Der barê biryarên Encûmena Bilind a Fetwa de beyanname

Rêxistina Azadbûn ji bo Tiwanasazî, Takgerayî û Geşepêdana Mirovî, gelek rojnamevan, aktîvîst û rêxistinên jinan daxwaz kirin ku Encûmena Bilind a Fetwa biryarên xwe paşde bikişîne.


Li navenda Rêxistina Azadbûn ji bo Tiwanasazî, Takgerayî û Geşepêdana Mirovî ya Silêmaniyê der barê biryarên Encûmena Bilind a Fetwa ya girêdayî Yekîtiya Alimên Îslamî ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke çapemeniyê hat lidarxistin.

Tevî Rêxistina Azadbûn ji bo Tiwanasazî, Takgerayî û Geşepêdana Mirovî,  Rêxistina Geşepêdana Xelk, Rêxistina Geşepêdana Demokrasî û Mafê Mirovan (DABÎN), Koma Balansî Cênder, Encûmena Bilind a Xaniman, parlamenter, rojnamevan û aktîvîstên jin tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn.

Beyannameya ku li ser navê jinan arasteyî raya giştî, Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Serokatiya Herêma Kurdistan, Serokatiya Encûmena Wezîran, Encûmena Dadweriya Herêma Kurdistan, Encûmena Bilind a Fetwa ya girêdayî Alimên Îslamî ya Herêma Kurdistanê,  Neteweyên Yekbûyî, balyozxane û konsolosxaneyên welatan, sazî û rêxistinên ragihandin û civakên sivîl hat kirin, ji aliyê rojnamevan û aktîvîst Niyaz Ebdulah ve hat xwendin.

Di beyannameyê de hat diyarkirin ku fetwaya 4’ê Kanûnê ya Encûmena Bilind a Fetwa ya Yekîtiya Alimên Îslamî yên Herêma Kurdistanê li dijî mafên di destûra bingehîn a Iraqê, yasayên Herêma Kurdistan û Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de hatine diyarkirin e.

Di dawiya beyannameyê ev xal hatin destnîşankirin:

1- Encûma Bilind a Fetwa divê fetwayê paşde bikişîne, dest ji her fetwa û daxuyaniyên li hember jinan dibin sedema heqaretê û zewtkirina mafên wan. Pêwîst e Yekîtiya Zanayan rêz ji azadiya takekesî û mafên mirovan re bigire.

2-Em daxwaz dikin ku ji jinan û kasibkarên ajokaran lêborîn bê xwestin ku weke metirsiyê li ser civakê rû da.

3- Pêwîst e li hember jinan zemîna çêbûna sûcan neyê hiştin. Bi vê wesîleyê dezgeha ewlekariyê û dadgeh bicihanîna yasayan bi rol û erkên xwe rabin.

4- Wezareta Ewqaf û mamostayên ayînî divê zindîkirina aştiya civakî û dûrketina heqareta li hember jinan ji xwe re weke rol bibînin.

Hat zanîn ku ev beyanname ji aliyê zêdetirî 200 jin û mêr ve hat îmzekirin.

(yş)