‘Kobanê êdî ne xemgîne.. serbilinde’ Ev gotina Şervanê YPG’ê Musa yê ku di şerê li Kobanê de erkê wî sekvan bû û yek ji sembolên berxwedana Kobanê bû. Vê gotina xwe di roja rizgarkirina bajarê Kobanê an ku ji beriya şeş salan wekî îro anîbû ziman. Kobanê bû qada berxwedanvanên her çar parçên Kurdistanê. Li Kobanê roja azadîxwazan bilind bû û tarîtiya DAIŞ’ê tine kir.
Piştî li Suriyeyê şoreşa gelan a li dijî rejima Esed destpêkir, di 19’ê Tîrmeha 2012’an de yekem çirûska çoreşê li Kobanê pêket. Gelê Kobanê li dijî rejimê rabû û hêzên rejimê ji Kobaniyê hatin derxistin. Rizgarkirina Kobanê bû destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistan û avakirina Rêveberiya Xweser.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê ku yekem çirûska wê li bajarê Kobanê pêket, di demek kin de karî tevayî gelan û pêkhateyên herêmê di jêr sîstema bihevre jiyana gelan de kom bike. Van destkeftan sîstema netew-dewlet xist zorê. Ji bo ji holê rakirina vê sîstemê û qirkirina pêkhateyên herêmê, dewleta Tirk a dibin serkêşiya Tayîb Erdogan de hemû derfetên xwe xist dewrê.
Kobanê ji berê de jî bûye cihê hewandina şoreşgeran. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 1’ê Tîrmeha 1979’an de dema ji Tirkiyeyê derdikeve yekem car derbasî Kobanê dibe. Li wir di rewşek gelek dijwar de di nava bêderfetiyan de bingehê tevgera azadîxwaz avêt. Vê yekê jî tirsek hîn zêdetir xistibû nava dilê Erdogan.
Bi rêya hêza herî hov û tarî ya DAIŞ’ê xwestin şoreşa Rojava û berxwedaniya Kobanê reş bikin. Xwestin ji landika azadîxwazan veguherînin landika hêza harî tarî.
Destpêkirina êrişa li ser Kobanê
Di Tebaxa 2013’an de çeteyên bi navê Artêşa azad û Cebhet El Nusra bajarê Kobanê xistibûn nava dorpêçekê de. Rê ne didan xurak û derman derbasî bajêr bibin, her wiha elektrîk û înterneta bajêr qutkirin. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê nêzî bajarê Kobanê bûn, dest bi ser hinek deverên Kobanê de girt. Erkê Cebhet El Nusra di şer û dorpêçê de qediya.
Piştre di 15’ê Îlona 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk bi çekên giran ên ku ji Musil û deverên din ên Iraq û Suriyeyê bi destê wan ketibûn, ji çend aliyan ve dest bi êrişa li ser Kobanê kirin. Şervanên YPG’ê û YPJ’ê piştî ku welatiyên sivîl ji gundan veguhestin deverên aram, bêy piştgiriyek ji derve, tenê bi çekên xwe yên sivik û îradeya xwe ya xûrt berxwedaniyek bê hempa li dijî çeteyan nîşandan û rûpelek nû yê berxwedaniyê di dîroka gelê Kurd de nivîsandin.
Piştî ku li Iraqê bajarê Musil û li Suriyeyê jî bajarê Reqayê ket destê çeteyên DAIŞ’ê, herkesê difikirî ku wê Kobanê jî bikeve. Ji berku hem hejmara şervanan kêm bû, hem jî çekên giran di destê şervanan de nebûn. Lê şervanan li Kobaniyê bi dirûşmên ‘Kobanê nakeve, serkeftin yan serkeftin’ biryara berxwedaniyê dan.
Xwedî derketina li Kobanê
Berxwedanî û qehremaniya şervanan derûniya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê xera kir. Bi destpêkirina êrişên li ser Kobanê re, Serokkomarê Tirk Tayîb Erdogan di mîtingan de bang dikir û di got, ‘Vaye Kobanî ket, wê bikeve’ Van gotinên Erdogan hêrsa Kurdan û azadîxwazan hîn zêdetir kir. Bi milyonan Kurd û azadîxwaz li seranserî Kurdistan, Tirkiye û welatên Ewropayê ji bo Kobanê rabûn ser piyan.
Seferberiya ciwanên Kurd a ji bo Kobaniyê
Bi destpêkirina şerê Kobanê re şandeya HDP’ê li Grava Îmraliyê serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir, Rêber Ocalan ji bo parastina Kobanê banga seferberiyê li ciwanên Kurd kir. Bi banga Rêber Apo re bi hezaran ciwanên Kurd ji her çar parçên Kurdistan û cihanê berê xwe dan Kobanê û di berxwedaniya Kobanê de cih girtin.
Yekem car şervan, gerîla û pêşmerge di yek çeperê de cih girtin
Di roja 22’yê Cotmeha 2014’an de Parlementoya Herêma Kurdistanê ji bo piştgirîdayîna Kobanê civiya. Parlementoyê biryara şandina hêza pêşmerge ji bo Kobanê da. Di 31’ê Cotmehê de jî hêzek ya pêşmerge bi çekên giran ve gihişt Kobanê. Yekem car li Kobanê şervan, gerîla û pêşmerge di yek çeperê de cih girtin û berê çekên xwe dan dijmin.
Kobanê sinorên bi dest hatîn xêzkirin, hilweşand û bû sembola yekîtiya netewî. Vê berxwedaniya Kobanê ne tenê li Kurdistanê, li gelek welatên cihanê kesên enternasyonalîst ji bo parastina mirovahiyê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û li ser bingehê felsefa Rêber Ocalan xwîna xwe li ser xaka Kurdistanê rijandin.
YPG û YPJ’ê Kurdan anî cem hev û rê li ber yekîtiya netewî vekir. Ruhê yekbûna Kurdan xurt kir. Hêzên Hevpeyman ku di destpêka êrişê de bêdeng bûn, piştî berxwedaniya şervanan dîtin, bi awayek sinordar êrişên asîmanî li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêkanîn. Şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi berxwedaniya xwe ya efsanewî hewildanên dagirkerî û komkujiyan ên bi desteka dewleta Tirk, vale derxistin.
Azad kirina Kobanê û têkşikdanina DAIŞ’ê
Piştî berxwedaniya 134 rojan, di 26’ê Çileya 2015’an de bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin û rizgarkirina bajêr hate ragihandin.
– Di encama şerê 134 rojan de ji sedî 80’yê bajarê Kobanê hilweşiya.
– 49 welatiyên Kobanê di dema parastinê de şehîd bûn.
– 262 welatiyên Kobanê di encama komkujiya DAIŞ’ê ya li ser bajêr de şehîd bûn.
– Zêdetirî 550 welatî birîndar bûn.
– Nêzî 400 hezar şêniyên bajêr koç kirin.
– Zêdetirî 6 hezar çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
– Nêzî 400 gerîla û şervan şehîd bûn.
– Nêzî 300 xwebexşên ji her çar parçên Kurdistanê berê xwe dabûn Kobanê, şehîd bûn.
– Pêşmergeyek şehîd bû.
Kobanê bû destpêka hilweşandina DAIŞ’ê
Şikandina êrişên DAIŞ’ê li Kobanê bû destpêka hilweşandina çeteyên DAIŞ’ê. Şervanên QSD’ê piştî rizgarkirina Kobanê ji bo tinekirina DAIŞ’ê gelek operasyonên serkeftî lidarxist. Hemû deverên di destê çeteyên DAIŞ’ê de rizgarkir. Herî dawiyê li bajaroka Baxoz ku wek cihê herî dawî di destê çeteyên DAIŞ’ê de mabû, roja 21’ê Adara 2019’an hate rizgarkirin. Bi rizgarkirina Baxozê re li ser xaka Suriyeyê ti cihek di destê DAIŞ’ê de nema.
Piştî şer, Kobanê
Piştî rizgarkirina Koanê, sîstema Rêveberiya Xweser hat pêşxistin. Dest bi nûjenkirina bajêr û rakirina paşmayên şer hate kirin. Piştî kar û xebatek zêde Kobanê dubare hate nûjenkirin û bû yek ji bajarên rengîn ên Rojavayê Kurdistanê.
Pişî rizgarkirinê li bajêr çi hatiye kirin?
Di nava şeş mehan de bajar ji paşmayên şer hate paqij kirin.
Tevayî dibistanên di şer de rûxiyabûn hatin avakirin û di ser de jî du dibistanên nû hatin avakirin.
825 kîlometre rêyên bajêr hatiye çêkirin, ji vê 300 kîlometre hatiye qîr kirin.
4 hewzên avê lê hatine çêkirin û 30 kîlometre kanalên avê hatine çêkirin.
5 park hatine çêkirin û du daristan hatine çêkirin.
171 navendên elektrîkê hatine avakirin, 1854 dîrekên elektrîkê hatine danîn.
114 hezar 803 metre zevî bi ser welatiyan de hatiye belav kirin.
11 şaredarî, 5 saziyên av, elektrîk û jîngehê hatine avakirin.
Ji hemûyê giringtir, gelê Kobanê carek din vegeriya ser malên xwe. Niha penaberên gelek deverên din jî li Kobanê dimînin. Hejmara runiştvanên Kobanê niha du qatê berê zêdetir bûye.
(kş)