Çima yekîtiya netewî pêknayê?- Beşa 3

Dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Suriye di gelek qonaxên cûda de dijbertiya hewildanên ji bo pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurdan kirine. Gelek caran bi zextên leşkerî, aborî û siyasî li dijî Kurdan gef xwarine ji bo yekîtiya netewî pêkneyê.


Di salên 1980’an de gelek hewildan ji bo pêkanîna yekîtiya netewî hatin kirin. Lê negihiştin encamê. Çavdêr û siyastmedarên Kurd diyar dikin ku dewletên dagirkerên Kurdistanê rolek mezin lîstine ji bo yekîtiya netewî ya Kurdan pêkneyê.

Lihevkirina PKK’ê û PDK’ê

Di sala 1983’an de peymanek ji 9 xalan pêk dihat, di navbera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê (PDK) de ji bo hevre karkirinê hate îmzekirin. Ev lihevkirin heta 1986’an berdewam kir. Di sala 1986’an ev peyman ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistan (PDK)’ê ve bi yek alî hate hilweşandin.

Têkildarî  giringiya vê lihevkirinê ji bo herdu aliyan Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Duran Kalkan wiha dibêje: “Li gora min ew peywendî û karên ku di çarçoveya vê lihevkirinê de hatin kirin destkeftên gelek giring bûn ji bo herdû partiyan. Ji aliyê siyasî ve destkeftek  mezin bû ji bo PDK’ê, ji bo PKK’ê jî di çarçoveya vê lihevkirinê de di warê piratîkî de pêşkeftinek giring hat bidestxistin. Ew protokola ku ev lihevkirin li ser pêkhat, di çarçoveya neteweya demokratîk de bûn. Me bi berdewamî got û em îro jî dibêjin, di  çarçoveya wan xalan de em amade ne li gel PDK’ê û hemû hizbên din ên Kurd peywendî daynin. Ew xalên ku di wê protokolê de hebûn, dikarin bibin bingehek sereke ji bo kongreya netewî ya Kurdistanê.”

Têkildarî hilweşandina wê lihevkirinê jî Kalkan dibêje; Ger ne xelet bim di Hezîrana sala 1985’an de bû me li gel rêveberiya PDK’ê li Behdînan hevdîtinek pêkanî,wê demê berpirsê wan kesek binavê Dr. Cercîs ku Endamê Komîteya Navendî û Berpirsê PDK’ê yê Behdînan bû. Wana wê demê helwestek nerênî nîşanî berxwedana şerê çekdarî ya di çarçoveya hemleya 15’ê Tebaxê de dan. Gotin ‘wê zext li ser me çêbin, hun li ser sinor tên diçin, nabe hun wisan bikin.’ Me jî got wan newisane çalakî li Dêrsim, Amed, Semsûrê, li Serhedê tê kirin tû peywendiya wê bi Başûrê Kurdistanê ve tûneye. Ti komekî gerîla ji vir naçi Dêrsîmê ji bo çalakî pêkbîne. Ger tu astengî nebin, bi sê mehan mirov ji Behdînanê digihe Dêrsîmê. Me hewilda bi wana bidin famkirin. Lê wana hinek peywendî li gel dewleta Tirk de danîbûn. Dewleta Tirk gef li wan xwaribû. Peywendiyan red dikirin. Ger nexelet bim di meha Tebaxê ya wê salê de bû li ser navê PDK’ê daxuyaniyek ji raya giştî re hate dayîn û ragihandin ku ew ji wê lihevkirina li gel PKK’ê derdikevin.

Eniya CUD û CUQD

Di sala 1980’an de dinava hizbên Başûrê Kurdistanê de du enî hatin avakirin. Yek ji van eniyan Eniya Nîştimanî û Netewî ya Demokrasî Iraq (CUQD) bû, ev enî ji YNK’ê, Hizba Sosyalîsta Kurdistan, Herêma Serkirdayetiya Hizba Baas, Tevgera Sosyalîstên Erebî û Hizba Şue ya  Iraqê pêkdihat. Di nava vê eniyê de YNK serdest bû.

Eniya din jî binavê Eniya Nîştimanî Demokrasî Iraqê (CUD) bû. Ev enî jî pêkdihat ji Partiya Demokrata Kurdistan (PDK), Hizba Sosyalîsta Kurdistan, Hizba Şue, Partî Sosyalîstî Kurd bûn. Di vê eniyê de jî PDK serdest bû.

Hizba Şue ya Kurdistan ji bo girtina hevsengiya herdû eniyan di herdu eniyan de bibû endam. Piştre Hizba Sosyalîsta Kurdistan jî bû endamê herdu eniyan.

Herçendî ku hewil hatin dayîn ji bo ev herdu enî bibin eniyek yekgirtî, ji bo vê çendê jî gelek danûstandin dinavbera herû eniyan de hatin kirin. Lê dewletên Îran, Iraq û Îranê bi rêya sîxûrên xwe hewildan peywendiya herdu eniyan xira bikin û nakokiyên kûr dinavbera herdu aliyan de derxin. Ji bona wê di encamê de şereke navxweyî yê demdirêj dinavbera herdu eniyan de rûda.

Hewildanên sala 2013’an

Li ser daxwaza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sala 2013’an civînek berfireh li Hewlêrê hate lidadarxistin. Di civînê de nûnerên piraniya partiyên Kurdistanî amadebûn. Yekem car nûnerên PDK’ê beşdarî civînê bûn. Armanca vê civînê avakirina yekîtiya netewî bû. Van civînan şeş mehan domand. Di van civînan de gelek komîsyon ji bo pêkanîna karên cûda cûda hatin avakirin. Ocalan pêşniyar kir ku Leyla Zana û Mesûd Barzanî bibin hevserokên kongreya netewî. Lê piştre ji ber astengiyan ev hewildan negihiştin encamê.

Siyastmedarê ji Başûrê Kurdistanê û Endamê KNK’ê Heme Emîn Pêncwênî li ser van civînan dibêje; “Civîn bi awayek baş dihatin birêvebirin. Çend komîsyonek ji bo pêkanîna karên civînan hatin avakirin. Lê dema ku civîn berbi wê yekê ve diçûn ku wê kongreya netewî pêkbihata, dewletên cîran dest bi zextên cidî kirin li ser wan aliyên Kurdî ku hinek nêzî wanin, ji bo kongreya netewî pêkneyê.”

Pêncwênî têkildarî pirsa ew kîjan welat bûn ku zext li ser aliyên Kurdî kirin jî got; “Naxwazim navê wan bînim ziman, lê eşkereye Tirkiye nêzî kîjan aliye û Îran, Iraq û  Suriye jî nêzî kîjan alîne.”

Tirkiye li dijî hemû hewildanên yekîtiya netewî ye

Li sala 1995’an de xebatek cidî ji bo pekanîna yekîtiya netewî dihate kirin. Lê di hemû qonaxan de dewleta Tirk dijbertiya hemû hewildanên ji bo avakirina yekîtiya netewî kiriye. Bi zextên siyasî, aborî û leşkerî astengî ji bo avakirina  yekîtiya netewî derxistiye.

Çavdêrê Siyasî Dr.Fayeq Gulpî têkildarî hewildanên welatên dagirker ên ji bo astengî derxistina li pêşiya yekîtiya netewî  ya Kurdan dibêje; “Her welatek bi şêweyek  dijbertiya pêkhatina yekîtiya netewî ya Kurd dike. Îran gelek caran xwestiye partiyên Başûrê Kurdistanê bixe yek, lê ji bona berjewendiyên xwe ne ji bo berjewendiyên Kurdan bû. Lê Tirkiye cûdaye, hemû hewlek dike ji bo yekîtiya netewî ya Kurdan pêkneyê.”

Ya zelal ewe ku yekîtiya netewî ya Kurd pêwîstiyeke divê pêkwere û stratejiye. Hewildan ji bo pêkanîna wê berdewamin. Berjewendiyên parçeyên Kurdistanê jî biheve girêdayîne. Li beramberî vê de jî dewletên dagirkerên Kurdistanê hemû hewildanek dikin ji bo hewildanên ji bo pêkanîna yekîtiya netewî bi sernekevin. Lê çavê gelê Kurd li pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurda ne û dixwazin partiyên Kurdistanî di vê qonaxa hestiyar de pêngavek dîrokî bavêjin û yekîtiya netewî pêkbînin.

(şk)