DIJWAR KIRMAŞAN
Sala 2020’an ji bo Îranê weke çend salên borî salek tîje krîz bû. Siyaseta bêdengkirinê û zextan, kuştina kolberên Rojhilatê Kurdistanê, girtina çalakvanên medenî berdewam kir. Krîza aborî û ketina buhayê Riyal li beramberî dolar Iran ber bi rûxîna aborî ve bir. Kuştina Qadim Silêmanî, xistina balafira Ukranyayê û kuştina Mihsên Fexrî Zade bûyerên herî girîng ên Îranê bûn.
Di 3’yê Çile de li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê Fermandarê Hêza Qudusê ya Îranê Qasim Silêmanî û Fermandarê Heşdî Şabî Ebû Mehdî el Mihendis di êrişekî hêzên Emerîka de hatin kuştin. Ev bûyer yek ji bûyerên herî girîng ên cîhanê bû. Ev herdu kes du kesên herî girîng ên Îranê bû. Herwiha li gel wan 8 kesên din hatin kuştin. Ji wane 4 jê pasdarên Artêşa Îraqê bûn û 4 kesên din jî endamên Heşdî Şebî û Iraqî bûn.
Di 7’ê Çile de Îranê ji bo tolstandina Qasim Silêmanî, bi muşekan li baregeha Emerîka ya li Eyn El Esed xist. 15 mûşek li Baregeha Eyn El Esed a li Enbarê da. Di van êrişan de ziyana giyanî nebû. Hate gotin ku ji berî êrişî Emerîka bi riya rayadarên Iraqê re agahî girtîbûn.
Di 8’ê Çileyê de balafira Boeing 737 a girêdayî Qada Hewayî ya Ukraniyayê dema ku ji Balafirgeha Xumeynî ber bi paytexta Ukraniyê Kîev ve difiriya 40 kîlometreyan nêzî Tehranê kete xwarê. Hate ragihandin ku piştî rabûnê 10 deqan û şûn de ketiye xwarê.
Serokê Beşa Lezgîn ya Îranê Pîr Hisên Kolîwend da zanîn ku di balafirê de 179 kes mirine. Hisên got ku ji wana 147 kes welatiyên Îranê ne û 32 kes jî biyanî ne.
Di destpêka zivistanê de ji ber barîna zêde li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê lehî rabû. Di encama lehiyê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek ziyan li malên welatiyan bû.
Di 21’ê Sibatê de hilbijartinên 11’emîn ên Parlamentoya Îranê pêk hatin. Di dîroka Îranê re rêjeya herî kêm tevlî bibû. Wezareta Hundirin rêjeya tevlîbûnê ji sedê 42.57 ragihand. Lê, li gorî daneyên nefermî rêjeya tevlîbûnê ji sedê 20 bû.
KODAR û PJAK’ê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ji ber hilbijartinên Îranê şeklî û ne demokratîkin û daxwazên gelên Îranê û gelê Kurd, berçav nagirin, ewê hilbijartinên 21’ê Sibatê boykot bikin.
Ji ber binpêkirinên rejîma Îranê, gelek rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Parlamentoya Ewropa Îran şermezar kirin û daxwazin ku werin cezakirin û dadgehkirin.
Di berdewambûna aloziya di navbera Emerîka û Îranê de tevgera leşkerî ya Emerîka li Kendavê zêde bû û heta niha jî berdewame. Emerîka di van demên dawî de hêzên nû li herêmê bi cih kirin û çend tetbîqatên leşkerî kir. Herwiha keştiyên balafirhilgir û ên şer li Kendavê nêzî Îranê bûne.
Li gel belavbûna vîrûsa koronayê li cîhanê, Îran ji yek ji wan welatên herî zêde jê bibandor bibû ku ji ber rewşa xerab a aborî nekarî li gorî tê xwestin pêşî li belavbûna vîrûsê bigire û heta niha jî piraniya bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di rewşa hişyariyê dene. Ji gorî daneyên fermî heta niha zêditirî 200 hezar kes bi vîrûsa koronayê ketine û 54 kes bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Tevî embargoya Emerîka ya li ser Îranê, di meha Gulanê de keştiya neftê ya Îranê ber bi Venezuelayê ve bi rê ket. Piştî vê jî 3 keştiyên din berzîn bir vî welatî. Li gorî Ajansa Ruetersê, henardeya nefta Îranê di meha Nîsanê de 70 hezar bermîl bû, lê di meha Adarê de 287 hezar bermîl bû.
Roja 10’ê Gulanê de keştiyek şer a Îranê hedef hate girtin. Di encamê de 19 leşekrên hêzên deryayî hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.
Di 31’ê Adarê de, Wezîrê Hundirin ê Îranê Abdulezîz Rehmanî Fezilî cara yekem itiraf kir ku di xwepêşandanên 2019’an de 200 heta 220 xwepêşnader ji aliyê hêzên çekdarî yên Îranê ve hatine kuştin.
Êrişên Îsraîlê yên li ser baregeh û navendên Îranê yên li Sûriyeyê berdewam bûm û hîn berdewam dikin. Her çend rojan carekê êriş pêk tên. Artêşa Îsraîlê ragihand ku di sala 2020’an de nêzî 500 caran baregeh û stargehên Îranê yên li Sûriyeyê hedef girtine. Di roja 19’ê Kanûnê di bin zextên Emerîka û Îsraîlê de Rûsya li herêma stratejîk a Bukemal a rojhilatê Sûriyeyê li cihê hêzên Îranê bi cih bû.
Di 2’yê Tîrmehê de li navenda atomî ya li nêzî pêzgeha Îsfahanê teqînek rû da. Hate îdiakirin ku teqîn di encama êrişa Îsraîlê de pêk hatiye.
Di 9’ê Tîrmehê de Serokerkanê hêzên leşkerî yên Îranê li gel Wezîrê Parastiyê yê Sûriyeyê lihevkirinek alîkariya leşkerî îmzekirin. Alarîkariya leşkerî û ewlehiyê weke armanca sereke ya lihevkirinê hate ragihandin.
Di 8’ê Tebaxê de, rêber û damezînerê Rêxistina Qaîdeyê li gel keça xwe li Tehranê hate kuştin.
Di 17’ê Îlonê de KODAR û PJAK’ê di çarçoveya pêngava Konseya Rêveber a KCK’ê ya ji 12’yê Îlonê ve bi bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ li her çar parçeyên Kurdistanê dayî destpê kirin de bi daxuyaniyek hevbeş pêngava ‘Belê ji demokrasiyê re, na ji darvekirinan re’ ragihandin.
Di 23’yê Îlonê de, Kordînasyona Komelgeya Ciwanên Rojhilat (KCR) bi daxuyaniyekê piştgirî da pêngava, ‘Belê ji Demokrasiyê re, na ji darvekirinê re’ ya ji aliyê KODAR û PJAK’ê ve hatî destpê kirin û ragihand ku wê bi hemû hêza xwe piştgiriya pêngavê bike.
Di 25’ê Îlonê de, KJAR’ê li dijî kiryarên faşîst, dagirker û destavêtinê yên dewlet-zilam, pêngava ‘Li dijî sêdare û qirkirina jinê dema parastina jiyana azad e’ ragihand. KJAR’ê di daxuyaniya xwe de got; “Heya Rêber Apo azad nebe, jin jî azad nabin, ji bo vê pêwîste hemû jin bi xurtî tevlî pêngavê bibin.”
Di 27’ê Mijdarê de li Abserd a bajarê Demawend a ser bi paytexta Îranê Tehranê Cîgirê Wezîrê Parastinê Mmihsên Fexirî Zade (Serokê Rêxistina Lêkolîna nû ya Parastinê SPND ya Wezareta Parastina Îranê û Berpirsê Projeya Atomî ya Îranê) di êrişekê de hate kuştin. Hîn çawaniya êrişê nehatiye eşkere kiriy. Lê, ji ber êrişê Îsraîl hate sûcdarkirin. Îsraîlê jî red nekir.
Di 8’ê Kanûnê de li Gîlan, Kirman, Faris, Buşehir, Hurmuzgan û Beluçistanê ji ber lehiya rabûyî 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di 6’ê Kanûnê de tevî ambargoya Emerîka ya li ser Îranê, Îranê 10 keştiyên sûtemeniyê şand venezuelayê.
Di 10’ê Kanûnê de Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Tayib Erdogan li Azerbeycanê tevlî merasîmek leşkerî ya ji bo serkeftina dagirkirina Artsaxê bû. Di merasîmê de Erdogan helbestek ku arasteyî ‘Aras’ ê dikir xwe. Ev helbesta Erdogan bû sedema bertekên rayedar û medya Îranê. Weke destwerdana xaka Îranê bi nav kirin. Wezarata Derve ya Îranê gazî balyozê Tirkiyeyê kir.
Di 12’yê Kanûnê de Rojnameger û Berpirsê Kanala Amednews a Telegramê Ruhala Zem hate revandin. Par li bajarê Necef ê Iraqê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû revandin.
Di 17’ê Kanûnê de Wezareta Xezîneya Emerîka çend cezayên din li 4 kompanyayên pîşesaziyê yên Îranê birî.
Li Îranê îsal ji ber ambargoya Îranê û siyaseta şaş a rayedarên Îranê buhayê pereyê Îranê di dîrokê herî zêde bêqîmet bû. Her 100 dolarê Emerîkî li bazarên Îranê beramberî 3 milyon timen bû.
Sala 2020’an ji bo karker, çîna kedkar û hejarên Îranê dijwar derbas bû. Ji aliyek ve herku diçe bêkarî û hejarî zêde dibe, ji aliyê din ve jî welatî bi zehmetî pêwîstiyên xwe pêşwazî dikin.
Di vê çarçoveyê de îsal jî çalakî û grevên karmend, karker, teqawîtbûyan, xwedekaran û beşên cûda yên civakê berdewam kir. Lê rayedarên Îranê ev nerazîbûn nedîtin. Berevajî bi zûrê bêdeng kirin û hejmarek ji kesên tevlî van nerazîbûnan bûn hatin binçavkirin û hinek avêtin girtîgehê de.
Rejîma Îranê di sala 2020’an de mîna salên borî siyaseta xwe ya bêdengkirina çalakvanan berdewam kir. Di vê çarçoveyê de bi sedan welatî ji neteweyên cuda yên Iranê bi hînceda daxwazên mafên xwe yên sereke hatin girtin û êşkence kirin.
Li gorî daneyên Îranê, di sala 2020’an de ji ber belavbûna vîrûsa koronayê zêdetirî milyonek û 500 hezar kes bêkar man ku ji vane 700 hezar kes jin bûn.
Di sala 2020’an de zextên rejîma Îranê ya li ser girtiyên siyasî yên Kurd zêde bû. Bi giştî 5 caran cihê girtiya jin a Kurd Zeyneb Celaliyan hate guhertin. Suheyla Hîcabî jî du caran hate sûrgunkirin. Herwiha aktîvîsta siyasî Mojgan Kawusî ji girtîha Nuşehir veguhestin girtîgeha Êvin a Tehranê.
Di êvara 29’ê Îlona 2020’an de Kurdên Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê ji bo piştgirîdana pêngava KODAR û PJAK’ê ya li dijî dagirkeriya Komara Îslamî ya Îranê meşek lidar xistin.
Di 9’ê Cotmehê de Fatme Huseynî ku weke dayika Ala Kurdistanê tê naskirin û bi xwesteka Qazî Mihemed yekemîn ala Komara Kurdistanê nexşand koça dawî kir.
Li Rojhilate Kurdistanê îsal zêdetir 50 rêxistinên jiîngehî û komên çiyager pêngava Zagros destpê kirin. Di vê pêngavê de li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê berû çandin.
(ab)