Di nava 28 salan de Parlamentoya Herêmê..

28 sal bi ser yekemîn hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê re derbaz dibe. Pêkanîna parlamentoyê bi hilbijartinê ye, lê ji ber bandora hizban, destên ji derve, pêşbazî û berjewendiyên siyasî yên li ser parlamentoyê, nekariye wekî pêwîst erkên xwe bicih bîne. Heya niha bi dehan milyar dolar xerc kiriye, lê di nava 28 salan de kêmtir ji 400 yasayan derxistiye. Heya hinek sal tenê yasayek derxistiye.


Di Bihara sala 1991’an de li Başûrê Kurdistanê li dijî rejima Baas raperîn pêkhat, piştre karûbar ji aliyê Eniya Kurdistanî ve hatin birêvebirin. Roja 8’ê Nîsana 1992’an ji aliyê komîsyona ku Eniya Kurdistanî amadekiribû, yasaya Encûmena Nîştimaniya Kurdistanê (parlamento) hat nivîsandin. Di 19’ê Gulana sala 1992’an de jî bi dengê 967 hezar û 229 dengdêran yekem hilbijartina parlamentoyê pêkhat. Roja 4’ê Hezîrana heman salê jî yekem runiştina parlamentoyê pêkhat.

Demên parlamentoyê

Yekem dema parlamentoyê sala 1992’an destpêkir heya sala 2005’an dirêj kir. Parlamento sala 1992’an dest bi kar dike heya sala 1996’an bi şêweyek yekgirtî kar dike. Yanî hemû parlamenterên YNK’ê û PDK’ê di civînan de amade dibûn. Bi vî rengî derketina şerê navxweyî jî nekarî pêşî li rawestandina civînên parlamentoyê bigre.

Lê  piştî 31’ê Tebaxa sala 1996’an bi pêşengiya PDK’ê rejima Baas ket Hewlêrê, êdî parlamnenterên YNK’ê xwe ji parlamentoyê kişandin. Heya sala 2002’an parlamenterên YNK’ê beşdarî civînên parlamentoyê nedibûn.

Di sala 1998’an de bi navbeynkariya Amerîkayê Barzanî û Talebanî Peymana Waşintonê îmze kirin. Ev peyman ji şeş madeyan pêkdihat, pênc madeyên wê li ser yekxistina îdareya herêmê bûn û madeya şeşem jî li ser dijberiya her du aliyan a bi PKK’ê re bû.

Di 4’ê Cotmeha 2002’an de parlamento carek din yekem civîna yekgirtî pêkanî. Ji 30’yê Çileya 2005’an heya 30’yê Îlona 2018’an bi rêya hilbijartinan çar demên parlamentoyê pêkhatin û niha jî parlamento di dema xwe ya pêncem de ye. Rêwaz Fayeq seroka parlamentoyê ye, Hêmin Hewramî cigirê wê ye û Mona Nebî jî sekretera parlamentoyê ye.

Xerciyên parlamentoyê

Li gorî yasaya jimare 1 ya budceya giştî ya Herêma Kurdistanê ji bo sala 2013’an, 55 milyar dînar ji bo xerciyên parlamentoyê hat veqetandin. Muçeyê serokatiya parlamentoyê 10 milyon dînare, muçeyê her parlamenterek 8 milyon dînar e û her şêwirmendekî parlamentoyê jî 6 milyon dînar werdigre. Her parlamenterek teqawît dibe jî muçeyê wî 6 milyon dînare. Ji bilî seroka parlamentoyê di vê demê de 110 parlamenter hene bi ser 16 firaksiyonên cûda de hatiye dabeşkirin. Her wiha zêdetirê 50 şêwirmend hene. Li gorî biryarek nû ya desteya wezîran, wê muçeyê parlamenteran were kêmkirin û muçeyê heyî bibe nîvî. Lê ev tenê biryare heya niha kar li ser nehatiye kirin.

Yasayên ku parlamentoyê derxistine

Parlamentoya Herêma Kurdistanê di nava 27 salên derbazbûyî de 393 yasa û nêzî 100 biryaran derxistiye. Herî zêde di sala 2007’an de yasa hatine derxistin ku ew jî 39 yasa bûn. Di sala 1995’an de jî tenê 1 yasa derxistiye. Her wiha di sala 1992’an de jî sala herî zêde biryar hatin derxistin bû ku ew jî 48 biryar bûn. Di nava 5 mehên îsal de jî tenê yek yasa hatiye derxistin, ew jî yasaya reformê (çaksazî) bû.

Hinek ji biryar û yasayên parlamentoyê ku bûne cihê rexne û nerazîbûna welatiyên Herêma Kurdistanê evin:

Biryara şer li dijî PKK’ê

Roja 4’ê Cotmeha sala 1992’an parlamentoyê biryara şer li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê da. Ji beriya wê demê jî di çarçoveya lihevkirin û peywendiyên Eniya Kurdistanî de ku temenekî wê yê kurt hebû, peyman dabûn rê nedin tevgerên Kurdî yên li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê di nava sinorên Başûrê Kurdistanê de kar û xebatên xwe bimeşînin.

Di vê çarçoveyê de PDK’ê hizba Komel a Îranê ji sinor dûrxist û di baregehên wan de xist di jêr çavdêriya xwe de. Hewildan heman tişt ji bo PKK’ê jî bikin, lê PKK vê yekê qebûl nekir. Ji bona wê PDK’ê û YNK’ê li dijî PKK’ê biryara şer dan. Hêjayî gotinê ye ev biryar di malpera fermî ya parlamentoyê de hatiye rakirin.

Girtina deriyê parlamentoyê

Girtina deriyê parlamentoyê di sala 2015’an de pêkhat, sedemê wê jî ew bû ku parlamentoyê xwest yasaya serokatiya herêmê sererast bike. Sererastkirina vê yasayê ne bi dilê PDK’ê bû. PDK’ê roja 12’ê Cotmeha 2015’an li benda kontrolê ya Pirdê rê li serokê wê demê yê parlamentoyê Dr.Yusuf Mihemed girt û destûr neda bikeve Hewlêrê. Ev bûyer bû sedem ku du sal deriyê parlamentoyê girtî bimîne.

Di pêkanîna erk û desthilatê de lewaziya parlamentoyê

Yek ji erkên parlamentoyê ewe ku çavdêrî û lêpirsînê li ser kar û xebatên hikûmet û desthilata cîbicîkar bike. Lê bi dirêjahiya 28 salan parlamentoyê  nekariye yek berpirs bide dadgehê û ji kar dûr bigre. Li aliyê din nekariye xwe ji bin bandora hizban derxe û bi awayek serbixwe kar bike. Mînaka herî diyar girtina deriyê parlamentoyê bû ji aliyê PDK’ê ve. Her wiha nekariye desthilata xwe bikarbîne û wek pêwîst çavdêriya karên hikûmetê bike. Berovajî niha hikûmet hewildide parlamentoyê bixe bin kontrola xwe û lêpirsînê li gel parlamenteran de bike.

Rakirina mafê destnedana parlamenteran

Rakirina mafê destnedana parlamenter Soran Omer parlamentoya Herêmê bi ser du beşan de dabeş kir. Vê carê jî koma PDK’ê li gel koma pêkhateyên din bûn yek, mîna 23’yê Hezîrana 2015’an dema ku xwendina yekem ji bo projeyayasa sererastkirina yasaya serokatiya herêmê hat kirin, koma pêkhateyên din xwe dan aliyê  PDK’ê û destûr nedan yasa were sererastkirin. Vê yekê jî carek din bandora PDK’ê ya li ser parlamentoyê derxist holê.

Her wiha di 17’ê Adara îsal de PDK’ê hêzek ji bo devera  Zînî Wertê şand, YNK’ê jî hêzek ji bo heman deverê şand ku ew dever wek devera YNK’ê tê zanîn. Vê  yekê jî alozî zêdetir kirin, heya niha parlamento têkildarê aloziyê ti helwestek nîşan nedaye. Herî kêm nekariye aliyan neçar bike hêzên xwe ji deverê bi şûnde bikişînin ku ev daxwaza welatiyên deverê û tevayî gelê Başûrê Kurdistanê ye.

Çavdêrên siyasî gelek caran diyar dikin PDK’ê serokatiya herêmê û hikûmetê di destê xwe de dihêle, serokatiya parlamentoyê jî dide aliyek din. Lê çi dema xwest jî parlamentoyê ji bo berjewendiyên xwe bikartîne.

Hinek ji biryarên parlamentoyê ku ji aliyê  gel ve wek biryarên giring tên pênasekirin wihane;

Şandina pêşmerge ji bo Kobanî

Yek ji biryarên giring ku parlamentoyê girt, biryara jimare 28 ya sala 2014’an a şandina hêza pêşmerge ji bo şerê Kobanî bû.

Piştgirîkirina Rojavayê Kurdistanê

Yek ji biryarên din ên giring, biryara jimare 24 ya sala 2014’an ku taybet bû bi piştgirîkirina rêveberiya Rojavayê Kurdistanê bû.

Derxistina artêşa Tirk

Her wiha parlamenter şanazî bi biryara jimare 38 ya sala 2003’an a parlamentoyê dikin ku taybet bû bi derxistina artêşa Tirk ji ser xaka Başûrê Kurdistanê. Lê di encamê de biryara parlamentoyê nehat bicihanîn û ji wê zêdetir ev biryar jî di malpera fermî ya parlamentoyê de hat rakirin.

Têkildarî rolê parlamentoya Herêma Kurdistanê, Parlamenterê berê yê Herêma Kurdistanê û Çavdêrê Siyasî Ebdullah Mele Nurî ji Rojnews’ê re axivî.

Ebdullah Mele Nurî da zanîn heya niha parlamento nekariye bibe bersivek ji bo çareserkirina qirîz û pêdawîstiyên gel û wiha got; “Wêneyê giştî yê parlamentoyê wêneyek tehl û ne ciwan e. Niha parlamento bûye barek li ser jiyana gel. Bi xwe rûpelek reşe û niha welatî hest bi wê yekê dikin ku nebe baştire. Parlamentoya herêmê dikare yasa derxe, lê îradeya wê ewqas nîne ku hikûmetê neçar bike yasayê bicihbîne. Di pişt parlamentoyê de navendên din yên biryar dayînê hene. Her wiha bûye navendek ya nakokiyên siyasî û tol rakirinê, mîna hemû dezgehên din tê bikaranîn.”

Di dewamê de Ebdullah Mele Nurî diyarkir parlamento bi xwe nebûye cihek ji bo çareserkirina pirsgirêkan û wiha domand; “Berovajî bûye cihek yê zêdekirina qirîz û nehiştina baweriyê. Mînaka vê jî, bi ser navê projeyasa reformê rewatiyê bi diziya serwet û dahata vî gelî didin. Bi ser navê demokrasiyê serokek ne rewa tê ferzkirin, bi navê çavdêriyê çavê xwe li kesên gendel digrin. Parlamento berovajî rolê xwe yê bingehîn bûye cihek ji bo gendeliyê. Xerciyek gelek zêde heye, lê kêmtirîn destkeft û encam hene. Bûye beşek ji xetên xwehr yên vê sîstema hikûmranî.”

(şk)