Ji Kongreya Star banga 3’yemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd

Nûnertiya Kongreya Star bi beşdarbûna Asya Ebdulah tekildarî rewşa Rojavayê Kurdistanê û li ser kar û xebatên jinan civînek li dar xist. Di civînê de Asya Ebdulah banga 3’yemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd kir.


Li Hola Tewar a bajarê Silêmaniyê Nûnertiya Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê bi tevlibûna Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah tekildarî rewşa Rojavayê Kurdistanê û li ser kar û xebatên jinan civînek li dar xist.

Civîn ku ji aliyê endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Ebdulah ve hate rêvebirin, zêdetirî sed kes beşdar bûn.

Her wiha gelek kesayetên rewşenbîr, serbixwe, kesayetên medenî û sivîl, Rêxistinên Mafên Mirovan, çalakvanên jin di civînê de amade bûn.

Civîn bi rêzgirtina li ser rihê şehîdên Kurdistanê ve dest pê kir.

Di civînê de endama Koordînasyona Kongreya Star têkildarî rewşa Rojavayê Kurdistanê û taybet li ser xebatên jinan axaftin kir.

‘Stratejiya dewleta Tirk kuştin, talankirin û koçberî ye’

Aysa Ebdulah diyar kir ku dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê qetlîama gelê Kurd kiriye armanc û got, “Bi çekên giran, bi balafir û obûsan gelê Serêkaniyê ji wir derxist û da koçberkirin. Niha jî çetêyên Idlibê li wir bi cih dike. Her wiha malên Kurda diteqîne û dişewitîne. Stratejiya dewleta Tirk kuştin, talankirin û koçberî ye. Tevahî milk û malê Kurdan dizîn û talan kirin. Dewleta Tirk vê yekê li hember sîstema Rojavayê Kurdistanê dike. Ji bo ku di guhertina Sûriyeyê ya pêşerojê de hebûna Kurdan tine bike serî li her rêyê dide.”

‘Ji bo konferansê divê em xebatan bi lez bikin’

Asya Ebdulah axaftina xwe wiha domand: “Qenaet û baweriya min heye ku em yekîtiya Kurd ava bikin, em ê karibin îro vê rewşê biguherin. Em dikarin pêşiya dagirkeriyê  û guhertina demografîk bigirin. Hêza me ya esasî ji ev e. Hêza me ya berxwedanê, hêza me ya serkeftinê ev e.  Hêza me ya siyaseta demokratîk, hêza me ya netewe ye.  Weke jin eger em rola xwe, kar û xebatên xwe baş bi cih bînin, em dikarin tesîrekê li ser siyaseta neteweyî ava bikin.  Em dikarin di siyaseta neteweyî ya Kurdistanê de zextekê ji bo yekîtiyê ava bikin.  Weke jin ji bo konferansa ya neteweyî ya sêyemîn divê em xebateke hîn leztir bimeşînin.  Her wiha em dikarin xebat û platformên hevbeş bimeşînin. Bi sedan saziyên medenî yên jin hene. Êdi em di rewşeke ku deh rojan carekê çalak bikin ninîn. Divê em her roj çalakiyan bikin.”

Civîn bi pirs û nêrînan bi dawî bû.

(yş)