Ji bo çi yekitiya netewî pêknayê? Beşa Yekem

Zêdetirî 100 sale hewldanên ji bo pêkanîna yekitiya netewî a Kurdan berdewam dikin. Lê hîn jî negihiştine armanca xwe. Dagirkerên Kurdan hertim dijî yekitiya Kurdan rabûne û dijî gelê Kurd dinava pîlanan dene. Herwiha destavêtine demografiya Kurdistanê daku yekitiya netewî pêkneyê. Dagîrkerên Kurdistanê di mijara Kurdan de her tim bûne yek.


Gelek sedemên hindir û derve ji bo pêkanîna kongreyek netewî astengin. Emê di vê raporê de behsa sedemên herî girîng yên ku astengiyê ji bo yekitiya netewî a gelê Kurd çêdike bêjîn.

 Sedemên ji derve

Sedemê derve yên li ber yekitiya netewî dibin asteng, peywendiya xwe bi destwerdan û komployên welatên navnetewî û welatên dagirkerên Kurdistanê ve girê dide. Ev welat hemû li ser bingehê siyaseta parçebûnê danûstandinê bi Kurdan re dikin.

Piştî şerê cîhanê yê yekem û ruxîna dewleta Osmaniyan, Kurdistan bi ser Iraq, Suriye, Tirkiye û Îranê hate belav kirin û bû çar parçe. Dewletên dagirker yên Kurdistanê, Îran, Tirkiye, Iraq û Suriye hertim hewldane gelê Kurd bêdeng bikin. Herwiha ev welat li dijî Kurdan hertim fitne û fesadiyê xistine nava neteweyên Ereb, Tirk û Farisan.

Iraq

Piştî ku di sala 1925’an de Başûrê Kurdistanê (Wilayeta Musil) xistin ser Iraqê, hem hikumeta Melîkî û hem jî hikumeta Komarî bi awayek cûda hewldan gelê Kurd bêdeng bikin. Serdema herî xirap a li hemberî Kurdan, serdema dethilatdariya Basê bû.  Li Iraqê darbeya leşkerî a sala 1968’an çêbû, karên herî xirap jî di serdema Sedam Hiseyîn de hemberî Kurdan pêkhat. Sedam Hiseyîn di sala 1979’an de ket ser desthilatdariyê. Sedam li dijî Kurdan komkujî pêkanî, Enfal û kîmyabaranê hemberî Kurdan pêkanî. Di encamê de zêdetirî 200 hezar Kurd hatin qetil kirin.

Hemû hikumetên Iraqê xwestine gelê Kurd di Iraqê bikin kêmnetew. Ji bo vê bi rêya siyaseta Ereb kirin, derxistina Kurdan a li ser xakê û niştecihkirina Ereban li cihên Kurdan, xwestine kurdan tûne bikin.

Ji bilî hewlên parçekirina Kurdan, hertim xwestine dinavbera aliyên Kurd de şer û alozî çêbibe. Gelek caran bi PDK’ê re lihev kirine. Hemberî vê jî YNK û gelek aliyên din jidervey lihevkirinê hêlane. Armanc jî alozî xistina nava Kurdan û şer bû. Yan jî di sala 1985’an de bi YNK’ê re ji bo pirsgirêka Kurd guftugo hatin destpêkirin. Vê carê aliyên din hêlan ji derve. Hemû hewldanên wan ji bo ku dinavbera Kurdan de alozî û şer çêbibe bû.

Herwiha Hikumeta Iraqê li dijî Îranê alîkariya aliyên Kurd yên li Rojhilatê Kurdistanê kir. Lê zextê jî xist ser wan. Iraqê ji bo ku aliyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê ti carî lihevkirin û peywendiyê bi aliyên Kurd yên Başûrê Kurdistanê re neke, zextê li Kurdên Rojhilat kir.

Îran

Hikumeta Îranê bi rêya xwendinê, zimanê farisî û gelek rêyên din hewlda serweriya netewî a Faris bi ser netewa Kurdan de ferz bike. Herwiha bi rêya peywendiyên cûda û saziyên sîxûriyê hewl da nehêle tevgera azadîxwaz ya gelê Kurd, li Rojhilatê Kurdistanê geş bibe. Ev hewldan hemû jî ji bo ku yekitiya gelê Kurd pêkneyê dikir. Hertim ji bo ku aliyên Başûrê Kurdistanê peywendiyê bi aliyên Rojhilatê Kurdistanê re çênekin zêxtê kiriye. Herwiha dinavbera aliyên Başûrê Kurdistanê de jî nakokê çêkiriye û dijî aliyan alîkariya leşkerî û aborî kiriye.

Weke mînak, di sala 1994’an de dema ku şerê navxweyî li Başûrê Kurdistanê çêdibe, Îran her dem alîkariya eniyek şer kir. Destpêkê alîkariya Tevgera Îslamî û PDK’ê a li dijî YNK’ê dikir. Piştre alîkariya YNK’ê dijî Tevgera Îslamî kir. Demek jî alîkariya Hizba Sosyalîs ku li dijî PDK’ê bû kir. Yanî bi giştî dû armancên Îranê a piştgirî kirina partiyên Başûrê Kurdistanê hebûn. Ya yekem dixwest şerê Hikumeta Iraqê bi wan bide kirin. Ya dûyem jî dixwest partiyên Rojhilatê Kurdistanê dûrbixe, di heman demê de jî nehêle dinava wan de aştî û yekitî çêbibe.

Tirkiye

Dewleta Tirk ji serê avakirina xwe dewleta xwe ve, hemberî tevgera azadîxwaz ya gelê Kurd pîlan daniye. Di 24’ê Tebaxa 1925’an de bi pîlanek bi navê Reforma Rojhilat yanî Bakurê Kurdistanê, zimanê Kurdî qedexe kir. Piştî wê li gorî pîlana şerxwaz bi êrîşên leşkerî û firokeyan hemû çekên qedexekirî bir ser hemû tevgerên azadîxwaz yên Kurdan û bikaranî.

Dewleta Tirk ji Iraq , Îran û Suriyeyê cûda, Kurdan ne wekî netew, nejî weke kêmnetew nabîne. Li gorî Tirkiyeyê bi navê Kurdan ti netew li Tirkiyeyê nîne. Li rexmê ku parçeya herî mezin a Kurdistanê Bakurê Kurdistanê ye û nêzî 20 milyon Kurd li wirin, Tirkiyeyê ticarî Kurdan nasnekiriye û mafê wan nedaye.

Dewleta Tirk hemû serhildan û şoreşên Kurdan yên berê bêdeng kir. Bi deh hezaran gundên Bakurê Kurdistanê şewitandin û ji bo guhertina demografiyê, Kurdan neçar hêla berê xwe bidin bajarên Tirkiyeyê. Tirkiye bi xwe jî dibêjin, ‘Ger li Afrîqayê jî Kurdek hebe, emê dijberiya wan bikin.’

Niha li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna azadîxwaz ya gelê Kurd nêzî serkeftinê bûye, carek din Tirkiye hewl dide têk bibe. Hertim hewl dide nakokiyê bixe nava aliyên Krudistanê de. Weke mînak, di nava çar salên Başûrê Kurdistanê de, balafirên şer yên dewleta Tirk piştgiriya hêzên PDK’ê kir û êrîşê çeperên YNK’ê kir.

Suriye

Suriye jî weke welatên din yên dagirker, li hemberî gelê Kurd gelek pîlan û komployan çêkir. Suriye jî ji bo Kurd nebin yek û xwedî hêz hertim dinava liv û tevgerê de bû. Suriye di bin navê projeya Ereb kirinê de, 500 malbatên Kurd ji navçeyên wan derxistin û li şûna wan Ereban bicih kir. Hikumeta Suriye dixwest bivê pêngavê herêmên Kurdan ji hev cûda bike. Herwiha deh hezaran Kurd bê nasname hêla. Ev yek jî ji bo ku Kurd li Suriyeyê nebin xwediyê tiştekê û dernekevin welatên derve kir.

Dewleta Suriyeyê ji bo dijbertiya hikumetên din yên dagirkerên Kurdistanê piştgiriya tevgerên Kurdan li parçeyên din yên Kurdistanê kiriye. Herwiha li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rolek nerênî leyîstiye û di vê çarçoveyê de bi dewleta Tirk re lihevkir. Herwiha gelek endamên PKK’ê radestî dewleta Tirkiyeyê jî kir.

Lihevkirinên hevbeş

Suriye, Îran, Iraq û Tirkiyeyê ji bo ku Kurd negihin mafên xwe, gelek caran peyman îmze kirin û lihev kirin. Weke mînak, di sala 1975’an de Îran û Iraqê li Cezayîrê, lihevkirina Cezayîrê îmze kirin. Îranê bi vê peymanê, dev ji piştgirî kirina gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê berda û şoreşa Mela Mistefa Barzanî şikest û aşbetalî ragihand.

Herwiha di sala 1985’an de Hikumeta Iraqê bi YNK’ê ku wê demê hêzek mezin ya Başûrê Kurdistanê bû, hewl dida bê ku aliyên din yên Başûrê Kurdistan amade bin lihev bike. Li gorî wê lihevkirinê beşek mezin yê Başûrê Kurdistanê wê rêveberiyaxweser hatiba damezrandin. Lê di qonaxa dawî ya lihevkirinê de, dewleta Tirk şandek şand gel serokê wê demê yê Iraqê Sedam Hiseyîn. Tirkiye got ku ger ev lihevkirin pêkwere, wê peywendiyên xwe yên bazirganî bi Iraqê re bibirin û rê nadin nefta Iraqê were firotin. Ev yek bû sedem ku Iraq ji lihevkirinê poşman bike û piştre jî komkujiya Enfal û kîmyabaranê bi ser Kurdan da destpêkirin.

Sala 2013’an

Li ser pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di sala 2013’an de li bajarê Hewlêrê, ji bo lidarxistina kongreyek netewî gelek civîn çêbûn. Ev yek hêviyek mezin ji bo Kurdan çêdikir. Li gorî çavdêrê siyasî Mihemedemîn Pênciwênî, Tirkiye zextê li PDK’ê kir daku xwe ji kongreyê paş bikêşe û dawî li hewldanên yekitiya netewî bîne.

Referandûm

Di 25’ê Îlona 2017’an de li Başûrê Kurdistanê referandûm pêkhat. Piştî referandûmê dewletên Îran, Iraq û Tirkiye dijî Kurdan carek din bûn yek. Ev dewlet bi rêya zextên aborî, girtina deriyên sînor, balafirxaneyên Herêma Kurdistanê û zextên leşkerî dawî li referandûmê anîn. Herwiha ji bo dagirkirina sedî 52 xaka Başûrê Kurdistanê piştgiriya Iraqê kirin.

Bi van mînakên ku me dayîn diyarkirin û gelek nimûneyên din, derdikeve holê ku dewletên dagirker yên Kurdistanê, bi gelek şêwazan hewldane yekitiya gelê Kurd û destkeftiyên Kurdan ji nav bibin. Eger li parçeyek Kurdistanê jî alîkariya aliyek Kurd jî kiribin, ev jî ji ber ku derbeyek li tevgerek azadîxwaz ya gelê Kurdistanê a parçeyek din bide bû. Yan jî armanca wan ew bû şerê dinava Kurdan de hîn germtir bikin.

Emê di beşa dûyem ya vê raporê de, behsa sedemên pêkanîna yekitiya netewî a Kurdan bikin. Di beşa dûyem de li ser van mijaran wê berpirsên aliyên Kurdistanî bi axivin. Herwiha emê behsa wê bikin ku çi lazime ji bo Kurd astengiyan bişkînin û yekitiya netewî pêkbînin.

(nr)