Mekanîzmeya guherîna destûrê û xalên guherîna wan tê xwestin

Di destûra bingehîn a Iraqê de mekanîzmaya guhertin û sererastkirinê hatiye diyarkirin. Niha jî hewldan ji bo sererastkirina destûra bingehîn a Iraqê hene. Kurd, Şîe û Sunnî dixwazin di sererastkirina destûrê de xwestekên wan werin bicihanîn. Em ê di vê dosyayê de behsa hûrgiliyên guhertina destûrê û xalên xwesteka guherînê li ser hene bikin.


Piştî xwepêşandanan li Iraqê dest pê kirin, ji aliyê hikûmet û Parlamentoya Iraqê ve behsa gelek reforman hate kirin. Sererastkirina destûrê jî yek ji wan reformane ku aliyên siyasî yên Iraqê hewl didin xelkê Iraqê pê bidin sekinandin.

Piraniya çavdêrên siyasî diyar dikin ku sererastkirina destûrê ne xwesteka sereke ya xwepêşanderane û aliyên siyasî dixwazin ji bo berjewendiyên xwe wek xwesteka sereke ya xwepêşanderan nîşan bidin. Lê herî dawî daxwaza sererastkirina destûrê ket warê bicihanînê . Ji bo sererastkirina destûrê komîsyonek ji 21 parlementerên Iraqê hatiye avakirin ji bo kar li ser sererastkirina destûrê bikin.

Mekanîzma guherîn û sererastkirinê

Destûra bingehîn a Iraqê ji 143 xalan pêk tê. Li sala 2005’an piştî xal hatin amadekirin û bi anketê ji xelkê Iraqê hate pirsîn piştre hate pejirandin û pêkanîn. Di destûra Iraqê de mekanîzmeya guherîna destûrê bi vî rengî hatiye diyarkirin.

Di madeya 142’an a destûra Iraqê de tê gotin, ji bo guherîn û sererastkirina destûra Iraqê pêwîste destpêkê parlamentoya Iraqê komîsyonek ji parlementeran ava bike ku ew komîsyon nûnertiya hemû pêkhateyên Iraqê bike. Erkê komîsyonê ew e raporek di nava çar mehan de amade bike û radestî parlementoyê bike. Divê di raporê de behane û sedemên pêwîst ji bo sererastkirina destûrê werin nivîsîn. Piştî komîsyon karê xwe temam kir û şûnde divê ew komîsyon were hilweşandin.

Niha ev komîsyon pêk hatiye, 21 endamên wê hene û ji van 6 endam Kurd in. Vê komîsyonê 11’ê Mijdarê yekem civîna xwe li dar xist. Li gora destûrê divê ev komîsyon heya 11’ê Adara 2020’an karê xwe temam bike. Li gora heman xala 142’an a destûrê dema vê komîsyonê rapora xwe amade kir û pêşniyarên xwe radestî parlamentoyê kir, ji bo pejirandinê pêwîste piraniya parlementeran yanî ji 329 parlementeran herî kêm 218 parlementer dengê ‘erê’ bi kar bînin.

Qonaxa sêyem jî piştî ku ev xal ji aliyê parlamentoyê ve hate erêkirin, xalên hatine erêkirin wê bi referandûmê ji gelê Iraqê were pirsîn û dema referandûmê jî du meha derbas neke.

Qonaxa çarem, xalên hatin sererastkirin dema di referandûmê de piraniya dengan li ser hate dayîn yan jî ji sedî 23’ê dengdêran li sê parêzgehan yan jî zêdetir red nekin, wek xalên sererastkirî yên serkeftî têne hesibandin.

Xalên sererastkirina wan zehmet in

Di benda pêncemîn a xala 142 de tê gotin, heta guhertinên di vê xalê de bigihêjin biryarekê têkildarî guhertina destûra bingehîn ji hukmên xala 126 tê cudakirin.

Her wiha dibêje: Rêgezên bingehîn ên di beşa yekemîn a destûra bingehîn de cih digirin û têkildarî azadiyan û mafan a di beşa duyemîn de cih digirin, tenê piştî du hilbijartinên li pey hevdu bi erêkirina ji 3’yan 2’yê endamên meclîsê, bi qebûlkirina gel a di referandûmê û di nav 7 rojan de bi erêkirina Serokkomar dikare bê guhertin.

Di vê çarçoveyê de divê sererastkirina destûra bingehîn xala yekemîn û duyemîn a destûra bingehîn negire dest û ev jî bi vî awayî ne:  

Xala 1: Komara Iraqê dewleteke serwer, serbixwe û federal e. Şeklê rêveberiya wê Komarparêz nûnertî (parlamenter) û demokrat e. Ev destûra bingehîn yekparetiya Iraqê diparêze.

Xala 2: Nabe qanûneke ku bi hukmên Îslamê yên nayên guhertin, bi prensîbên demokrasiyê, maf û azadiyên bingehîn re nakok bê derxistin.

Xalên daxwaza guherînê li ser hene

Di nav pêkhateyên Iraqê de çend xalên tê xwestin di destûra bingehîn de bên guhertin an jî metirsiya li ser guhertina wan heye hene. Weke mînak Şêwirmendê Serokê Parlamentoya Iraqê Emîn Bekir diyar kir ku du daxwazên Sunniyên Iraqê hene. Ya yekemîn avakirina herêmeke Sunnî ye ya ji çend parêzgehên li naverasta Iraqê pêk bê ye. Ev xwestek jixwe di destûra bingehîn a niha ya Iraqê de heye. 

Di Xala 119 de wiha tê gotin: Ji parêzgehekê yan jî zêdetir parêzgehan weke hatiye diyarkirin daxwaz bê pêkan e bi referandûmê herêmek bê avakirin. Yek;  li ser daxwaza ji 3’yan yekê endamên meclîsên parêzgeha tê xwestin bibe herêm daxwaz were. Du; ji 10’an yekê welatiyên li parêzgeha tê xwestin bibe herêm daxwaz bê kirin.

Sunniyên Iraqê ku heta niha di vê mijarê de daxwazek wer nekirine, eger bixwazin herêmek bê avakirin divê li gor xala 119 a di destûra bingehîn de tevbigerin.

Emîn Bekir da xuyakirin ku yek ji daxwaza din a Sunniyan jî ew e, xala 134 û 135 a di destûra bingehîn de bê guhertin ku ev xal bi taybet behsa dewamkirina xebata li ser jiholêrakirina koka partiya Baas e.

Di xala 134 de tê gotin, Dadgeha Ceza ya Bilind a Iraqê bi sifeta desteya darazê wê di mijara ku li dozên rejîma dîkta ya berê û alîgirên wan kirine bigire dest karê xwe bidomîne. 

Di xala 135 benda 1’ê de wiha tê gotin, Lijneya Jiholêrakirina Koka Partiya Baas bi sifeta desteyeke serbixwe di çarçoveya qanûnan de wê bi organên daraz û rêveberiyê re bi koordîneya pêwîst wezîfeyên xwe bidomîne. Deste girêdayî Parlamentoya Gel e.

Ji ber di rabihuriyê de piraniya serkirde û endamên partiya Baas Sunnî bûn, bi xala têkildarî Jiholêrakirina Koka Partiya Baas piranî kes di girtîgehan de ne. Dîsa li parêzgehên Sunniyan avadanî û xizmet zêde nayê kirin dixwazin ev her du xala bên rakirin.

Yên Kurd jê ditirsin

Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an Desthilatdariya Kurd ji xakên di bin kontrola xwe de beşeke zêde ya bi qasî ji sedî 52 winda kir. Lewma Kurd zexta bicihanîna xala 140 a destûra bingehîn zêde kirin.

Xala 140

Xala 140 a bi taybet ji bo çareserkirina rewşa herêmên di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Herêm Kurdistanê de pirsgirêk e bi vî awayî ye: Yek; Organa rêveberiyê ji bo xala 58. a Qanûna Îdareya Demkî ya Iraqê bi hemû bendên xwe were bicihanîn gavan diavêje. Du; Xisûsên di  Organa rêveberiyê ji bo xala 58. a Qanûna Îdareya Demkî ya Iraqê bi hemû bendên wê de cih digirin û di berpirsiyartiya Hikûmeta Guzare de ye, heta li gor vê destûra bingehîn organa rêveberiyê bi temamî bê hilbijartin wê bên domandin. Ev xebat, ji bo normalkirin, serjimarî û tespîta îradeya niştecihên li Kerkûkê û li deverên din ên bi nakok herî kêm heta 31/12/2007 divê referandûm bê temamkirin.

Lê belê Ev xal di wextê wê de nehat bicihanîn.  Niha jî metirsiya Kurdan ew e di destûra bingehîn a nû de ev xal bê rakirin û li şûna wê yeka din bê bicihkirin.

Petrol û gaza xwezayî

Her wiha hikûmeta Herêma Kurdistan û nûnerên Kurd ên li parlamentoya Iraqê dixwazin xalên 110 û 111û 112 li gor berjewendiyên bên destgirtin û bi taybet têkildarî desthilata federal.

Xala 110: Desthilata federal polîtîkaya maliyeyê, rejîma gumrikê, derxistina pereyan, nîzamkirina polîtîkaya bazirganiyê ya li herêm û parêzgehên Iraqê diyar dike.

Xala 111:  Petrol û gaza xwezayî mulkê hemû Iraqiyan e.

Xala 112: Hikûmeta federal rêveberiya derxistina petrol û gaza xwezayî bi hikûmetên herêmê û parêzgehan re pêk tîne. Dahata tê bidestxistin, bi edalet li gor şêniyan li tevahiya welat belav dike.

Ev xal li gor berjewendiyên siyaseta hikûmeta niha yên berê nînin ku bi serê xwe petrol difirotin derve. Tevî vê jî tirsa wan ew e, di vê mijarê de desthilata wan ji ya niha kêmtir bibe.

Daxwazên Şîeyan

Li gor tê behskirin daxwaza sereke ya Şîeyan ew e, guhertina hukmê parlamenteriyê yê Iraqê ye û avakirina şêwazekî rêveberiya mîna Komara Îranê ye. Bi vî awayî wê Şîe hem desthilatdariyê bi dest bixin hem jî wê desthilatdariya Sunniyan û Kurdan kêm bibe.

Encam:

Ya derdikeve ew e di dema guherîna destûrê de ti guhertinek bê rola pêkhateyên Iraqê nayê pêkanîn. Ji ber ku hemû pêkhate ger ne bi rêya nûnerên xwe jî be, dikarin di dema dengdana referandûmê de sererastkirina destûrê red bikin. Ji bona wê dikarîn bêjin ku sererastkirina destûrê jî mîna hemû mijarên din bi danûstandin û lihevkirina aliyên siyasî yên Iraqê dikare pêk bê.

(şk/yş)