Li gorî şopandina dîroka nû ya Iraqê, heta rûxîna rejîna Baas, derdikeve holê Kurd weke piyonekê di lîstokên navneteweyî de hatine bikaranîn. Her çiqas xaka Kurdan hatiye parvekirin, komkujî li ser wan hatiye kirin û şerê Kurd bi Kurd derxistine, lê tişta di serî de rû da, niha jî rû dide. Di derbarê doza Kurd de hemû hêzên navneteweyî li dijberiya Kurdan hemfikrin.
Di 2003’yan de Emerîkayê ji ber bikaranîna çekên kîmyawî ku rejîma Baas li dijî Kurdan bi kar anî, di nava 20 rojan de rejîma Sedam Hisên rûxand û destûra demkî û hakimek medenî yê bi navê Pol Birêmer ji bo danî.
Dema ku em niha û wê demê di warê bikaranîna çekên kîmyawî de tînin beramberî hev ku wê demê Iraqê bikar anî û ji ber li dijî êriş pêk hat, niha li gel hebûna belgeyên bikaranîna çekên kîmyawî jî ku dewleta Tirk bikar tîne, bêdengiya navneteweyî heye, ev jî nîşan dide ku sedema bêdengiyê berjewendiyên hilberînkarên çekên kîmyawî ye.
Di 5’ê Sibata 2003’yan de Wezîrê Derve yê Emerîka Koln Pawil li Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî diyar kir ku di demekî ku ji bo destûrdana êrişa li ser Iraqê guftûgo tên kirin, çavkanî destnîşan dikin ku Iraqê mûşekek ku bîyolojîke veşartiye.
Ev axaftin ji aliyê rayedarek din ê Emerîka ve hate dubarekirin. Wezîrê Parastinê yê wê demê yê Emerîka Donald Ramsfêld diyar kir ku çekên komkujiyên Iraqê li bajarê Tikrît û derdora wê hatine veşartin.
Êrişa li ser Iraqê netenê bi hînceta çekên kîmyawî bû, belku berjewendiyên aborî sedema sereke ya êrişê bû. Belge jî eve ku ji yek ji rayedarên Emerîka tê pirsin, çima we êrişî Koreya Bakur ku bi eşkere çekên atomî heye nekir? Di bersivê de dibêje, Iraq li ser deryaya neftê ye.
Her çiqas rejîma Sedam Hisên çekên kîmyawî û qedexekirî li djiî gelê Kurd bikar anî û zêdetirî 182 hezar Kurd qetil kir, lê êrişa Emerîka ne ji bo parastina Kurdan bû. Ji bo berjewendiyên xwe û hevalbendên xwe yên navneteweyî yên li herêmê bû.
Mîna rejîma Sedem Hisên a hatî rûxandin, di sala 1986’an de dewleta Tirk jî fermana bikaranîna çekên kîmyawî û qedexekirî da artêşa xwe ku li dijî Tevgera Azadiya Gelê Kurd bikar bîne. Lê cudahiya wê eve ku dewleta Tirk heta îro jî bikar tîne û cîhan bêdenge li hember. Lê bikaranîna çekên kîmyawî xistin hinceta rûxandina rejîma Baas û serokê wê jî darve kirin. Lê, ji bo dewleta Tirk ku hevpeymaniya hêzên NATO’yê ye, ker û lal in.
Niha dewleta Tirk heman sûcê Sedam Hisên û rejîma wî li dijî gelê Kurd dike û rojane vî sûcî dûbare dike. Dewleta Tirk a dagirker tevî tinekirina nîjadî û înkarkirina gelê Kurd, bi her awayî li dijî Kurd radibe. Bi her awayî dewletên dagirker hevkariya hev dikin û li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiya Gelê Kurd bi kîlometreyan xaka hev bi kar tînin.
Sûcên li dijî gelê Kurd tên nepanî kirin
Ji aliyek din ve komkujiyên li ser gelê Kurd tên nepanî kirin, ji aliyê din ve jî lîstikên hêzên navneteweyî yên li ser gelê Kurd. Em ê çend mînakên nepanîkirina van sûcên hêzên li hemberî gelê Kurd bi kurtî eşkere bikin.
Rejîma Sedem Hisên çekên kîmyawî û gaza qedexekirî li dijî gelê Kurd bikar anî û bi belge û dosya hate îspatkirin, lê dewleta Tirk di nava hewldanan de bû ku belgeyan tine bike.
Dema ku Îranê ji raya giştî ya cîhanê digot, Iraqê çekên kîmyawî li Helebce bikar aniye, ji bo bi destxistina destkeftiyek siyasî armancek bû, ne ji bo xatirê ‘çavên reş’ ên Kurdan bû.
Komkujiya Roboskê li ber çavê hemû cîhanê di sala 2011’an de ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve pêk hat, lê ti dadgehek navneteweyî ji bo pêk nehat û hesab ji Tirkiyeyê nehate xwestin.
Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyawî kar anî. Qêrîna zarokê bi navê Mihemed ê li Girê Spî gihişte dawiya cîhanê, lê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistinên Mafên Mirovan nebihîst û ker û lal man.
Di sala 2014’an de bi hezaran jin zarok û kal hatin qetilkirin û revandin. Ji ber birçîbûn û têniyê jiyana xwe ji dest dan yan jî winda bûn. Lê heta niha jî sûcdar nehatine dadgehkirin û cezakirin.
Îsal jî ev 7 mehin dewleta Tirk a dagirker bi sûdwergirtina ji bêdengiya raya giştî ya cîhanê, bi çekên kîmyawî êrişî Kurdan dike û komkujiyan dike. Xwezaya Kurdistanê wêran dike, lê ti şandeyên navneteweyî neamade serdana cihên ku çekên kîmyawî lê hatine bikaranîn bike. Tenê sedema vê ewe ku Tirkiye endamê NATO’yê ye û berjewendiyên wan li gel heye.
Ji 23’yê Nîsanê ve dewleta Tirk 323 caran herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê çekên kîmyawî bi kar aniye. Di 5’ê Mijdarê de, Komîteya Tenduristiyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), Doktorên Sînornenas (MSF), Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT), rêxistinên mafên mirovan û parêzvanên mafên mirovan kir ku serdana wan cihan bikin û bikaranîna çekên kîmyawî lêkolîn bikin. Lê hîn bersiva vê bangê nedane û bêdeng in. Ev yek jî rastiyekê eşkere dike ku hêzên navneteweyî parastina berjewendiyên xwe yên aborî, siyasî û leşkerî têxin li pêşiya parastina mafê mirovan û li hemberî sûcên li dijî gelê Kurd tên kirin bêden gin.
Derdikeve holê ku kargehên hilberîna berhêm şer ên hêzên emperyalîst li djî gelên Rojhilata navîn berheman diafirînin. Ji bo wan şerê navxweyî dertêxin, çekên komkujiyan û dijî mirovahiyê diafirin û bi xwe didin welatên weke Tirkiyeyê û li hemberî gelê Kurd bikar tîne. Lê li ser asta navneteweyî qedexe dikin.
(ab)