Gelê Şengalê berê xwe da Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê

Li ser banga Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bi sedan kesan bir Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ve derketin rê.


Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, bi daxuyaniyekê seferberî îlan kiribû û banga yekbûna bi Rojava re kiribû.

Li ser banga meclîsê, îro bi sedan welatî ji bo piştgiriya berxwedana şervanên QSD’ê, li bajaroka Sinûnê ya Şengalê kom bûn. Girseya gel piştre jî bi karwanekî wesayîtan ber bi sînorê Rojava ve birê ket.

Çav li rê ye ku girseya gel derbasî Rojava bibe û piştgiriya gelê Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bike.