Iraq bi kuştina Qasim Suleymanî re ket sala 2020’an û bi daketina nirxê dînarê Iraqî re xatir ji salê dixwaze. Ev û gelek bûyerên din ên giring yên wek avakirina hikûmeta Mistefa Kazimî, xwepêşandanên li Iraqê, pirsgirêkên navbera Amerîka û Îranê her wiha hewildanên çareserkirina pirsgirêkên navbera Bexda-Hewlêr û lihevkirina li ser Şengalê hinek bûyerên herî giring bûn ku di nava salê de derketin pêş.
Xwepêşandanên li Iraqê di roja 10’ê Çile de ketin roja xwe ya 100’an. Piştre xwepêşandan guherîn girevê û li heft parêzgehên ku xwepêşandan lê hebûn xwepêşanderan kon vedan û çalakiyên xwe berdewam kirin.
Roja 27’ê Çile balyozên 16 welatan ên li Iraqê bi daxuyaniyek hevbeş daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kirin ku di derbarê kuştina zêdetirî 500 xwepêşanderan de lêkolîn û lêpirsînek baş were kirin.
Roja 29’ê Çile Serokkomarê Iraqê Berhem Salih heta roja 1’ê Sibatê dem da aliyên siyasî ji bo nemzetek ji bo serokwezîrtiyê nîşandin.
Roja 1’ê Sibatê Serokkomar Mihemed Tofîq Elawî ji bo pêkanîna hikûmetê erkdar kir. Lê xwepêşandanan li gelek bajaran carek din destpêkirin û diyarkirin ew Mihemed Tofîq naxwazin.
Di meha Çile de hejmara xwepêşanderên hatin kuştin gihişt 19 kesan. Lê di derbarê kuştina hêzên ewlehiyê de ti bilançoyek nehat diyarkirin.
Namzetiya Mistefa Kazimî ya ji bo serokwezîrtiyê
Roja 9’ê Nîsanê Serokkomar Berhem Salih piştî ku Mihemed Tofîq nekarî di dema xwe de hikûmetê avake, Serokê Îstixbarata Iraqê Mistefa Kazimî ji bo avakirina hikûmeta nû erkdar kir.
Roja 6’ê Gulanê Parlementoya Iraqê bawerî bi kabîneya Mistefa Kazimî da ku nehiştina gendelî û bicihanîna daxwazên xwepêşanderan wek karê destpêkê yê hikûmetê destnîşankiribû.
Peywendiyên darayî yên di navbera Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê de
Roja 11’ê Çile serokwezîrê Iraqê yê demkî Adil Ebdulmehdî li Hewlêrê li gel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêmê Mesrur Barzanî civiya. Di civînê de li ser nakokiyên navbera her du aliyan de hene axivîn.
Pirsgirêkên darayî û neftê yên navbera Herêm û Iraqê bi awayek hilawistî maye. Her çiqas ji bo çareserkirina pirsgirêkan gelek caran şanda Herêmê serdana Bexdayê kir, lê hîna ev pirsgirêk bi temamî nehatine çareserkirin.
Tevî ku di dawiya salê de nirxê neftê bilind bû jî, lê Hikûmeta Iraqê ragihand ew di qeyrana darayî de ne û hikûmetê du muçeyên karmendan di dema wê de neda. Ji bo sererastkirina kêmkirina budceyê û kêmkirina qeyrana darayî berpirsên Iraqê serî li daxistina nirxê dînarê Iraqî li hemberî dolar dan. Vê yekê jî nerazîbûna gel bi xwere anî.
Rewşa Ewlehiyê
Di destpêka salê de alîgirên Heşda Şeebî li ser daxwaza Desteya Heşda Şeebî xwe ji ber derê balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê şûn de kişandin.
Roja 2’yê Çile Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi telefonê li gel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî axivî. Pompeo li gel Ebdulmehdî mijara serdegirtina balyozxaneya Amerîka ya ji aliyê alîgirên Heşda Şeebî axivî. Her wiha hişyariya wê yekê da ku hemwelatiyên Amerîkayê serdana Iraqê nekin.
Piştî derdora balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê aram bû, şeva 2 li ser 3 ya Çile Amerîkayê di êrişek hewayî de Fermandarê Supayê Pasdaran Qasim Silêmanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeebî Ebu Mehdî Muhendis li gel çend kesek din li nêzî balefirxaneya Bexdayê kuşt. Ev bûyer bû yek ji bûyerên herî girin ên sala 2020’an. Piraniya aliyên siyasî yên Iraqê nerazîbûn nîşanî Amerîkayê dan. Her wiha li gelek bajarên Iraqê û Herêma Kurdistanê jî sersaxî ji bo Silêmanî û Mehdî Muhendis hatin danîn.
Roja 4’ê Çile Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji ber kuştina Silêmanî û Mehdî Muhendis 3 roj şîn îlan kir.
Tolhildana Îranê ya ji ber kuştina Qasim Silêmanî
Roja 8’ê Çile Îranê di saet 01:40 ta 02:15 deqan ên şevê de bi 22 muşekan êrişê navendên Amerîka û hêzên hevpeyman ên li Iraqê kir. Ji vana 17 muşek avêt Navenda Asîmanî ya Eyn Esed, 5 muşek jî avêt navenda hevpeymanan a li nêzî Hewlêrê. Di daxuyaniyan de hate gotin ji ber êrişê ti ziyan bi hêzên Iraqê negihaye. Lê Amerîkayê diyarkir bi dehan leşkerên wê birîndar bûne.
Di nava salê de hêzên Iraqê li gelek deveran li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê operasyon lidarxistin.
Kontrolkirina deriyên sinorî
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di meha Gulanê de bi daxuyaniyan çend carek mijara kontrolkirina tevayî deriyên sinorî yên Iraqê xist rojevê. Ji bo deriyên sinorî wek çavkaniyek din a dahata welat werin bikaranîn.
Lihevkirina li ser Şengalê
Roja 9’ê Cotmehê şanda Herêmê bi serokatiya Wezîrê Karên Hindirîn ê Herêmê Rêber Ehmed serdana Bexdayê kir. Di serdana Rêber Ehmed de lihevkirina Hewlêr û Bexda ya li ser Şengalê hate îmze kirin. Li gorî vê lihevkirinê wê hêzên Iraqê vegerin Şengalê. Hêzên Êzidiyan ên ku piştî 2014’an ji bo parastina gelê Êzidî hatine avakirin jî divê ji Şengalê derkevin.
Ev lihevkirina ku bêy îradeya civaka Êzidî hate kirin, rastî nerazîbûnek mezin ya gelê Êzidî hat. Xelkê Şengalê li her cihî daketin qadan û nerazîbûn li hemberî vê lihevkirinê nîşan dan. Nêzî meheke jî ji bo destekdayîna Asayîşa Êzidxanê welatiyan kon vedane û çalakî didome.
Roja 15’ê Kanunê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên ji bo amadekariyên serdana Mistefa Kazimî bike çû Enqerê. Fuad Hisên li gel rayedarên Tirk rêze hevdîtin pêkanî. Di hevdîtinan de bi taybetî li ser lihevkirina Hewlêr-Bexda ya li ser Şengalê axivîn.
Roja 17’ê Kanunê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî çû Tirkiyeyê û li gel Erdogan û rayedarên din ên dewleta Tirk civiya. Di civînê de li ser mijara aborî, lihevkirina li ser Şengal û PKK’ê axivîn.
Bi dirêjahiya salê dewleta Tirk gelek caran êrişê ser xaka Herêma Kurdistan û Iraqê kir. Lê Hikûmeta Iraqê ti helwestek cidî li hemberî van êrişan nîşan neda.
Roja 19’ê Kanunê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Urdinê kir û li gel Şah Ebdullah civiya.
Virûsa koronayê
Di Meha Adarê de li Iraqê virûsa Korona belav bû. Roj bi roj hejmara kesê bi virûsê diketin zêde bû. Hejmara kesên bi virûsê ketin heya rojên dawiya salê nêzî 580 hezar kes bûn. Nêzî 12 hezar û 500 kes jî ji ber virûsê jiyana xwe ji dest dan.
(kş)