Kongreya Emerîka bang li Trump kir: Bila Tirkiye bê cezakirin

Meclîsan Nûneran ya Emerîka û Senatoyê ji ber ku sîstema parastina fuzeyan a S-400 ji Rûsyayê girtiye bang li rêveberiya Trump kirin ku Tirkiyeyê ceza bike.


Komîsyonên Hêzên Çekdarî yên Meclîsa Nûneran a Emerîka û Senatoyê piştî bazariyên demeke dirêj li ser budçeya Wezareta Parastinê ya Emerîkayê (Pentagon) ya sala 2020 a 738 mîlyar li hev kirin. Her du komîsyonan bang li rêveberiya Trump kirin, ji ber ku sîstema S-400 girtiye Tirkiyeyê ceza bike.

Her wiha Komîsyonên Hêzên Çekdarî xwestin ku şandina balafirên şer yên F-35 ji bo Tirkiyeyê bê qedexekirin.

Komîsyonan diyar kirin ku girtina S-400 ya Tirkiyeyê gef li bernameya F-35 dike û dan zanîn ku divê rêveberiya Trump cezayan li ser Tirkiyeyê pêk bîne.

(xb)