Ji Rojnameya Kurdistan ta îro rewşa rojnamegeriya Kurdî

Ji beriya 121 salan yekem rojnameya Kurdî ya bi navê Kurdistan derket. Rojnameya Kurdistan bu bingehek ji bo bi sedan rojname û kanalên ragihandinê li her çar parçên Kurdistanê derkevin. Lê li gorî Rojnameger Mihemed Salih Berzencî diyar kirî, heya niha Herêma Kurdistan nekariye bibe xwedî rojnameyek fermî ku dur be ji hizban û qala rewşa netewa Kurd bi giştî bike.


Di 22’ê Nîsana 1898'an de ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve li Qahîreyê Rojnameya Kurdistanê dest bi weşana xwe kir. Bi vê boneyê 22'ê Nîsanê weke Roja Rojnamegeriya Kurdî hatiye pejirandin. Îro 121'emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî ye. Ev rojname bû bingehek ji bo rojnamegeriya Kurdî. Bi boneya vê rojê emê qala dîroka rojnamegeriya Kurdî ji Rojnameya Kurdistan ta roja îro bikin.

Qonaxên derketina Rojnameya Kurdistan

Rojnameya Kurdistan di navbera salên 1898'an ta 1902'an 31 jimar li çend cihekî cûda çap kiriye.

Mithad Bedirxan difikirî ku rojnameya Kurdistanê 15 rojan carekê derxe lê ji ber hin zordariyan ev rojname pir rêk û pêk nehat derxistin. Piştî hêjmara yekemîn dewleta Osmanî ev rojname qedexe kir û nehişt ji aliyê gel ve bê xwendin. Ji ber zext û zordariya Dewleta Osmaniyan a li ser Misirê, Mîqdad Mithad Bedirxan jî neçar ma ku vê rojnamê li cihên cuda derxe. Mithad Bedirxan heta hêjmara 5'an ev rojname derxist û piştre birayê Mithad Bedirxan, Evdirehman Bedirxan karê rojnameyê girt ser milê xwe.

ji jimara 6 ta 19'an li Cenewreya Siwîsreyê hate derxistin, ji jimara 20 ta 23'an dubare li Qahîre hate derxistin. Jimara 24 li London, jimara 25'an du car hate çapkirin, carek li London û cara duwem jî li Folkstona Brîtanya çap bû. Jimara 26 ta 29 li Folkstonê, jimara 30 ta 31 jî li Cenewreya Siwîsre hatin çapkirin.

Rojnamegeriya Kurdî li Başûrê Kurdistanê

Şoreş, raperîn û guhertinan bandoriyek bi hêz di warê rojnmageriyê de çêkir. Ji bona wê rojnamegeriya Kurdî li gel tevgerên niştimanî û şoreşgerî de derket pêş. Hinek lêkolînerên di vî warî de kardikin, qonaxên pêşxistina rojnamegeriya Kurdî li gorî qonaxan bi ser pênç qonaxan de diyar dikin. Ew qonax jî evin;

Qonaxa Yekem; Şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd heya sala 1945'an, di vê qonaxê de rojnameyên; Bangî Kurd, Têgihiştina Rastî, Pêşkeftin, Bangî Kurdistan, Rojî Kurdistan, Bangî Heq, Umêdî Îstiqlal, Jiyanewe, Diyarî Kurdistan, Diyarî Lawan, Ronakî, Zanistî, Gelawêj, Ziban, Jîn, Zarî Kurmancî û Dengê Gêtî Taze hatin derxistin.

Qonaxa Duwem; Serdema damezrandina hizbên Kurdî. Di dema damezrandina hizbên Kurdî de ev yek hate hizirîn ku ji bo îdeolojî û propaganda hizban were belavkirin, pêwîstî bi bi rojnameyan heye. Ji bona wê di sala 1946'an de rojnameya Rizgarî wekî amurekî ya propaganda Hizba Yekitî Kurdistan bi karanî û piştî wê jî Hizba Demokrata Kurdistan derket.

Qonaxa Sêyem; Piştî ku di 14'ê Tîrmeha 1958'an sîstema rêveberî li Iraqê ji Padîşahtî derbazî Komarî bû, ji bo rojnamegeriya Kurd jî bû derfetek. Ji vê demê û şûnde êdî rojnameyên hizban bi awayek eşkere dihatin çapkirin. Piştre gelek rojname û govarên nû derketin bazarê û hatin belavkirin. Jivana rojnameyên herî diyar ku bi awayek eşkere dihatin çapkirin, rojnameyên Xebat û Azadî bûn.

Ev qonax bi giştî wekî qonaxa pêşxistina rojnamgeriya Kurdî li Başûrê Kurdistanê tê nasandin. Ji ber ku di vê serdemê de ne tenê ew herdu rojnameyên hizbî hatin çapkirin, di heman demê de rojname û govarên wekî; Newroz, Hîway Kurdistan, Dengê Qutabyan, Ray Gel, Edeb, Gizing û Beyan dihatin derxistin.

Qonaxa Çarem; Li hevkirina 11'ê Adara 1970'an û sedemê guhertinên di warê siyaseta Kurd de ji beriya lihevkirina 11'ê Adarê rewşa rojnamegeriya Kurdî berbi paşketinê di çû. Bi taybet piştî derba leşkerî ya Sibata sala 1963'an heya sala 1967'an tu rojname û govarekî Kurdî li Iraqê nehat çapkirin.

Piştî lihevkirina 11'ê Adara 1970'an rojnamegeriya Kurdî carek din biser xweve hat û berbi pêşkeftinê ve çû.Di vê serdemê de yekem rojnameya hizbî ya binavê Birayetî hate derxistin. Ev rojname girêdayî Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) bû.

Qonaxa Pêncem; Piştî serhildana 1991'an a Başûrê Kurdistanê, guhertinên mezin di warê dîrokî, siyasî, civakî de li Başûrê Kurdistanê çêbûn. Piştî vê serhildanê peywendiya Başûrê Kurdistanê bi cihanê re çêbû ku ewjî bi rêya kanalên ragihandinê çêbû.

Li Başûrê Kurdistanê pêşkeftinên di warê rojnamegerî de çêbûyîn

 Piştî ku MED TV di 15'ê Îlona 1995'an de li Londonê weke yekem televizyona Kurdî dest bi weşanê kir,rê li pêşiya rojnameger û nivîskarên Kurd vekir. Piştre li Herêma Kurdistan di zanîngeh û peymangehan de vekirina beşê ragihandin û pêşkeftina tekonolojî wisan kir ku rojnamegerî bi awayek bi lez ber bi pêşkeftinê biçe. Gihişt wê astê ku niha li Başûrê Kurdistanê bi dehan kanalên televîzyon û bi sedan radyo û rojnameyên kaxez û elektronîk hene. Ji bilî wêjî beşek zêde ji civakê medya civakî bikartînin.

Li Başûrê Kurdistanê rewşa rojnamegerî

Piştî ku hikûmeta Herêma Kurdistanê hat avakirin bi çend salek rojnameyek fermî ku hinek car bi awayê govar hinek car jî bi awayê rojname hate çapkirin, lê piştre ev kar hate rawestandin. Îro 121 sale bi ser yekem rojnameya Kurdî re derbaz dibe, lê hikûmeta Herêma Kurdistanê nebûye xwediyê rojnameyek fermî ku serbi hikûmetê be ne serbi hizban be.

Rojnameger û nivîskar Mihemed Salih Berzencî têkildarî rewşa rojnamegeriya Kurdî û qonaxên ku têde derbazbûne ji Rojnews'ê re axivî û got; "Di serdemên cûda yên şoreşên Kurdan de tenê rojnameyên xwendinê hebûn. Ji bona wê rojnameyan hertim karê agahdarkirinê ji bo xelkê dikir. Bi belavkirina helbest, nûçe, û mijarên cûda cûda rolekî mezin di şoreşên Kurdan de lîstiye."

Berzencî di dewama axaftina xwe de got ku divê ragihandin bandoriyek erênî li ser civakê çêke û wiha domand; "Divê ne bi awayê niha heyî bandorê çêke. Ji berê de tenê çend rojname û govarek hebûn rolekî xwe yê zêde dinava civakê de hebûn. Hemû nivîskar û xwenekaran dixwendin û ji rewşa heyî agahdar dibûn. Niha bi sedema ku rojname û govar bûne bi awayek elektronîk, xwênerên rojnameyên kaxez kêmbûne."

Di dirêjiya axaftina xwe de Mihemed Salih Berzencî rexne li rewşa niha ya rojnamegeriya Kurdî kir û got; "Niha hikûmeta Herêma Kurdistanê rojnameyek fermî nine, ev yek pirsgirêkek mezine.Dikarim bêjim hemû rojnameyên heyî yên hizbanin. Ev yek jî wisan dike ku bi awayek azad kar nekin. Ji ber ku çi tiştek were gotin divê di berjewendiyên hizba xwede bêje."

(şk)