Pergala perwerdeyê ku ji ser keviran veguherî modelbûnê

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê sala nû ya perwerdeyê îro bi 3 hezar û 500 xwendekaran destpê dike. Perwerdeya ku di nava koçberî û êrîşan de, li ser keviran û axê 24 sal berê hatibû destpêkirin, niha veguherîye pergalek mînak.


Penaberên wargeha Mexmûr di salên 1993-94’an de ji ber êrîş, îşkence û zordariya dewleta Tirk her tiştekî xwe hiştin û koçî Başûrê Kurdistanê kirin. Di salên destpêkê de bi rêzê kampên Şeranîş, Bihêrê û kampên cûda bûn.

Li kampan gel, hem hewl dan ku di şertên gelekî zehmet de pêdiviyên xwe yên jiyanî bicîh bînin, li aliyê din ji bo perwerdekirina zarokên xwe ketin nava hewldanan. Di vê çarçoveyê de bi derfetên gelekî kêm, qursên perwerdeyê hatin vekirin û li ser keviran ders hatin dayîn. Her wiha defter, pênûs û pirtûkên wan jî nebûn. Lê zordariya li ser wan dom dikir, lewma careke koçber bûn û li kampên Etrûş û Geliyê Qiyametê bicîh bûn. 

Di bêderfetiyê de perwerde

Li Etrûş û Geliyê Qiyametê ji sala 1994’an heta 1997’an hêjmara wan gihîşt 15 hezarî. Li van wargehan yek ji pêwîstiyên derket pêş jî, perwerdeya zarokan bû. Lewma xebat hatin meşandin û bi beşdariya 10-15 mamosteyên ku hinekan ji wan dibistana mamostatiyê tam neqedibû perwerde destpê kir. Di nava bêderfetiyek mezin de hewl hat dayîn ku pergalek bê avakirin. Di destê mamosteyan de hema bêje pirtûk nebûn û perwerde ji sifirê hat destpêkirin. Di sir û seqama zivistanê de di bin çadiran de, li ser betaniyan û heger hebe bi parçeyek textê reş perwerde dihat dayîn.

400 xwendekar

Piştî demekê hin tecrube hatin girtin û derfetên başitr çêbun. Lewma êdî perwerdeya dibistana seretayî li gorî pergalekê hate amadekirin. Di sala 1996’an de jî li Wargeha Etrûş cara yekem dibistan navîn hat vekirin û navê Endama Rêveberiya Jin a Kampê Zeynep Erdem (Jiyan) ku di êrîşa sala 1995’an a li ser kampê de jiyana xwe ji dest dabû, hat lêkirin. Di wan salan de derdora 400 xwendekar dihatin perwerdekirin.

Perwerde û koçberî di nav hev de

Pergala perwerdeyê hedî hêdî dihat avakirin, lê belê zextên liser penaberan jî kêm nebû û di sala 1997’an de kampên Etrus û Geliyê Qiyametê hatin valakirin. Piraniya penaberan derbasî herêma Nînova bûn, lê hinek jî li herêmên Qesrok, Sêmêlê, Hesenîkê û çend cihên din bi cih bûn. Li wargeha Nînova demekê perwerde hate dayîn. Lê di sala 1998’an de wargeh hat valakirin û penaber derbasî Nehdarê, ji wir jî derbasî herêma Mexmûr a girêdayî Mûsilê bûn.

Mexmur û pergala mînak

Rawestgeha dawî, ango Wargeha Mexmurê ku piştre navê wê wekî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî hat guhertin, hinekê dûrî sînorên Tirkiye û bandora PDK’ê bûn, lewma zext kêmtir bûn. Ji wê salê û vir ve jî li wargehê di her qadekê de jiyan ji nû ve hat afirandin. Perwerde yek ji van qadên bingehîn e.

Di 20 salên wergehê de li ser tecrubeyên li wargehên din, ji dibistana dayikê heta peymangeh û akademiyê pergalek numune ya perwerdeyê hat avakirin.  Di pergala ku hemû bi zimanê Kurdî ye de, heta niha bi hezaran xwendekaran hatine perwerdekirin, her wiha mamoste tên gihandin.

Hejmara dibisitanan

Ji sala 1998’an ve bi tevlîbûna gel, xwendekar û mamosteyan, cihên perwerdeyê ji kevir û axê hatin çêbikin. Kursî û mêz (masa) jî ji kerpîçan çêkirin. Piştî demekê jî hikûmeta Iraq û Neteweyên Yekbûyî (NY) hin alîkarî dan dibistanan.

Li wargehê niha 5 dibistanên dayikê, 4 dibistanên seretayî, 2 dibistanên navîn ên bi nave Şehîd Jiyan û Şehîd Deniz, dibistanek amadeyî, bi giştî 12 dibistan hene. Her wiha peymangehek û akademiyek heye.

Dibistana Amadeyî a Şehîd Koçerîn di sala 2000’an de hat avakirin. Heta niha zêdeyî hezar û 200 xwendekar mezûn bûne û gelek ji wan derbasî zanîngehên Başûrê Kurdistanê bûne.

Peymangeh

Di sala 2014’an de di bin banê Akademiya Şehîd Ferhat Kurtay de Peymangeha Şehîd Kato hate vekirin. Peymangeh di nav pergala perwerdeyê ya wargehê de gaveke nû û mînakeke yekemîn bû. Li peymangeha dema xwendinê 2 salin, sala yekem bernameyek giştî ya perwerdeya bingeh, sala duyem li ser pîşeyê perwerde tê dayîn. Mijarên pîşeyî jî “mamosteyî, ragihandin, tenduristî û hwd.” ne. Xwendekarên ku peymangehê diqedînin bawernameya fermî ya pergala perwerdeyê digirin.

Hejmara xwendekaran

Di rewşa niha de li dibistanên dayikê nêzî 350 zarok tên perwerdekirin. Li dibistanên seretayî, navîn, amadeyî, peymangeh û akademiyê jî salane bi giştî nêzî 3 hezar û 200 xwendekar dixwînin. Ji sala 2005’an ve xwendekarên Mexmûrê serî li zanîngehên Herêma Kurdistanê dan û xwendina xwe ya bilind domandin. Niha nêzî 200 xwendekarên wargehê li zanîngehên Herêma Kurdistanê di beşên wekî “hiqûq, ramyarî, bijîşkî, kîmya, fîzîk, biyolojî, ragihandin, civaknasî, zimanên cuda, perwerde, derûnînasî û coxrafya” dixwînin. Heta niha bi giştî zêdetirî 500 xwendekaran ji beşên cuda mezûn bûne. Gelek ji wan niha li Mexmûrê mamostatî û bijîşkiyê dikin.

Mamoste

Li tevahiya dibistanan bi giştî 200 mamosteyên ku wan jî li van dibistanan xwendiye, ders didin. Di salên dawî de beşek xwendekarên ku ji zanîngehan mezun bûne jî, li dibistanan mamostetîyê dikin. Ji bilî dersên ku li peymangehê ji bo mamostetîyê tên dayîn, bi armanca pêşxistina asta perwerde û mamostetiyê, li wargehê her 2 salan carekê konferansa mamostayan pêk tê. Her wiha konferansa mamostayên jin ji tê pêkanîn. Di van konferansan de li ser bernameya du sala ya dibistanan, rêveberiyên dibistanan, pêşketin û kêmûkurtiyên di nava du salên borî û asta pêşketina xwendekar û mamosteyan tê gotubêjkirin, plansaziyên nû tên derxistin.  

Dersên tên dayîn

Li dibistanên wargehê ji sosyolojî heta fîzîk, kîmya, biyolojî, jineolojî, ekolojî, çand û huner, werzîş, dîrok, bîrkarî, aborî, û felsefe hemû wane hene û bi zimanê dayikê tên dayîn. Mirov dikare bi hêsanî bêje ku pergala perwerdeyê ya li Wargehê ji bo tevahiya gelê Kurd dikare bibe modelek.

Materyalên perwerdeyê

Li wargehê di salên destpêkê yên perwerdeyê de pirtûk û amûrên din ên perwerdeyê nebûn, lewma di betlaneyên havînê de pirtûk û materyalên din bi dest hatin nivîsandin. Piştî ku derfet çêbûn, êdî ji bo dibistanan komputir hatin peydakirin û pirtûk li ser van komputuran hatin amadekirin û çapkirin. Di rewşa niha de hemû pirtûkên dersan bi zimanê dayikê (Kurdî) tên amadekirin. Tevahiya pirtûkan ji aliyê mamostayên wargehê ve tên amadekirin. Lê, ji ber ku li wargehê çapxane nîn e, di çapkirin û zêdekirina wan de gelek astengî derdikevin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) di salên beriya 2005’an de di aliyê çêkirina cil û bergên dibistanê, anîna defter, pênûs û amûrên din yên dibistanê de alîkariya dibistanên Wargehê dikir. Lê, di salên dawiyê de, êdî ne NY û ne ji hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê alîkariya dibistanên Wargeha Mexmûrê dikin. Hemû xwendekar bi derfetên malbata xwe dixwînin.

Zimanê perwerdehê

Li dibistanên Mexmûrê yek ji hîmên bingehîn ê perwerdeyê zimanê dayikê û sîstema li ser vê bingehê hatiye avakirin e. Ji dibistana dayîkê heta peymangehê hemû perwerde bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî tê dayîn. Li dibistanên navîn û amadeyî zaravayê Soranî jî tê dayîn. Ji bilî zimanê dayîkê dersên fêrbûna zimanên Îngilîzî û Tirkî jî tên dayîn.

3 hezar û 500 xwendekar dest bi sala nû dikin

Wargeh di navan rojan de ji bo xwe destpêkirina sala 2018-2019 ya perwerdeyê dike. Li dibistanên wargehê ku hemû amadekarî û bernameyên waneyan temam bûne, wê îro (24 îlonê) perwerdeya sala nû destpê bike. Li tevahiya wargehê bi gihştî 3 hezar û 500 xwendekar wê tevlî dersan bibin.

Hedefên nû

Berpirsê Komîsyona Ziman a Perwerdeya Mexmûrê Mamosta M. Şirîn Çetîn ku li hemû rawestgehên penaberiyê yên ji sala 1993’yan ve di xebatên perwerdeyê de cîh girtî ye, li ser pergala perwerdeyê û hedefên xwe yên nû ji RojNews re axivî.

M. Şirîn Çetîn bibîr xist ku wan ji bo pêşxistina hişmendiya zarokên xwe dest perwerdeyê kiriye û piştî rêyên tije kelem ku li jor hatine rêzkirin, gihîştine pergala niha. Çetîn da zanîn ku êdî li Mexmûrê mamoste û xwendekar zêde bûne, pirtûk çêbûne û xwendekar dikarin li gorî daxwazên xwe branşan hilbijêrin û biçin zanîngehan. Şirîn destnîşan kir ku bi temamî nebe jî, hikûmet êdî pergal û xwendakarên wan bi fermî qebûl dike.

‘Armanc pêşxistina civakê ye’

Çetîn, destnîşan kir ku armanca pergala perwerdeya wan pêşxistina civakê ye û wiha dom kir: “Bi rêya perwerdeyê em dixwazin biratiya di nava gelan de çêbikin. Em dixwazin bidin diyarkirin ku desthilatdarî tiştekî baş nîn e. Her wiha dewlet ne sîstemek azadkirina civakê û rêyek serkeftinê ye. Em dixwazin civakê pêş bixin ku xwe birêve bibe. Li gorî min ev pergal wê ji bo gelê Kurd bikare pêşengiyê bike. Mînak bernameya me ya ji berî du salan û niha ji hev cuda ye. Em niha saziyên perwerdeyê û pirtûk çêkirinê ji hev cuda dikin. Em dixwazin hemû sîstemên ku zorê li xwendekaran dikin rabikin. Ji bo vê em di nava lêgerînê de û difirin ku di salên pêş de rêbaza ezmunên ku xwendekaran didin zorê biguherînin.”

‘Krîterên mamosteyan diguherin’

Şirîn Çetîn da zanîn ku di pergala wan de mijarek girîng mamoste ne, lewma ew girîngiyê didin û wiha pê de çû: “Li gorî pêvajoyan girtina mamosteyan tê guhertin. Berê li gorî derfetan me mamosteyên dildar û hinek zanebûna wan hebû digirtin. Yên dibistana navîn jî xwendibûn, me wekî mamoste digirtin. Lê êdî xwendekarên me çêbûn û di nava pergalêde pijiyan. Lewma êdî me sînor danî û yên dibistana amadeyî neqedanbin, wekî mamoste nayên girtin. Piştre ji xwendekarên me çûn zanîngehan û ji pêwîstiyên wargehê zêdetir kesên bikarin mamostatiyê bikin derketin. Lewma me got divê xwendekarên zanîngeh qedandîne ji bo mamostatiyê werin girtin.”

‘Xwendekarên me ji gelek tiştan bêpar dimînin’

Çetîn diyar kir ku tevî pêşketinên mezin jî, gelek pêwîstiyên wan hene û ev pêwîstî wiha rêz kirin: “Niha li cîhanê polên xwendekaran 20 kes in. Lê ji ber ku cîh nîne, em niha 35 kesan dixin polekê. Her wiha ji bo mamostayek bikare hîn baştir di biranşa xwe de xwe amade bike û waneyên xwe bide, herî kêm pêwîste heftane 15 heta 16 saetan wane bide, lê hejmara mamosteyan kêm e, lewma mamoste niha zêdeyî 20 saetan wane didin. Dîsa ji bo waneyên kîmya û fîzîkê pêwîstî bi gelek ceribandinên zanistî heye, lê ji ber ku derfet nîne, em nikarin. Xwendekarên me ji tiştên gelek asayî bêpar dimînin. Lewma dema ku xwendekarên me derbasî zanîngehê dibin, zehmetiyan dibînin.”

‘Daxwazên me nayên pejirandin’

Çetîn go tku ev çend sale alîkariyek asayî ji bo wan nayê kirin û wiha dom kir: “Tevî ku em weke penaberên siyasî hatine pejirandin jî, alîkarî nayê kirin. Xwendekar bi derfetên xwe dixwînin. Ger ku derfeta malbatê nebe, nikarin zarokên xwe bidin xwendin. Serî li hikûmeta Başûr û navendî tê dayîn, lê encam nîn e.”

‘Dîplome tên pejirandin, lê nagirin kar’

Şirîn Çetîn da zanîn ku dîplomeyên dibistanê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê pejirandin, lê cudakarî tê kirin û ev tişt anîn ziman: “Ev jî bi mijara siyasî ve girêdayî ye, newêrin xwendekarên me li dibistanên xwe bi cih bikin. Hinek xwendekarên beşên zanîstî yên xizmetê dipejirîn, lê bi taybet ên beşê wêjeyî û siyasî qedandine qet qebûl nakin. Mînak dikarin bêjin bijîşkek an jî endezyar dikare were kar bike, ji ber ku bandoriya wê li sîstema wan nake.”

‘Zimanê Kurdî cihê xwe girtiye’

Çetîn bal kişand ku di pergala perwerdeyê de êdî zimanê Kurdî dikare hevaltiyê bi Îngilîzî, Fransî, Erebî û zimanên din re bike û di hemû beşên zanistê de dikarin zimanê Kurdî yê sade bi kar bînin. Çetîn got ku pirsgirêka zimanê Kurdî nîne û êdî nirxandina ‘gelo zimanê Kurdî wê bibe zimanê wêjeyê?’ nayê kirin.

Lêkolîna li ser pergalê

Çetîn diyar kir ku ew dixwazin pergala perwerdeyê hîn pêş bixin, bi vê armancê jî saziyek giştî ya lêkolînê hatiye avakirin û wiha got: “Wê li ser perwerdeya hemû dewletan lêkolînê bike. Di dema pêş de wê li gorî wê qoxanên nû destpê bikin. Di warê zanistî de, pêwîstiya me bi zanabûna pergalan heye. Divê hêlê de pêwîstiya me bi lêkolîna hemû welatan heye. Lewma pêngavek wiha hatiye destpêkirin û nêzî sed mamosta hatine erkdarkirin. Piştî lêkolînê dibe ku em gelek tiştên xwe biguherînin.”

(a)