Dewleta Tirk ya dagirker li Serêkaniyê komkujî pêk anî

Dewleta Tirk ya dagirker bi balafiran êrîşî karwana welatiyên herêma Cizîrê yên ku diçûn Serêkaniyê kir. Di encama êrîşî de bi dehan welatî şehîd û birîndar bûn. Di navê de rojnamevanên Fransî û Brezîlyayî jî hene.


Dewleta Tirk ya dagirker ku êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne dîsa êrîşî sivîlan kir.

Balafirên şer yên Tirk vê carê jî êrîşî karwana sivîlên ku ji herêma Cizîrê diçûn Serêkaniyê kir. Hat ragihandin ku di encama vê êrîşa hovane de bi dehan welatî şehîd û birîndar bûne.Di karwanê de rojnamevanên biyanî jî hene.