Ji dema ku ji bo hilbijartinên parlementoya Herêma Kurdistanê re hatiye diyarkirin kêmtirî pênc mehan maye. Lê heta niha partiyên Herêma Kurdistanê li ser mijara sererastkirina yasaya hilbijartinê lihevnekirine. Piraniya partiyan di gel wê yekê de ne ku yasaya hilbijartinê ji nûde were serastkirin û sîstema hilbijartinê pir bazneyî be. Lê PDK naxwaze ev sîstema heyî were guhertin.
Ji piştî avabûna hikûmeta Herêma Kurdistan û Parlementoya Herêmê ve, parlemento di dema xwe ya pêncem de ye. Ji destpêkê ta niha gel di wê baweriyê de ye ku ti demê hilbijartin bêy pirsgirêk derbas nebûne. Her wiha parlementeran jî nekarîne ji pirsgirêkên gel re bibin bersiv.
Piştî heft carên sererastkirina yasa hilbijartinê, lê heta niha yasayek tam û giştgir nehatiye derxistin. Ji bo çareseriya vê jî hemû fraksiyonên parlementoya Herêma Kurdistanê hemfikrin li ser guhertina cewhera yasaya hilbijartinê. Lê PDK dixwaze li ser heman yasaya sala 1992’an berdewam be û piraniya parlementoyê di destê xwe de bigre. Ji ber vê jî lidijî sererastkirina yasa hilbijartinê derdikeve.
Dîroka hilbijartina li Herêma Kurdistanê
Piştî raperîna sala 1991’an rejima Baas ji bajarên Başûrê Kurdistan û saziyên wê yên îdarî derket. Bi vê yekê re valatita yasayî û îdarî çêbû. Ji bo çareserkirina wê jî serkirdayetiya Eniya Kurdistanî komisyonek taybet ji 15 kesan ku di nav de dadwer, parêzer, mafperwer û nûnerên aliyên siyasî yên nava Eniya Kurdistanî hebûn, hat damezrandin.
Ev komisyon di navbera 23’yê Kanûna 1991’an ta 28’ê Çileya 1992’an de çend civînek lidarxist. Piştre proje yasayek pêşkêşî serkirdayetiya siyasî ya Eniya Kurdistanî kir. Roja 28’ê Nîsana 1992’an ji aliyê Eniya Kurdistanî ve biryar li ser hat dayîn û wek yasaya hejmar 1 a sala 1992’an a yasaya hilbijartinê ya parlementoya Kurdistana Iraqê hat erê kirin.
Yekem car hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê di 19’ê Gulana 1992’an de pêkhat. Li gor yasaya hilbijartinê diviya her aliyek ji sedî 7’ê dengan bidest xistiban daku bikarin li parlementoyê kursiyan bidestxin. Di hilbijartina destpêkê de heft lîstên cûda tevilbûn.
Sererastkirina yasa hilbijartina Herêma Kurdistanê
Piştî ku heta niha heft caran yasaya hejmar yek a sala 1992’an ku yasa hilbijartinê ye, hatiye sererastkirin, pênc demên parlementoyê derbas dibin û ev kabîneya nehem a hikûmetê ye, lê heta niha nekarîne yasayek tam û giştgir ji bo hilbijartinê were derxistin. Daku hilbijartin di dema xwe ya hatî diyarkirin de pêkwerin, dawî li sixtekariyê were anîn û mafê tevayî alî û pêkhateyan parastî be.
30 sal di ser yasaya hilbijartinê re derbas dibe. Li gor nêrîna hizbên Başûrê Kurdistanê (ji bilî PDK’ê) yasaya heyî li gel rewşa civakî û siyasî ya îro ya Kurdistanê nagunce. Ji bona wê fraksiyonên cûda yên parlementoyê û parlementerên serbixwe roja 28’ê Sibata 2022’an sererastkirina yasaya hilbijartinê ku ji 26 madeyan pêktê, pêşkêşî serokatiya parlementoya Herêma Kurdistanê kirin.
Ev jî dibe heştem car yasaya hilbijartinê tê sererastkirin. Ev jî di demek de ye ku parlementoya Iraqê ji piştî sala 2003’an ve pênc yasayên hilbijartinê derxistiye.
Cûdahiya navbera yasaya hatî serastkirin û pêşniyarkirin, li gel yasaya ku niha kar li ser tê kirin;
Ji yek bazneyî bo pir bazneyî
Yek ji madeyên yasaya hilbijartinê ku aliyan xwestiye were sererastkirin, madeya neheme. Aliyan pêşniyar kirine Herêma Kurdistan bi ser çar baznên hilbijartinê de were dabeşkirin. Ev jî; Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebce ne.
Madeya ku PDK û kota li dijî sererastkirina wê derdikevin ev madeye. PDK dixwaze wekî berê Herêma Kurdistan bi yek bazneyî tevli hilbijartinê bibe. Ji bo vê yekê jî behaneya ku ‘sinorê coxrafî ya Herêma Kurdistanê ne ewqas berfirehe ku bibe çar bazin’ nîşan dide.
Yek ji behaneyên din ên PDK’ê û kotayan ewe ku dibêjin dem ji bo sererastkirina yasaya hilbijartinê nemaye û divê hilbijartin di dema xwe de pêkwere.
Li gorî YNK’ê û aliyên din, ger mîna hilbijartina parlementoya Iraqê, li Herêma Kurdistanê jî şêwazê pirbazneyî pêkwere, wê PDK nikaribe carek din piraniya kursiyên parlementoyê kontrol bike.
Parlementerên serbixwe
YNK, Yekgirtû û Komela Dadgerî pêşniyar dikin, mîna hilbijartina parlementoya Iraqê, di dema şeşem a parlementoya Herêma Kurdistanê de jî derfet were dayîn kesên li dervey partiyên siyasî (serbixwe) tevli hilbijartinê bibin. Ji bo vê jî daxwaz dikin her kesek bixwaze bi awayek serbixwe tevli hilbijartinê bibe, lîsteyek bi bi îmzeya hezar dengderan pêşkêşî komisyonê bike, wek piştgirî ji bo namzetbûnê.
Kursiyên Kota
Yek ji xalên din ên nakok di navbera PDK’ê û aliyên din, kursiyên kota (pêkhate) ne. Li Parlementoya Herêma Kurdistanê 11 kursî ji bo pêkhateyan hatiye diyarkirin. Di dema piraniya mijarên siyasî de ev kursiyên pêkhateyan li parlementoyê piştgiriya siyaseta PDK’ê dikin. Ev bûye sedem partiyên din daxwaza destkarîkirina şêwazê hilbijartina kursiyê kotayê bikin. PDK jî vê yekê qebûl nake.
Hêjayî bibîrxistinê ye li Parlementoya Herêma Kurdistanê tenê Tirkmen û Mesîhî xwedî kursiyên kotane. Lê Êzidî, Zerdeştî û pêkhateyên din nûnerên wan li parlementoyê nine. Di projeya nû de aliyan xwestiye 11 kursiyên kotayê bi ser bazinên hilbijartinê de werin dabeşkirin. Ew jî bi vî rengiye;
Pêkhateya Tirkmen: Pênc kursî (sê kursî ji bo bazinê Hewlêr, du kursî ji bo bazinê Silêmaniyê)
Pêkhateya Mesîhî: Pênc kursî (yek kursî bo Hewlêr, du kursî Dihok û du kursî bo Silêmaniyê)
Pêkhateya Ermen: Yek kursî bo Dihokê
Komisyona Hilbijartinê û Rapirsiya Herêmê
Di proje yasa sererastkirina yasa hilbijartinê de tê xwestin komisyona hilbijartin û rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê wek xwe bimîne. Lê mana komisyonê wek xwe ne bê pirsgirêke. Tevgera Nifşê Nû daxwaz dike divê komisyonê de para wê jî were diyarkirin. Her wiha Komel û Yekgirtû jî naxwazin destkarî di para wan a di komisyonê de were kirin.
Komisyona Hilbijartin û Rapirsiyê yek ji wan desteyên girêdayî Parlementoya Herêma Kurdistanê ye. Li gor yasaya jimare çar a komisyona serbixwe ya hilbijartin û rapirsiyê, destbi karkirina fermî ya komisyonê 23’yê Kanûna 2014’an e. Li gor yasayê zêdetirî du salin dema yasayî ya vê komisyonê bi dawî bûye.
Heta dema ev komisyon hatî avakirin, li Herêma Kurdistanê komisyonek serbixwe ya hilbijartinê nebû. Heta wê demê ofîsa komisyona hilbijartina Iraqê li bajarên Herêmê karûbarên hilbijartina li Herêma Kurdistanê birêve dibirin.
Di yasayê de wek desteyek ‘serbixwe’ nav lê hatiye kirin. Rasterast di jêr çavdêriya parlementoyê de ye. Endamên wê li ser bingehê para hizban hatine diyarkirin û li parlementoya Herêma Kurdistanê jî bawerî pê hatine dayîn.
Di nava heft salan de komisyona hilbijartin û rapirsiya Herêmê tenê du erkên xwe pêkaniye. Ewjî; yekem; Rêvebirina pêvajoya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ya 25’ê Îlona 2017’an. Duwem; Rêvebirina pêvajoya hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistan ya 30’yê Îlona 2018’an. Di wê hilbijartinê de jî YNK’ê, Tevgera Goran û Yekgirtû diyarkirin ku sixtekariyek mezin di hilbijarinê de hatiye kirin.
Gelo wê hilbijartin were kirin?
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 1’ê Cotmeha 2022’an wek roja lidarxistina hilbijartina dema şeşem a parlementoyê diyarkiriye. Lê xwesteka aliyan a li ser sererastkirina yasa hilbijartinê û di beramber de jî israra PDK’ê ya li ser pêkanîna hilbijartinê li gor yasa kevin, tê gotin wê vê carê jî hilbijartin di dema hatî diyarkirin de pêkneyê.
(Kş)