Konsolosxaneya Tirkiyeyê astengiyê ji rojnamgeran re çêkir

Konsolosxaneya Tirkiyeyê a li bajarê Hewlêrê nehêla komek rojnameger û dezgehên ragihandinê tevlî daxuyaniya wan ya çapemeniyê bibin.


Li gorî agahiyên nûçegihanê me yê RojNews yê li Hewlêrê, konsolosxaneya Hewlêrê wê daxuyaniyek çapemeniyê bidaba. Lê konsolosxaneyê nehêla hemû rojnameger û dezgehên ragihandinê daxuyaniya çapemeniyê bişopînin.

Herwiha nûçegihanê me got; “Ji bo em daxuyaniyê bişopînin me peywendî bi berpirsên konsolosê re danî. Lê tevlîbûna me ya daxuyaniyê red kirin û diyarkirin ku ji bilî rojnamegerên hatîn agadar kirin wê ti kes din tevlî nebe.”

Herwiha hat zanîn ji bilî ajansa me qenala NRT, Xendan û gelek dezgehên din yê Başûrê Kurdistanê jî hatin asteng kirin.

(nr)