behdînan kiriye.

Di roja yekem ya êrîşê de dewleta Tirk bi rêya 30 helîkopterên şer ji saet 6’ê sibehê heya 8’ê şevê bênavber derdora çemê Lolan û çiyayê Şekîf bombebebaran kirin. Piştî bombebaranê hejmarek zêde ya leşkerên xwe daxist ser çiyayê Şekîf.

Tevî vê bombebarana dijwar tenê Liqa Soran a Yekitiya Lawan ya Kurdistanê di beyanameyek de êrîşê şermezar kir. Ne hikûmet ne parlamentoya Başûrê Kurdistan nejî hizbekî Başûrê Kurdistanê deng ji xwe dernexistin.

Berhem Salih çûbû Stenbolê

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih dema ku Li Stenbolê li gel Serokkomarê Tirkiye Tayîb Erdogan û rayedarên dewleta Tirk civiya, di heman rojê de dewleta Tirk dest bi êrîşa dagirkirina Xakurk û Biradostê kir.

Serdana Berhem Salih bi xwe re nerazîbûn anî, li ser vê serdanê Rojnamevan Mecîd Salih gotibû; “Ev serdan û êrîşa liser Xakurkê ne tiştek tesadüfe, ev rastiya wê yekê ye ku qasî siyasiyên me bi duf berjewendiyên xwe de diğerin, ewqas di pey berjewendiyên nîştimanî de nagerin.”

Rojnamevan Rêbwar Tofîq jî gotibû; “Egera lihevkirina Tirkiye, Iraq û welatên navnetewî li ser Kurdan heye. Berhem Salih li gel Tirkiye de wek Kurdek danûstandinan nake, ji bo berjewendiyên takekesî, Iraqê û hizba xwe kar dike.”

Pîrozbahiya Çawuşoglu bû rojeva medyaya PDK’ê

Rojek piştî destpêkirina operasyona li dijî Xakurk û Biradostê Parlamentoya Herêma Kurdistanê dengda ji bo hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê. Di encama dengdanê de Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin. Wezîrê Karên Derve yên  Tirkiye Mewlud Çawuşoglu bi telefonek pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî da. Ev pîrozbahî di medyaya PDK’ê de cihek berfireh girt û weke tiştek gelek giring binavkirin û bû rojeva wana ya sereke.

‘Gundên xwe vala bikin’

Dewleta Tirk li aliyek peywendiyên xwe bi rayedarên Herêma Kurdistanêre zêdekirin, li aliyê din jî bê navber Herêmên Parastina Medya bombebaran dikir. Roja 31’ê Gulanê dewleta Tirk bi rêya sîstemek ya deng ku bi dironê ve kirin, bang li welatiyên gundê Xelîfan dikirin û digotin cih û malen xwe vala bikin.

PDK’ê hêza xwe şand Biradostê

Di heman şevê de PDK’ê bi karwanekî ji 15 wesayîtan bi sedan pêşmergeyên xwe veguhest deverên dikevin jorê Sîdekan û Berbizina. Li gel vê hêzê gelek makîneyên kar û konteyner jî şand herêmê.

Li gorî zanyariyên ji herêmê hatin, hate gotin ku pêşmergeyên PDK’ê armanca wan ewe ku alîkarî bidin leşkerên Tirk û cihên dibin kontrola gerîla de bixin destê xwe.

Fikarên aliyan

Şandina hêza pêşmerge ji aliyê PDK’ê ve fikaran zêde kirin û her yek ji Tevgera Azadî û Eniya Demokrasiya Gel bi daxuyaniyan balkişandin ser metirsiyan û gotin bêdengiya hikûmeta navendî û hikûmeta herêmê dibe sedem ku dewleta Tirk hîn zêdetir Başûrê Kurdistanê dagirbike.

Tirkiye û hizbên Rojhilat

Di heman rojan de dewleta Tirk li herêma Biradostê li gel hin hizbên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê civiyan. Naveroka civîna wana li ser dijbertîkirina tevgera azadîxwaz a gelê Kurd bû, di civînê de hate gotin “Eger li Îranê tiştek çêbe, emê rê nedin ku guhertinek mîna Rojavayê Kurdistanê li Îranê jî pêkwere. Emê li wê derê hêzek avabikin.”

Dewleta Tirk ne tenê bi top û balafiran êrîşî herêmê dike, bi çekên doçka jî raste rast gule li xelkê herêmê dibarînin. Kamerayan li kolanan danîne, welatî nikarin bi şev ji malên xwe derkevin, roj jî nikarin zêde ji malê xwe derkevin û sewalên xwe biçêrînin.

Di gulebarana leşkerên Tirk de ciwanê Êzidî hate qetilkirin

Roja 4’ê Hezîranê roja yekem ya cejna Remezanê ciwanê Êzidî yê binavê Emîn Salih yê niştecihê kampa Çem Mişko ya li navçeya Zaxo ya ser bi Dihokê di encama gulebarana leşkerên Tirk de hate qetilkirin.

Sê pêşmerge birîndarbûn

Roja 5’ê Hezîranê balafirên Tirkiye gundên Mêrgereş yê Biradostê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de agir bi eraziyê deverê ket. Ji bo vemirandina agir, sê pêşmergeyên PDK’ê dema xwestin agir vemirînin, rastî bombebarana balafiran hatin. Hersê pêşmerge birîndarbûn. Yek ji pêşmergeyan lingekî xwe ji destda. Ji wana du pêşmerge bira û yê dinjî pismamê wan bû.

Zextên li ser welatiyan

Dewleta Tirk bi rêya PDK’ê li gel serok eşîr û xelkê herêmê destbi lidarxistina civînan kirin. Xwestin bi pere û zextan welatiyên herêmê sîxûrtî jiwan re bikin û dibin navê derketina pincar de cihên gerîla ji wana re eşkere bikin.

Roja 10’ê Hezîranê ji bo sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî merasîmek li Hewlêrê hate lidarxistin. Di merasîmê de Çawuşoglu jî amade bû. Çawuşoglu bi xwere diyarî ji bo gele Başûrê Kurdistanê anibû, diyariya wî jî ewbû gundên Bêrkim, Xelîfan û Sîran ên Biradostê bombebaran kirin. Di heman merasîma sondxwarina Nêçîrvan Barzanî de sirûda netewî Ey Reqîb jî nehate gotin. Gotina sirûda Ey Reqîb di bernameya merasîmê de hebû, lê ji ber amadebûna Çawuşoglu ji nava bernamê hate derxistin. Ev yek jî bû cihê nerazîbûn û rexneyên zêde.

Roja 26’ê Hezîranê li devera Goşîne ya Biradostê balafirên şer ên Tirkiye wesayîtek ya sivîlan xistin hedef. Di encama êrîşê de welatiyek binavê Mensur jiyana xwe ji destda û sê welatiyên dinjî ku ji malbatekî bûn birîndarbûn.

Komkujî

Roja piştî wê li ser rêya Kortekê ya Binarê Qendîlê balafirên şer ên dewleta Tirk du wesayîtên sivîlan xistin hedef. Di encama êrîşê de sê welatî şehîd bûn û pênc welatiyên dinjî birîndarbûn. Kesên bûne qurbanî jî hemû ji heman malbatekî bûn.

Hêz şande Bêgova

Piştî vê komkujiyê artêşa Tirk bi helîkopteran hêzek zêde şandin baregeha leşkeri ya li komelgeha Sîrê ya Şêladizê. Roja 28’ê Hezîranê jî dewleta Tirk gelek wesayîtên barhilgir yên leşkeri ku têde gelek çekên giran hebûn tevî jimarek zêde ya leşkeran veguhest baregeha leşkeri ya Bêgova ya ser bi navçeya Zaxo.

Roja 18’ê Tîrmehê jî balafirên şer ên Tirk gundê Sipîndar yê bajarokê Amêdî bomberan kirin û di encama êrîşê de sê sivîl birîndar bûn.

Şeva 19’ê Tîrmehê jî balafirên şer ên Tirk di direngiya şevê de derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya li Mexmûrê bombebaran kirin û di encama vê êrîşê de du welatiyên sivîl birîndar bûn.

Şeva 24'ê Tîrmehê balafiran derdora gundên Birîfka û Çeqela ya dikeve ser navçeya Amediyê ya girêdayî Duhokê bombebaran kir.

Di 25'ê Tîrmehê de balafirên dewleta Tirk navbera komelgeha Kanê û gundê Dêreşê ku dikevin navbera Dêralok û Amediyê bi dijwarî bombebaran kirin. 

Di nava du mehan tevî ev qas êrîşên dijwar ku di encamê de 5 sivîlan jiyana xwe ji destdan û 16 welatiyên din jî birîndarbûn, Lê hizb, hikûmet û parlamentoya Herêma Kurdistan û Iraqê tu helwestek cidî nîşan nedan. Piştî komkujiya Kortekê 3 rojan hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya hikûmetê de li cihê ku komkujî were şermezarkirin, hate gotin; “Hikûmeta Herêma Kurdistan qebûl nake û rê nade xaka wê ji bo êrîşên li ser welatên cîran were bikaranîn. Ji berwê jî jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê bikeve dibin metirsiyê de.”

Cihên ku dinava van du mehane de hatine bombebarankirin

Biradost

Xelîfan, sîran, Şekîf, Lulan, Lêlîkan, Girê Şehîd Derwêş, Mêrge Reş, Geliyê Şêx Zadan, Çiya Dêl, Kewerte, Bêrkim, Buzêne, Karox, Berbizin, Nawdarok û Çiyayê Ketîn.

Qendîl

Kune Kutir, Bêrimke, Çiyayê Sawên, Enzê, Pêpalan, Dola Şehîdan, Kortek, Suredê, Pirdeşal, Gelî Bedran û Zegelê.

Behdînan

Sê Girê, Metîna, Guherz, Sergel, Kanê, Rêya Amêdî, Navenda Amêdî, Gelekan, Şêran, Şêladizê, Sipîndar, Derdora Kanî Masî.

Mexmûr

Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî

Silêmanî

Çiyayê Asos

Ziyanên madî

Têkildarî ziyanên madî heya niha tu bîlançoyek sererast nehatiye bidestxistin. Heya niha jî tû aliyek yên Başûrê Kurdistanê ji bo derxistina bîlançoyê erk negirtiye ser milên xwe. Lê li gorî ew zanyariyên rojane ji herêmê têne wergirtin, di encama êrîşan de bi sedan donimên bax û zevî ziyan dîtine, Herwiha bi dehan xanî û xetên av û benzînxaneyan rûxiyane.

Di nava salek de dewleta Tirk van deverên Biradostê dagirkiriye; Lêlîkan, Çiyadêl, Navmêrgan, Xelkere, Bilasnên, Xelîfan, Gelî Reş, Araqa, Beznê, Çinarû, Çiyayê Ketîn, Reşmalê, Şapan, Kanî  Reş, Qungre û Susnê.

(şk)