Panoramaya 2018 a Herêma Kurdistanê: Çand

Li Herêma Kurdistanê di nava salê de gelek festîvalên çand û hûnerê, dîdarên hunerî yên li ser rewşa çandê û gelek çalakiyên din ên hunerî li pêk hatin. Fîlmê 14’ê Tîrmehê ku berxwedana dîrokî ya li girtîgeha Amedê vedibêje, 3 hefteyan li ser hev hat pêşandan û sînemaya Başûr zindî kir.


Li Herêma Kurdistanê di nava salê de, li aliyekê xebatên çandê yên Kurdewarî derketin pêş, li aliyê din nerazîbûnên li dijî polîtîkayên biyanîkirin û helandina çanda herêmê hebûn.

Yek ji çalakiyên çand û hûnerî yên ku bi xwere nerazîbûna civakê anî, rêze filmên biyanî yên di qenalên Kurdî de hatîn weşandin bûn. Bi taybet rêze filmên Tirkiyeyê. Li gorî welatiyan rêze filmên Tirkiyeyê, ne li gorî çand û hûnera Kurdane û ne guncave. Herwiha gotin ku bandorek nerênî li ser zarok û ciwanan dikin. Di rêze filmên Tirkiyeyê de gelek bê rêzî li hember gelê Kurd û gelên din yên navçeyê tê kirin.

Li gorî hunermend û derhênerên Kurdan jî, rêze filmên Tirkiyeyê bandorek nerênî li civakê dikin.Hunermend û derhêneran gotin ku divê alîkariya derhêner û hunermendên navxweyî bê kirin. Ger ev yek pêkwere wê pêwîstî bi rêze filmên biyanî neke.

Emê di panaromaya çand û hunerî de, behsa girîngtirîn dîdar, festîval, huner û sînemayan bikin.

Di 14’ê Sibtê de çaremîn Festîvala Şanoya Şeqam li bajarê Kerkûkê hat nîşandan. Festîval 2 rojan dewam kir û di festîvalê de gelek berhemên şanoyê hatin nîşandan. Festîval bi amadebûna komek hunermend, şanoger û rewşenbîr, bi merasîmekê bi dawî bû.

Li qezaya Şarezûr ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê Festîvala Rojên Şarezûr hat lidarxistin. Festîval bi dirûşmeya ‘Raperîn, Jin, Buhar û Newroz’ destpêkir. Di festîfalê de gelek çalakiyên hunerî, edebî, helbest û hunerî pêkhatin.

Di 10’ê Adarê de festîvalek bi navnîşana ‘Proseya bi çand kirina film’ li Emenesurek ya bajarê silêmaniyê destpê kir û 4 rojan domkir. Di festîvalê de bi dehan film hatin nîşandan.

Di 3’ Nîsanê de li wargeha penaberan a şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) 11’emîn Festîvala Çand û Hûnerê destpê kir. Festîval her sal bi hatina roja dayîkbûna Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan tê lidarxistin.

Festîvalek ji aliyê saziya perwerdê bi beşdarbûna xwendekarên seretayî û amadeyî pêkhat. festîval 2 rojan dewam kir û di festîvalê de gelek çalakiyên werzîşî, huner û edebî pêkhatin.

21. Festîvala Gelawêj a Wêje û Ronakbîriyê li bajarê Silêmaniyê pêkhat û festîvala îsal diyarî Berxwedana Serdemê ya Efrînê hate kirin û 3 roj berdewam kir.

Di 8’ê Tebaxê de xelatên 4’emîn pêşbirka çîrok û helbestan a Şehîd Denîz Firat hatin dayîn û pêşbirk diyarî şehîdê çapemeniya azad Rizgar Deniz hate kirin.

Di 10’ê Îlonê de li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Yekemîn Festîvala Zarokan bi gera komek palyaço ku şekirok didan zarokan û zarok kom dikir, destpê kir. Festîval 3 rojan domkir.

Di 10’ê Cotmehê de 3’emîn Festîvala Navnetewî ya Filman a Silêmaniyê dsetpê kir. Festîfal heftiyek domkir û di festîvalê de 140 film ji 52 welatên cîhanê beşdarbûn.

Di festîvalê de Filmê berxwedana 14’ê Tîrmehê hat nîşandan. Filmê Berxwedan 14’ê Tîrmehê ku derhêneriya wê Haşim Aydemîr dike, li ser berxwedana kadroyên pêşeng yên PKK’ê, welatparêzên Kurd û şoreşgerên Tirkiyê ya li dijî zilm û hovîtiya dewleta Tirk li beramber girtiyên li zîndana Amedê kirine, hatiye çêkirin. Film li ser daxwaza temaşevanan li sînemaya Salim zêdetirî 4 heftiyan hat temaşe kirin.

Di 20’ê Cotmehê de 6. Festîvala Navnetewî ya Filman a Dihokê destpêkir, bi giştî ji 50 welatan 105 film beşdarî festîvalê bûne. Festîval li hola Konferansa Zanîngeha Dihokê pêkhat. Di festîvalê de 40 filmên Kurdî û 65 filmên biyanî hatin nîşandan. 600 filim ji bo festîvalê hatibûn şandin, ji 600 filman tenê 105 filim hatin pejirandin.

Festîvala Surna ya Mûzîkê ya ji aliyê Rêxistina Niwêger a ji bo Pêşxistina Hunera Kurdî ve tê organîze kirin, li Telarî Huner a bajarê Silêmanî destpêkir.


Di 25’ê Cotmehê de Festîvala Surna ya Mûzîkê a li bajarê Silêmaniyê destpêkir. Di roja yekem ya festivalê de 6 komên muzîk û dengbêjiyê berhemên xwe pêşkêş kirin.

Di 27’ê Cotmehê de li Kifrî dîdara hunerî û aştî ya ji bo sînema, şano û şêwekarî destpê kir. Dîdar sê rojan berdewam kir û gelek çalakiyên hûnerî, pêşandana film û şanoyê hatin kirin.

Roja 19’ê Mijdarê televziyona Zarok Tv bi zaravayê Soranî dest bi weşanê kir.

Di 22’ê Mijdarê li bajarokê Kelar dîdara Hunerî Germiyan a ji bo sînema û şanoyê destpêkir. Dîdar 3 rojan dewamkir û di dîdarê de gelek film, kurte film û şano hatin nîşandan.

Li Sînemaya Salim 1'ê Kanûnê filmê 14'ê Tîrmehê ku naveroka wê li ser berxwedan û têkoşîna pêşengên PKK'ê û girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Amedê ye, cara yekem bi jêr nivîsa Soranî hat nîşandan.

Film ji ber xwesteka zêde ya temaşekirina hefteyeke din jî li Sînemaya Salim Filmê 14'ê Tîrmehê hat pêşandan. Film rastî eleqeyek mezin ya welatiyan hat. Bi taybet gelek bala ciwanan kêşa.

Di 7’ê Kanunê de derhênerê Kurd Rehîm Zebîhî li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê di encama qezaya trafîkê de li gel birayê xwe jiyana xwe ji dest da.

Roja 8’ê Kanunê nivîskarê Kurd Profesor Dr. Cemal Nebez di 85 saliya xwe de, ji ber nexweşiyeke giran li paytexta Almanyayê Berlînê koça dawî kir.

Di 16’ê Kanunê de nivîskar û rojnamegerê Başûrê Kurdistanê, Mustefa Salih Kerîm di 85 saliya xwe de li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir.