Damezirandina Komara Kurdistanê, ezmûneke nabe were ji bîrkirin

Îro 73 sal  bi ser damezrandina Komara Kurdistan (Komara Mahabad) re derbaz dibe. Raste komara Kurdistan demek kurt ma, lê ezmûnek dîrokî ji bo gelê Kurd hêla. Gelek caran dîroka Kurdan dubare bûye, lê divê Kurd di roja me ya îro de li hemberî lîstokên dagirkerên Kurdistanê sûd ji dîroka Komara Kurdistan wergirin. Ji bo carek din ev dîrok dubare nebe.


Xaka Kurdistanê destpêkê di Tebaxa sala 1514’an de ji aliyê Împaratoriya Osmanî û Sefewiyan ve hat dabeşkirin. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn ev herdu împaratorî hatin rûxandin û li şûna wan dewlet-netew hatin avakirin. Li şûna împaratoryeta Osmaniyan; dewletên Tirkiye, Iraq û Suriye hatin avakirin. Bi vî rengî Kurdistan di nava van dewletan da hat parçekirin. Rojhilatê Kurdistanê jî dibin desthilatdariya Îranê de ma.

Piştî şerê cîhanê yê duyemîn û dagirkirina Îranê ji aliyê Sovyet û Birîtanya ve, valatî di rêveberiya Îranê de çêbû. Şah Riza Pehlewî ji ber zextên zêde yên Brîtanya neçar ma di Îlona 1941’an de dest ji kar bikişîne û Îranê terk bike. Piştî wê desthilatdarî ket destê kurê wî Mihemed Şah Reza.

Dema ku Îran ji aliyê Sovyet û Brîtanya ve hat dagirkirin, desthilatdariya hikûmeta navendî li ser herêmên rojavayê Îranê kêm bû. Di heman demê de Sovyetê jî piştgiriya xwe ji bo gelên bindest nîşan da. Vê yekê derfet da gelên Kurd û Azerî ku mafên xwe bidest bixin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Mahabad Komara Kurdistan û li bajarê Tebrîz jî Komara Azerbaycan hatin avakirin.

Hewildanên damezrandina Komara Kurdistanê

Di 16’ê Tebaxa 1942’yan de Komeleya Jiyaneweyî Kurdistan ji aliyê komek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ên wekî; Hiseyîn Firuher, Ebdulrehman Zebîhî, Ebdulrehman Îmamî, Ebdulqadir Muderîs, Necmedîn Tewhîdî, Mihemed Nanewezade, Elî Mihemedî, Mihemed Eshabî, Ebdulrehman Kiyanî, Sedîq Heyderî û Qasim Qadirî ve hat damezrandin. Kurtenavê komeleyê jî wekî (JK) hat diyarkirin.

Qazî Mehemed tevlî komeleyê bû

Piştî 2 salan sê rêveberên komeleyê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin. Li ser vê yekê rêveberên din ên komeleyê bi Qazî Mehemed ku kaseyet navdar ê Mahabadê bû re pêywendî çêkir û xwestin ku tevlî komeleyê bibe. Qazî Mehemed di encama van pêwendiyan de tevlî komeleyê bû û di sala 1945’an de li gel çend kesayetên din çû paytexta Azerbaycanê Bakû. Li wê derê hevdîtin li gel Serokwezîrê Azerbaycanê Cehfer Baqruv kirin û daxwaza pitşgirî û alîkariya Sovyetê ji bo damezrandina Komara Kurdistanê kirin.

Komar hat ragihandin

Piştî ku şande ji Bakû vegeriya, Rêxistina JK navê xwe wekî Hizba Demokrata Kurdistan gehurt û yekem kongireya xwe di Cotmeha 1945’an de lidar xist. Di vê demê Îranê jî lawaz e û hêzên wê ji hinek herêman derketin. Her wiha Sovyetê jî piştgirî da Qazî Mehemed. Bi vî rengî di 10’ê Kanûna 1945’an de Hizba Demokrat a Azerbaycan bi serokatiya Cehfer Pîşewerî li Tebrîzê Komara Azerbaycanê ragihand.

Piştî 5 rojan bi heman awayî hêzên artêşa Îranê ji Mahabadê hatin derxistin û di roja 22’yê Çileya 1946’an de Komara Kurdistan li Mahabadê hat ragihandin. Komarên Kurdistan û Komara Azerbaycan di nava peywendiyên xurt de bûn.

Karên girîng ên Komara Kurdistan

Li damezirandinê armanca Komara Kurdistanê ji gel re hat vegotin û gel jî bi germî pêşwazî kir. Her wiha xebatên girîng hatin meşandin. Biryar hat girtin ku zimanê Kurdî bibe zimanê ragihandin, xwendin û rêveberinê. Her wiha meclîse hat avakirin ku karên dewletê û mijarên civakî lêkolîn û çavdêrî bike. Endamên meclîsê jî, ji nava xelkê herêmê hatin hilbijartin. Dîsa yekîtî û biratiya bi gelê Azerbaycanê re hat xurtkirin. Ji bo kesên karker û rayedaran yasayek wekheviyê hat derxistin.

Lihevkirina Sovyet û hikûmeta Îranê

Dema ku Komara Kurdistanê sazumaniya xwe bicîh dikirin û gavên girîng di avêtin, di siyaseta herêmê de jî guhertin çêdibûn. Di 26’ê Adara 1946’an de hêzên rojavayî û bi taybetî jî Amerîka zext li Îranê kirin ku ji Sovyet bixwe ku ji bakurê Îranê derbikeve. Di encama van zextan de Sovyet û Îranê li hev kirin û hêzên Sovyetê ji bakûrê Îranê derketin.

Sovyetê pişta xwe Kurd û Azeriyan vegerand

Sovyeta ku li ser fikra Sosyalîzmê hat avakirin û alîkariya gelên bindest dikir da ku bigihîjin azadiya xwe û xwe bi xwe rêvebibin, destek dida gelên li başûrê sînorên Sovyetê. Lê belê ev pîvan ji bo Kurd û gelê Azerî hatin binpêkirin.

Piştî ku hêzên Sovyetê di Hezîrana 1946’an de vekişiyan, hêzên Îranê dest bi êrîşên ser Komara Azerbaycanê kir. Ev yek bû sedem ku peywendiya Komara Kurdistan bi Sovyetê re qut bibe. Komara Kurdistan di aliyê aborî û leşkerî de nekarî êdî alîkariyê bistîne.

Xiyaneta hindirîn

Li aliyê din, Komara Kurdistan hewl dida ku yekîtiya Kurdan ava bike û dixwest ku eşîrên din ên Kurd tevlî Komarê bibin, lê nikarî vê piştgiriyê ji eşîrên Kurd wergire. Komarê ji ber vê çendê nekarî sînorê xwe ji Mukriyan û derdora Mihabadê zêdetir berfireh bike. Lewma wekî Komara Mihabad jî hat binavkirin.

Komara Kurdistan hêviyek di dilê gelê Kurd de çêkir û bû ezmûnek dîrokî. Tevî ku Komara Kurdistan 11 mehan ma, lê di nava vî demê kurt de karî gelek pêşketinên wekî, çapxane, belavkirina pirtûk, govar, rojname û perwerda bi zimanê Kurdî di dîroka gelê Kurd de cihekî xwe yê dîrokî hêla.

Xala bihêz a Komara Kurdistan ew bû ku karî hemû pêkhateyên civakê bixe nava xwe û xwerêveberiyek demokratîk li ser bingehê parastina mafê gelê xwe bû. Lê li aliyê din ji ber ku pişta xwe bi hêzên ji derve re girêdabû, alîkariya madî jî jiderve distend, piştî li hevkirina hêzên Sovyet li gel Birîtanya û hikûmeta Îranê kir û ji Îranê hêzên xwe paşde kişand, nekarî xwe bi parêze.

Dema ku Sovyetê Komar bi tenê hişt, di aliyê aborî, berheman de gelek zehmetî hatin kişandin. Eşîrên ku destpêkê bi komarê re bûn jî êdî bi tu awayekî pitşgiriya Qazî Mihemed nekirin. Gelek ji wan eşîran Qazî Mihemed bi tenê hêlan.

Komara Kurdistan ruxandin

Li gel van geşedanan, artêşa Îranê jî êrîşî Komarê kir. Di 17’ê Kanûna 1946’an artêşa Îranê xwe gihand navenda bajarê Mihabadê ku paytexta komarê bû. Hinek serokeşîr ji herêmê reviyan, lê Qazî Mihemed û hevalên xwe heta dawiyê berxwedan nîşandan. Lê belê li gorî hinek çavkaniyan Qazî Mihemed ji bo ku pêşiya komkijiya gel bigire, xwe radestî hêzên Îranê kir. Piştî wê di 31’ê Adara 1947’an de Qazî Mihemed û hevalên wî li Meydana Çarçira ya Mahabadê hatin darvekirin.

Têkildarî dîrok û ezmûna Komara Kurdistan Mamostayê Beşa Dîrok li Zanîngeha Silêmanî Prof.Dr. Hîwa Ezîz ji Rojnews re axivî. Hîwa Ezîz qala giringiya Komara Kurdistanê kir û got: “Divê ev komar wekî yek ji ezmûnên giring ên gelê Kurd were dîtin. Ji ber ku desthilatdariyek Kurdî bi destê Kurd hat avakirin. Ev komar berovajî ezmûnên ji beriya xwe ew bi destê hizbek hat avakirin û sûd ji rewşa demê û herêmê wergirt.”

Dr.Hîwa Ezîz di dewama axaftina xwe de got: “Komara Kurdistan karên ku di nava 11 mehan de kirî, hikûmeta Herêma Kurdistan ev 27 salin nekariye wan karan bike. Ji bo mînak, Komara Kurdistan giringî bi hişyariya siyasî û hişmendiya civakê da. Li ser bazarê û di warê aborî de karên giring kir. Di aliyê şaredariyê de paqijiya bajar gelek giring didît. Diwarê ziman û wêjeyê de gelek kar kiriye. Giringî bi xwendina jinan û zarokan daye.”

Dr.Hîwa Ezîz qala aliyên nerênî yên Komara Kurdistanê jî kir û got: “Hişmendiya eşîrtî derbek giran li vê komarê da. Gelek eşîr li hemberî Komara Kurdistanê serî rakirin û aliyê dijmin girtin. Herwiha ji siyaseta navnetewî tênegihiştin, bi taybet li peywendiyên di navbera Îran, Sovyet û Brîtanya tênegihişt. Lewaziyek din a vê komarê ew bû ku nekarî xwe ji nava sînorê Mahabatê derxe û xwe bigihîne bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê. Ger karîba sînorê xwe berfireh bike, wê wisan bi hêsanî nehatiba rûxandin.”

Ezmuna Komara Mihabad ji bo roja îro çiye?

Dr. Hîwa Ezîz têkildarî ezmûna Komara Kurdistan ji bo roja me ya îro jî got: “Pêwîste em sûd ji vê ezmûnê wergirin û ezmûnekî hikûmdarî ya Kurd avabikin. Di Komara Mahabadê de giringiyek zêde bi civakê dihat dayîn. Hewldida pirsgirêkên civaka Kurd çareser bike. Pêwîste Kurd di roja me ya îro de sûd ji ezmûna vê komarê wergire û bikare guhertin û siyasetên navnetewî şîrove bike. Ji bo mînak, niha hikûmeta Herêma Kurdistan ji siyaseta Amerîka û welatên derdorê famnake. Ev yek bûye sedem ziyanên mezin bi me were dayîn. Di aliyê dîplomasî de jî em gelek lewazin.”

Li ser pirsa Kurd çawa dikarin di rewşa niha li herêmî heyî de ji bo berjewendiyên xwe sûd wergirin, Dr.Hîwa Ezîz got: “Pêwîste Kurd garantiyek nivîskî ya navnetewî wergirin. Ji bo wekî pêşû pê neyê leyîstin. Hêzên rojavayî ji bo berjewendiyên xwe şerdikin. Heya wê demê ligel me dimînin û me diparêzin heya ku berjewendiyên wan li gel me xilas dibin. Pêwîste Kurd xwe nexin qurbanê siyaseta van hêzan. Divê Kurd xwe jinava welatekî dagirkirî û dabeşkirî derxe û bibe şirîkek yê welatên rojavayî.”

Di dawiya axaftina xwe de Dr.Hîwa Ezîz li ser ezmûna Komara Kurdistan wiha got: “Di roja me ya îro de pirsgirêka Kurdan nebûna yekitiyek di nava hêzên siyasî de ye. Ger Kurd bikarin yekitiyek a xwe avabikin û li ser xalên giring û stratejîk lihevbikin, wê bikarin rê li pêşiya ezmûnên talankirin û dagirkirinên borî ku ji ber nebûna yekitî û berjewendiyên giştî neparastin, bigre.”

(Şk)