Fermana 73’yan a Şengalê

Civaka Êzidî ku di dîrokê de bi gelek fermanan re rû bi rû ma, di sala 2014’an de vê carê li ber çavê hemû cîhanê di fermanê re hat derbaskirin. Di 5’emîn salvegera fermanê de, birînên Şengalê hîn bi temamî nehatine kewandin, lê belê civaka Êzidiyan ji êşên hilweşandin, talan, qetilkirin, revandin û êşkenceyê jiyanek nû jî afirandiye.


Çeteyên DAIŞ’ê ku ji sala 2014’an ve li Iraq û Suriyeyê erdîngariyek mezin dagir kir û hovîtiyek mezin pêk anî, civaka Kurd û baweriyên qedîm jî kirin hedef. Çeteyan di 10’ê Hezîranê de bajarê Mûsilê dagir kir û komkujî pêk anîn. Her wiha cihên pîroz ên baweriyan bi bombeyan teqandin.

Hêzên Iraqê ji Şengalê vekişiyan

Bi vê dagirkeriyê re li ser deşta Nînewa, bi taybet jî Şengalê ku navçeyek girêdayî Mûsilê ye û piraniya şêniyên wê Êzidî ne xeteriyek mezin çêbû. Hêzên artêşa Iraqê ku xwe ji Musilê vekişandin, navçeya Şengalê jî vala kirin. Çeteyên DAIŞ’ê jî, li herêmê komkujiyên xwe domandin û gef li hemû baweriyan dikirin. Lewma xeteriya li ser Şengal û civaka Êzidiyan zêdetir bû. 

Piştî ku hêzên Iraqê herêm vala kir, hikûmeta Herêma Kurdistanê 12 hezar pêşmerge şandin Şengalê. Di vê navberê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe li derdora Mûsillê berdewam kirin û piraniya gund û bajarokên li derdora Şengalê dagir kirin. Bi vî rengî Şengal hatibû dorpêçkirin û êdî çeteyan berê xwe dabû Şengalê. Gelê Şengalê herçiqasî di nava metirsiyê de be jî, baweriya xwe bi hêza pêşmergeyan anîbû û wan jî bi çekên xwe amadekarî dikirin ku warê xwe biparêzin. Lê belê tişta ku ew difikirîn wê pêk nehatiba û pêşmergeyan bêyî ku gel agahdar bikin wê herêm vala bikira.

Fermana 73’yan

Di dema ku herêm dihat valakirin de, çeteyên DAIŞ’ê jî êdî berê hemû êrîşên xwe dabûn Şengalê. Ji bilî rêya bajaroka Rebîa ya li ser sînorê Rojava, hemû rêyên Şengalê ji aliyê çeteyan ve hatibûn girtin. Ew rêjî dibin kontrola hêzên PDK’ê de bû, lê li wir jî rê nedihat dayîn ku pêdiviyên jiyanî bên derbaskirin. Di destpêka Tebaxa 2014’an de çeteyan êdî navenda Şengalê dida ber topan, lê dîsa jî destûr nedihat dayîn ku welatî malên xwe bar bikin û li ser riya Rebîa derbasî herêmên bi ewle yên Başûrê Kurdistanê bibin. Tam di van rojan çeteyan bajaroka Rebîa jî dagir kir û Şengal bi temamî dorpêç kir. Êdî rêyeke gel ku derve nemabû.

Di cejnê de hovîtî pêk anîn

Çeteyan êdî ji çar aliyan ve êrîşî Şengalê dikir û komkujî pêk di anîn. Lê hovîtiya herî mezin şeva ku 2’yê Tebaxê bi 3’yê Tebaxê ve girêdide pêk anîn. Di 2’yê Tebaxê ku civaka Êzidiyan cejna Çilê Havînê pîroz dikir de, çeteyan saet di 02.00’ê şevê de êrîşî ser gundê Sîba Şêxidir û Gir Zerik yên li Başûrê Şengalê  kirin. Li van herdu gundan ciwanên Êzidî heta saetên serê sibehê liber xwe dan û li bendê man ku pêşmerge alîkariya wan bikin. Lê ne hêzên pêşmergeyan alîkarî kir ne jî cebilxaneya gundiyan hebû. Di encamê de jî çeteyan gundî di komkujiyê re derbas kirin.

3’yê Tebaxê û hovîtiya herî mezin

Di dema ku çeteyan êrîşên zêde dikirin de, hêzên pêşmergeyan di saetên serê sibeha 3’yê Tebaxê de herêm bi temamî vala kir û xwe paşve kişandin. Di dîmenên ku di çapemeniyê de hatin weşandin de pêşmergeyên ku Şengal terikandin digotin, “bi biryara ji jor em paşve diçin”. Tevî biryara ku hemû pêşmerge ji herêmê paşve biçin jî, komek biçûk a pêşmergeyan li hinek cihan berxwedan kiribû.

Şengala ku bêparastin hatibû hiştin û gelê wê yê sivîl ketibûn nava pençeyên çeteyên DAIŞ’ê. Li gorî zanyariyan, wê demê li Şengalê 500 hezar û 750 kes diman. Çeteyan di 3’yê Tebaxê de êrîşî navenda Şengalê kirin û kî hatiba pêşiya wan qetil dikirin. Her wiha jin, zarok û mêr bi hezaran kes revandin. Êzidiyên li Şengalê ji bo ku nekevin destê çeteyan, berê xwe dan Çiyayê Şengalê.Bi sed hezaran kesên ku di nava wan de zarok, jin, pîr û kal hebûn xwe spartin çiya. Lê bi dehezaran kesan jî nekarîbûn xwe xilas bikin û di komkujiyê re hatin derbaskirin. Bi hezaran hatin revandin, windakirin.

Debarê komkujî, kesên hatine revandin, windakirin û îşkencekirin de heta niha zanyariyên pir zelal nehatine diyarkirin û reqemên cuda tên dayîn.

Di dema fermanê de çiyayê Şengalê bibû tekane stargeha bi sedhezaran welatiyên li Şengalê û gundên wê. Jiber ku hemû alî aliyê çeteyan ve hatibûn dorpêçkirin, ji 7 salî heta 70 salî sed hezaran kes derketin ser Çiyayê Şengalê yê ku di destanên lehengiyê de navê daye nivîsandin. Di dîmenên ku wê rojê ji aliyê çapemeniya azad ve hatin weşandin de, yek ji trajediyên herî mezin dihat dîtin. Ji derguşên li ser singa dayîka xwe heta dayik û kalên 70 salî hemû kesî bêav, bê xwarin berê xwe dabû çiya. Di rêwitiya ku li aliyekê çeteyan êrîş dikirin, li aliyekê germahiya havînê erd diqelaşt de, gelek zarok, kal û pîran ji birçîna û bê aviyê de jiyana xwe ji dest dan. 

Li gorî daneyên ji aliyê saziyên têkildar ve hatine girtin, di fermanê de 360 hezar kesan ji cih û warê xwe koç kir. Bi sed hezaran kesên xwe spartibûn Çiyayê Şengalê di dorpêça çeteyên DAIŞ’ê de bûn û xeteriya komkujiyê li ser wan hebû.

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi sed hezaran kes li Çiyayê Şengalê dorpêç kirin, komek biçûk a gerîlayên HPG’ê ku çend roj beriya êrîşan xwe gihandibûn herêmê, parastinek dîrokî kirin û rê li ber komijiyên mezin girtin. PKK’ê piştre komên nû ji bo parastina herêmê şandin. Şervanên YPG/YPJ’ê li gel gerîlayan jî di navbera Rojava û Şengal de korîdora mirovî vekir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê 12 hezar pêşmerge şandibûn herêmê, lê bi êrîşa çeteyan a 3’yê Tebaxê re, ev pêşmerge paşve kişandin.

Yek ji hêza bingehîn ku parastina Şengalê kir, PKK bû. Dema ku DAIŞ’ê Musul dagir kir, PKK’ê ket nava hewldanan û xeteriya liser Şengalê bi aliyên din ên Kurd re parve kir. Li aliyekê jî komek pispor ku ji 12 gerîlayan pêk dihat, ji bo amadekariyên parastinê şandin Şengalê. Lê belê ji hêzên PDK’ê 3 kes ji wan girtin.

PKK’ê biryara mudaxeleyê girtibû, lê gelê di dorpêça çeteyan de jî, di talukeyê debû. Tam di vê demê de gerîlayên ku ji bo amadekariya parastinê xwe gihandibûn Şengalê ketin dewreyê. Ji 12 gerilayan 3 hatibûn girtin, lê 9 gerîlayên din, ji aliyên ku çeteyan êrîş dikirin ve, Çiyayê Şengalê û bi sedhezaran kes parastin. Li Geliyê Kersê, gerîla nehiştin ku çete derkevin jor. Li aliyê ku li navenda Şengalê dinêre jî, gerîlayan bi doçkaya ku pêşmergeyan li pey xwe hiştibû, çete paşve ajotin.

Wekî di destana Derwêşê Evdî de tê gotin, Derwêş bi 12 siwaran li dijî hezar 500 dijminan bi lehengî şer kir, bi heman rengî gerîlayan jî li ser heman xakê destanek nû nivîsandin. Ji 12 gerîlayan 3 ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin, lê 9 hevalên wan, heta ku 2 tabûrên din ên gerîla xwe gihandin herêmê, Çiyayê Şengalê parastin.

Avakirina YBŞ û vekirina korîdora mirovî

Li gel mudaxeleya gerîlayên HPG/YJA-STAR, şervanên YPG-YPJ’ê jî roja 4’ê Tebaxê ji bajaroka Cezza ya Rojava li dijî çeteyan operasyon da destpê kir û berxwedanek mezin hat nîşandan. Di vê navberê de bi alîkariya gerîlayên HPG’ê ciwanên Êzidî jî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ava kir.

Koçberî û bêdengiya cîhanê

Di korîdora ku hatiye vekirin de, ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran welatî derbasî Rojava hatin kirin. Lê ev jî gelekî bi êş bû û di kelegerma havînê de, zehmetiyên gelekî mezin hatin kişandin. Tevî vê trajediya mezin jî, cîhanê çav û guhên xwe girtibûn. Ji Şengalê 360 hezar kes koçber bûn. Lê nêzî 10 hezar kesan jî warê xwe terk nekir û li ser Çiyayê Şengalê dibin parastina gerîla û şervanan de man.

Bi hezaran Êzidî jî, ji Rojava derbasî Başûrê û Bakûrê Kurdistanê hatin kirin û li kampan hatin bicîhkirin. Kampên ku hatine avakirin wiha ne:

YBŞ û pêngavên rizgarkirinê

Piştî ku gerîlayên HPG/YJA-STAR û şervanên YPG/YPJ’ê Çiyayê Şengalê xistin bin kontrola xwe û korîdora mirovî vekir, êdî dest bi amadekariyên rizgarkirina herêmê hat kirin. Di vê çarçoveyê de ciwanên Êzidî yên ku di dema êrîşên çeteyan de li kêleka gerîlayan tevlî berxwedanê bûn, bi alîkariya gerîlayên HPG’ê xwe birêxistin kirin. Di meha îlonê de jî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi awayekî fermî hatin îlankirin. Bi vî rengî civaka êzidiyan cara yekem bi îradeya xwe hêza parastinê ava dikir. Lewma bi hezaran ciwanên Êzidî di nava refên YBŞ’ê de cîh girtin.

Li gel xebatên rêxistinkirina eniya parastinê, gavên rizgarkirinê jî hatin destpêkirin. Di  2014’an de bi pêşengiya YBŞ’ê û desteka gerîlayên HPG/YJA-STAR li dijî çeteyan operasyon hatin destpêkirin. Di berxwedanên dîrokî ku gelek şervan û gerîla şehîd bûn de, xaka pîroz bihost bi bihost dihat rizgarkirin.Di kanuna (meha 12) a 2014’an de bajaroka Xanesorê ku wê piştre bibe navenda avakirina pergala nû, hat rizgarkirin. Pê re jî gundên derdora wê hatin paqijkirin.

Di sala 2015’an de pêngavên rizgarkirkirinê bi taybetî li rojava û başûrê Çiyayê Şengalê hatin berfirehkirin. Di vê navberê de hêzên parastina Şengalê herku diçû bihêztir dibûn û gel ew hembêz kirin. Bi taybetî tevlîbûna jinan bal kişand û di heman salê de Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) hatin avakirin. Bi hemleyên rizgarkirinê re herêmên wekî Medîban, Sikêniyê, Geliyê Şilo (Geliyê Şehîdan) û bi dehan gundên li van deran, piştî berxwedanên gelekî mezin, hatin rizgarkirin. Pêngava herî mezin ji bo rizgarkirina navenda Şengalê hat avêtin. Di encama pêngava ku li gel gerîlayên HPG/YJA-STAR û şervanên YBŞ/YJŞ’ê hêzên Iraqê jî tevlî bûn de, navenda Şengalê di 13’yê Mijdara 2015’an de ji çeteyan hat paqijkirin. 

Vegera gel û hîmê pergala nû

Bi vegera gel re, civaka Êzidî dest bi xwe rêxistinkirinê kir. Dirûşmeya sereke jî ev bû, “Me ji dîrokê gelek sûd wergirtin, lewma êdî divê em bi îradeya xwe pergala xwe ava bikin”. Lewma di her qadek jiyanê de sazî û dezgeh hatin avakirin. Di 14’yê Çileya 2015’an de Meclîsa Avakar a Şengalê hat avakirin. Di bin sîwaneya meclîsê de jî sazî û dezgehên cuda hatin avakirin. Meclîsê di heman salê de li ser navê civaka êzidiyan ji hêzên navnetewî daxwaz kir ku fermana 73’yan wekî jenosîd bê qebûlkirin û Şengal wekî herêmek Xweser bê naskirin. Di heman salê de Meclîsa Jinên Êzîdî hat avakirin û bi mezinbûna meclîsê re navê wê wekî Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxan (TAJÊ) hat guhertin.

Ewlekariya hundir, perwerde û çand

Bi vegera gel û çêkirina pergalê re pêdiviya sîstema ewlekariya hundirîn jî derket holê. Lewma di Hezîran sala 2016’an de Asayîşa Êzidxanê hat avakirin û bi hezaran keç û xort tevlî bûn.

Yek jî lingên esasî yên pergala nû jî perwerde bû. Cara yekem pergala bi zimanê dayîk hat çêkirin. Di vê çarçoveyê de akademiyên giştî û xweser hatin avakirin, di van akademiyan de bi sedan mamoste hatin perwerdekirin. Piştre jî bi derfetên kêm li Xanesor û Serdeştê dibistan hatin vekirin, bi sedan zarok hatin perwerdekirin. Di rewşa niha de jî li navenda Şengal, Sinurê, Serdeşt û Xanesorê perwerdeyên bi zimanê kurdî, erebî, ingilîzî tên dayîn.

Di warê çandê jî gav hatin avêtin û di serî de baweriya Êzdayetiyê, ji bo çanda û zimanê civaka Êzidiyan xebat hatin meşandin. Navendên çand û hunerê hatin vekirin.

Xizmetguzarî, aborî û tenduristî

Wekî lingekî girîng ê pergalê jî xebatên xizmetguzariyê hatin meşandin. Destpêkê li Serdeştê şaredarî hat avakirin û li ser pirsgirêkên rê, av û hwd hat sekinandin. Di salên dawî de jî li Zorava, Guhbel, Borik, Dihola, Digurê, Sinunê, Xanesor û navenda Şengalê şaredarî hatine avakirin û xizmeta gel dikin.

Di warê aborî de jî xebatên ji bo avakirina koperatîfan hatine destpêkirin û heta niha koperatîfên av û sewalvaniyê hatina avakirin. Her wiha ji bo koperatîfa çandiniyê xebat tê meşandin. Ji bo pêdiviyên tenduristiyê jî li Xanesor, Serdeşt û Şengalê nexweşxane hatine vekirin.

Polîtîka

Yek ji gavên herî girîng di qada siyasetê de hat avakirin. Êzidiyên ku di sala 2003’yan Tevgera Demokratîka Azadiya Êzîdiyan (TEVDA) ava kiribûn, di 24’ê hezîrana 2016’an de kongreya TEVDA’yê lidar xist û navê wê wekî Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) guhertin. PADÊ di sala 2017’an de ji aliyê rêveberiya Bexda ve wekî partiyek siyasî hat naskirin. PADÊ bi navê xwe tevlî hilbijartinên 12’yê gulana 2018’an ên Parlamentoya Iraqê bû û li Şengalê zêdetirî 6 hezar deng girtin.

Bi mezinbûna pergalê re Meclîsa Avakar a Şengalê jî di 30’ê gulana 2017’an de 2’yemîn kongreya xwe lidar xist û navê xwe wekî “Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê” guhert.  Meclîsê di 20’ê tebaxa 2017’an de “Projeya Xweseriya Demokratîk a Şengalê” ku ji 23 xalan pêk tê, ji raya giştî re eşkere kir û daxwazên xwe vegotin. 

Gerîla ji herêmê vekişiyan

Piştî 4 salan, Konseya Rêber a KCK’ê di Adara 2018’an de daxuyaniyek da û diyar kir ku li Şengalê ewlekarî hatiye pêkanîn û hêzên wan erka xwe bicîh aniye, lewma ew gerîlayên li Şengalê paşve dikişînin. 

Di dawiya 5 salan de dikare bê gotin ku li Şengalê jinûve vejandinek pêk hatiye û bi pergala ku hatiye avakirin re, îradeya Êzidxanê êdî xwe dide qebulkirin. Hêzên parastina Êzidxanê YBŞ/YŞJ wekî perçeyek parastina herêmê hatine pejirandin û bi artêşa Iraqê re li dijî DAIŞ'ê operasyonên hevpar lidar dixe. PADÊ wekî îradeya siyasî hatiye qebulkirin û hevdîtinan pêk tîne. Di warê pergala perwerde, çand û baweriyê pêşkeftin hene. Wekî danahevan van hemuyan jî ji bo ku rêveberiya xweser bê pejirandin û di makezagona Iraqê de bê mîsogerkirin, hevdîtin û hewldan hene.