Di sala 2019’an de rewşa mafê mirovan a Herêmê çawa bû?

Roja 10’ê Kanûnê 71’emîn salvegera qebûlkirina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan e. Îstatîstîk nîşanî me didin ku îsal li Herêma Kurdistanê rewşa mafê mirovan ber bi xerabiyê ve çûye.


Berî niha bi 71 salî weke îro Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan roja 10’ê Kanûna 1948’an li paytexta Fransa Parîsê, li Qesra Chaillot di Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li hember 8 dengên ‘na’ bi 48 dengên ‘erê’ hat îlankirin.

Li dû Şerê Cîhanê yê Duyemîn welatên cîhanê bi mijara maf û azadiyên ji ferdan re tên naskirin werin garantîkirin hatin cem û li hev kirin. Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan metneke ji 30 xalan pêk tê.

Piştî vê danezanê NY hinek peyman û konvansiyonên din jî li ser parastina mafên aborî, çandî, civakî yên mirov, li dijî nîjadperestî û ji bo parastina mafên hindikahiyan qebûl kirine. Lê danezan timî wekî serkanî û bingeh maye, li her aliyên cîhanê kesên ji ol û bawerî, ji nîjad û rengên cihê, yên li dijî zilm û zordestiye rabûne, hatine êşandin, îşkence dîtine, doza bicihanîna hukmên danezana gerdûnî kirine, ji ber hukmên wê, di hiqûqa navneteweyî de, serdestî qanûnen her dewletî ne.

Her sal salvegera qebûlkirina danezanê li her cihê cîhanê bi aktîvîteyên taybet tê pîrozkirin.

Tenê dezgehên hukmî îstatîstîkan kom dikin

Li gor Rêxistina Hikûmxwaran li Herêma Kurdistanê 4 hezar û 117 sazî û rêxistinên hukmî û sivîl jî ku hene, îstatîstîkên binpêkirinan sal bi sal zêde dibin.

Bi wesîleya vê rojê têkildarî rewşa mafê mirovan a li Herêma Kurdistanê ku me hewl da lêkolîn û lêgerînek pêk bînin jî tevî hejmara rêxistinan zêde ne, îstatîstîk tenê ji aliyê dezgehên hukmî ve salane her şeş mehan tên eşkerekirin. Ji ber vê têkildarî binpêkirinên mafên mirovan tenê îstatîstîkên 6 mehên pêşî yên sala 2019’an hene.

Serokê Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê Ziya Batrîs jî bi vê hincetê ku heta niha amar û îstatîstîk kom nekirine, di vê mijarê de ti îstatîstîk neda xuyakirin.

Rêvebera Rêxistina Geşepêdana Demokrasî û Mafê Mirovan (DABÎN) Dilsoz Zengene têkildarî mijara çima îstatîstîkên têkildarî binpêkirina mafan kom nakin got, “Ji ber şikayet û gazinc diçin ber destê dezgehên fermî. Rêxistin jî ji bo wergirtina wan îstatîstîk û amaran diçin cem dem û dezgehan.”

Îstatîstîk û amarên hinek rêxistinan kom kirine jî wiha ne:

Li gor îstatîstîka Rêxistina Mindalparêzên Kurdistan, li Hewlêr hezar û 960 zarok, li Silêmaniyê jî 2 hezar 715 zarok dixebitin û ji wan ji sedî 92 zarokên penaber in.

Li gor Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li dijî Tundûtûjiya li Jinê ya Herêma Kurdistanê di şeş mehên destpêkê yên sala 2019’an de têkildarî jinan 2 hezar û 227 bûyerên tundûtûjiyê (kuştin, xwekuştin, şewitandin, xweşewitandin, tacîz-destdirêjî…) hatine tespîtkirin.

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan jî ku der barê binpêkirinên li hember rojnamevanan amar kom kirine li gor wê, di 6 mehên destpêkê yên sala 2019’an de li hemberî 65 rojnamevanan 27 binpêkirin rû dane.

Li gor îstatîstîkeke ku ne ji aliyê sendîkayê ve hatiye tomarkirin jî di navbera salên 2008-2018’an li hember 580 rojnamevan û saziyên ragihandinê 966 binpêkirin çêbûne.

Dorpêça li ser Kampa Mexmûr

Yek ji binpêkirina mafên mirovan a îsal li Herêma Kurdistanê rû da jî dorpêç û ambargoya li hemberî Kampa Penaberan a Mexmûrê ye. Kampa ku 12 hezar mirovên ji Bakurê Kurdistanê koçber bûne û li wir dijîn, ji nîvê Tîrmehê ve rastî dorpêç û ambargoyê tê.

‘Rêjeya binpêkirinan zêdetir dibe’

Aktîvîstê parêzvanê Mafê Mirovan Helşo Ebdulfetah ê têkildarî salvegera Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ji Rojnews re axivî diyar kir ku heta niha jî mirov nikare li Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybet lihevkirineke mafê mirovan were bicihanîn.

Helşo Ebdulfetah wiha dewam kir: “Rêjeya zêdebûna binpêkirinan didome. Ev sal jî saleke ku em binpêkirinan di dîroka hikûmraniya Herêma Kurdistanê de bi cih dikin. Salane li gel pîrozkirina salvegera danezana mafê mirovan rêjeya binpêkirinan zêdetir dibe. Em hêvîdar in ku desthilatdariya analîzên ciddî pêş bixe û girîngiyê bide lihevkirineke taybet a mafê mirovan.”

(yş)