Karayilan: Berxwedana  Rojava wê bi ser bikeve, dagirker wê têk biçin

Mûrad Karayilan diyar kir ku divê her kes li dijî vê dagirkeriya namerd a faşîzma AKP-MHP'ê raweste, berxwedana pîroz mezin bike. Rojên bê û serketin wê ya gelan be. Ya têk biçe wê dewleta Tirk a faşîst be. Berxwedana Cenga Rojava wê bi ser bikeve.


Fermandarê Bîryargeha Navenda Parastina Gel Mûrad Karayilan têkildarî êrîşên dagirkerîyê yên dewleta Tirk yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de axivî. Karayilan destnîşan kir ku wê Berxwedana Cenga Rojava wê bi ser bikeve û dagirkerîya dewleta Tirk wê têk biçe.

Karayilan wiha got; “Dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên tevahiya dinyayê li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyaseta xwe ya qirker bi rengekî hovane dimeşîne. Şerekî bêhevsengî û bêpîvan dimeşîne. Li aliyekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye ku ji bo şeref, rûmet, hebûn û azadiya xwe bi çekên di destê xwe de li ber xwe dide, li aliyê din jî dewleteke barbar heye ku teknîka pêşketî ya serdemê pê re ye. Şerekî bi vî rengî yê bê edalet heye.”

Karayilan anî ziman ku artêşa Tirk a mêtinger tevî çeteyên El Nûsra, DAÎŞ û yên ji ber El Qaîdeyê mane êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û got, "Ev êrîş ji bo rizgarkirina DAÎŞ'ê ji tinebûnê ye. Di vê çarçoveyê de dema mirov binirxîne hingî êrîşeke ku li dijî tevahiya mirovahiyê ye. Hêzên koalîsyonê di daxuyaniyên xwe de diyar dikin ku ew li dijî dagirkeriyê ne. Eger bi rastî jî li dijî vê dagirkeriyê ne wê demê bila qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dewleta Tirk bigirin. Dikarin vê bikin, ji ber ku di kontrola wan de ye. Eger vê bikin wê hingî hevsengiya şer biguhere hem jî wê dewleta Tirk nikaribe bi rengekî hovane êrîşî sivîlan bike. Eger vê nekin wê demê ev hêz samîmî nînin, durû ne.”

Karayilan baş kişand li ser hovîtîya dewleta Tirk ya ku li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê dimeşîne û wiha dewam kir; “Dewleta Tirk a dagirker û faşîstên qirker hovîtiyê li gelên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, bi rengekî bêperwa êrîş dikin û şehadet rû didin, fedakariyeke mezin tê kirin û barê gelê me giran e. Lê belê dijminê li hemberî me dijminekî welê ye ku di nava xwe de xwedî pirsgirêkên giran e, di nava krîzê de ye û li dinyayê bi tena serê xwe maye. Em bawerin ku ev rastî wê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi ser bixîne. Di Berxwedana Cenga Rojava de wê ne faşîstên Tirk ên qirker, lê belê gelê Kurd û gelên herêmê bi ser bikevin.”

Karayilan destnîşan kir ku gelê Rojava di nava berxwedaneke mezin de ye û got, "Bêguman ne karekî hêsane ku berxwedan di vê astê de bê kirin. Vê berxwedanê ji dil hîs dikin û dijîn. Mîna ku min beriya niha got, em timî bi gelê xwe re ne. Her berxwedan xwedî zehmetî û berdêlane. Gelê me jî di pêvajoyeke vî rengî ya berxwedanê de ye. Çar roj in berxwedaneke gelekî mezin û pîroz tê kirin. Li wê deverê dîrok ji nû ve tê nivîsandin.Taktîka bingehîn a dijmin ew e ku mirovên li herêmê koçber bike û bajaran vala bike. Ji ber vê yekê li derdora gundan û bajarn dixe, dixwaze gel bitirsîne û koçber bike.”

Mûrad Karayilan şaşitîya ku li Efrînê hate kirin bi bîr  xist û bal kişand li ser van xalan; “Divê gelê me qet netirse û kes warê xwe neterikîne. Divê şaşitiya li Efrînê hate kirin kes neke, divê gelê me bi ti deverê ve neçe û her kes li mala xwe, li kolan û bajarê xwe bimîne. Ev yek gelekî girîng e û stratejîke. Ji ber ku taktîka bingehîn a dijmin li ser vê bingehê ye û divê di vê çarçoveyê de bê têkbirin. Divê em zanibin ku dijmin bi bombardûmaneke giran û şerê psîkolojîk dixwaze gelê me koçber bike û herêmê ji gel xalî bike. Divê her kes bi vê rastiyê zanibe, li gorî vê yekê tevbigere û li dijî şerê psîkolojîk ê dijmin hişyar be.”