Piştî 100 salan siyaseta parçekirina Kurdan hîn jî didome

Şêx Mehmûd Fehîd (Berzencî), 100 sal beriya niha Îngilîz ji Silêmaniyê derxistin û yekemîn hikûmeta xwe damezirand. Lê Îngilîzan eşîrên Kurd ji Şêx Mehmûd dûr xistin û hêzên Kurdî parçe kirin, piştre jî Silêmanî dagir kir. Piştî sed salan, li hemberî Kurdên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, heman siyaseta parçekirinê tê meşandin.


Îro salvegera serhildan û avakirina yekemîn hikûmeta Şêx Mehmudê Hefîd (Berzencî) ye. Sed sal beriya niha, bi pêşengiya Şêx Mehmud li Silêmaniyê hikûmeta Kurdistanê hat avakirin, lê bi polîtîkayên perçekirina Kurdan û êrîşan, temenê wê dirêj nebû.

Piştî şerê cîhanê yê yekemîn, li Rojhilata Navîn hêzên dagirker ên wekî Osmaniyan têk çûbûn, lê li şûna wan dagirkerên din ên wekî Îngilîz û Fransiyan girtibûn. Di vê demê de gelên herêmê jî, ji bo azadiya xwe dest bi têkoşînê kiribûn.

Kurd, li pey çareseriyê bûn û serî hildabûn. Piştî têkçûyîn mîrnişîna Baban a di sala 1851’an de, vê carê di sala 1919’an de bi pêşengiya Şêx Mehmud serhildan çêbû.
 

Di roja 23’yê Gulana 1919’an de, Şêx Mehmûd Hefîd (Berzencî), Îngilîz ji Silêmaniyê derxistin, ala Birîtanya daxist û ala hikûmeta xwe hilda. Lê piştî çend rojan Îngilîzan êrîş bajarê Silêmaniyê kirin û dagir kir.

Şêx Mehmûd Berzencî, sala 1881’an li herêma Berzencî ya Silêmanî di nava malbateke ku bi dîndariya xwe bi navûdenge de tê dinê. Piştî hilweşîna mîrîtiyên Baban, desthilata olî, civakî û siyasî ya Kurdistanê dikeve destê wan.

Sala 1908’an bi plana Îttîhad Teraqî (dewleta Osmanî) li bajarê Mûsilê Şêx Sêîdê bavê Şêx Mehmut Berzencî û birayê wî şêx Mihemed şehîd dikevin û êdî erka birêvebirina karûbarên malbatê dikeve ser milê Şêx Mehmud. Ji ber vê sala 1918’an birêvebirina karûbarên bajarê Silêmanî dikeve ser milê wî.

Li gorî zanyariyên ku Mamosteyê Beşa Dîrokê ya zankoya Silêmanî Dr. Ako Şiwan dane ajansa me, roja 12’ê Mijdara 1918’an Nûnerê Îngilîzan Mecer Neol li gel pênc hevkarên xwe tê Silêmaniyê û piştî rojekî, li ber Deriyê Sera yê bajarê Silêmaniyê, li gel beşek ji serokeşîran kom dibe û Şêx Mehmûd Berzencî weke hikûmdarê herêmê dide nasîn. Piştî çend rojan Şêx Mehmûd hikûmeta xwe ava dike.

Îngilîzan ew qebûl nekir

Dr. Ako di dewama axaftina xwe de behsa pêweyndiyên Şêx Mehmûd Berzencî û Îngilîzan kir û got: “Şêx Mehmûd her timî ev pirs ji Îngilîzan kiriye. Ya yekem digot, ‘wateya hikûmraniyê çiye ku ez kirime hikûmdarê vê herêmê?’, ya duyemîn jî ew bû ku di got, ‘eger ez hikûmdar bim sînorê van herêman heya kuderê diçe ku ez lê hikûm bikim?’ Lê Îngilîz timî ji bersivdayîna van pirsan direvîn. Ji ber vê Şêx Mehmûd fêm kir ku Îngilîz hikûmraniya wî naxwazin.  Yanî kesek ku ji wan re xizmet bike û li gorî berjewendiyên wan bixebite dixwestin.”

Serî hilda

Dr. Ako da zanîn ku her roja paştir pirsgirêkên Şêx Mehmûd li gel Îngilîzan zêdetir bûne û wiha pêde çû, “Pirsgirêkên Şêx Mehmûd yên li gel Îngilîzan bûn sedem ku nûnerê Îngilîzan Mecer Noel 21’ê Gulanê Silêmaniyê terk bike. Piştî wê Şêx Mehmûd Berzencî dest di danî ser hemû karmendên Îngilîz û ala Brîtanya dadixe, ala hikûmeta xwe li Silêmanê radike. Piştî çend rojan li derbenda Bazyan şer rû dide. Di şerê yekemîn ku rû dide de Şêx Mehmûd biser dikeve. Lê piştî wê ji ber hêza wî ya leşkerî û çek kême, Şêx Mehmûd di şer de têk diçe û bi birîndarî dikeve destê Îngilîzan. Piştî ji aliyê Îngilîzan ve tê dadgeh kirin, mişextê Hîndîstanê tê kirin.”

Polîtîkaya perçekirinê

Mamosteyê Beşa Dîrokê Dr. Ako di dewama axaftina xwe de bal kişand ser sedema şikestina serhildana Şêx Mehmûd Berzencî û got: “Hem pirsgirêka Şêx Mehmûd li gel Îngilîzan hebû, hem jî Îngilîzan eşîrên herêmê ji Şêx Mehmud dûr xistin. Eşîran xwe nedidan gel Şêx Mehmûd.”

Nivîskar Refîq Hilmî jî di pirtûka xwe de wiha behsa polîtîkaya Îngilîzan dike: “Dema berpirsekî Îngilîzan yê bi nave Kabtn Bill diçe gel eşîretan, ji eşîran pirsîye ku hejmara wan çend kese? Çiqas hêzên wan ên çekdarî hene? Çekên wan çine? Her wiha pirs kiriye ka wan çekên xwe ceribandine yan na. Xwestine bizanin eger ev eşîr li dijî Îngilîzan derkevin wê bandoreke çawa bibe, eger li gel jî bin wê çi fêdeyek hebe. Ji ber fêm kirine ku Şêx Mehmûd naçe bin desthilatiya wan.”

‘Ger yekîtî hebûya wê serkeftin jî hebûya’

Dr. Ako diyar kir eger eşîrên herêmê piştgirî daban Şêx Mehmûd, dibe ku karîbana mafê Kurdan bidest bixin û wiha dom kir, “Lê Îngilîzan wisa kirin ku eşîretên Pişder, Talabanî, Caf û hinek eşîrên din ji Şêx Mehmûd dûr bikevin. Ji ber vê ji bo Îngilîzan hêsan bû ku bi ser Şêx Mehmûd Berzencî de biçin. Niha jî rewşeke bi heman rengî heye. Partiyên vir li gel hev nînin û bi cemawer re jî ne di nava aşitiyê de ne. Eniya navxweyî pir lewaze.”

Hewldanên Şêx Mehmud ên ji bo yekîtiya eşîran

Piştî Şêx Mehmûd hikûmeta xwe radigihîne, rîca ji serok eşîran dike ku li gel wî bisekin û di têkoşîna li dijî Brîtanya de hevkarî li gel bikin. Şêx Mehmûd hewldaneke mezin dide ku yekîtî di nava Kurdan de pêk bîne. Lê piraniya eşîran bersiveke erênî nadin daxwaza wî.

Hikûmetên duyem û sêyem ên Şêx Mehmud

Şêx Mehmud, piştî têkbirina hikûmeta yekemîn û vegera ji sirguniyê jî, têkoşîna xwe domand. Di 28’ê Çileya 1922’an de Berzincî ji Hindistanê anîn Kuweytê. 13’yê Rezbera (îlon) 1922’yan, ji Kuweytê anîn Bexdayê û di 30’ê Rezbera 1922’yan de jî Berzincî ji Bexdayê anîn Silêmaniyê.

Piştî vegera Silêmaniyê tevgera di bin pêşengiya Şêx Mehmûd Berzincî de xurt bibû. Li dijî statûkoparêzî, berjewendperestî û dagirkeriya Brîtanyayê Berzincî roja 31’ê Rezbera 1922'yan dewleta serbixwe ‘Hikumeta Kurdistanê’ îlan kir, xwe jî wekî qralê dewletê nîşan da. Berzincî di Hikûmeta Kurdistanê de saziyên mîrî yên rêvebirinê, saziyê xebatê çapemenî, dibistanan û arteşê saz dike.

Tîxûbê dewletê dikete Kurdistana Bakûr, ango hemî Başûrê Kurdistanê dadigirt. Paytexta wê Silêmanî, zimanê fermî Kurdî û navê artêşê jî ‘Artêşa Netewî ya Kurd’ bû. Lê hêzên Ingilîzan careke din êrîş kirin û di û bi hêzek mezin, bi plan-lîstikan berxwedana kurdî şikand, di dawiya meha Nîsanê de Rewanduz stand û di 16’ê Gulana 1923’yan de jî ketin hindirê Sileymaniyê.

Piştî vê têkçûnê berxwedana Şêx Mehmud berdewam kir, lewre Îngilîzan ji Silêmaniyê xwe ber bi Kerkûkê ve paş ve kişandin. Bi wî awayî di meha Kewçêra 1924’an de Berzencî careke din vegeriya Silêmaniyê û ji bo cara 3’yemîn destê xwe danî ser şahnişîna xwe û bizava xwe bo berxwedaneke mezintir kir. Berzincî biryara efûyê ji bo wan kurdan derxist ku bi Înglizan re bûn. Berzencî ferman da ku her kesê poşman be dikare vegere Silêmaniyê û serbeste.

Di 16’ê Mijdara 1925’de Koma Netewan sînorên di nava Tirkiye û Iraqê de pejirandin û bi wî awayî Bakur û Başûrê Kurdistanê ji hev birîn û gelê kurd ji hev cuda kirin. Lê berxwedana netewî li dijî Îngilîzan û sermîriya Iraqê berdewam kir.

Berzincî di Tîrmeha 1926’de dîsa di sînorê derbas dibe û li herêma Pişder hêzên Ingilîz, Iraq û Îranî bi hev re dijî Şêx Mehmûd şer dikin, lê nikarin zora wî bibin. Berzencî firokvanekî Îngilîz jî êxsîr girt. Lê ji ber ku firokên Îngilîzan her dihatin ser bajêr, hêzên wî û zirar di dan wan. Îngilîzan rêyên çûyîn û hatinê li hêzên kurdî birîbûn. Li hemberî planên 3 dewletan û êrîşên wan Şêx Mehmud bi armanca ku pêşiya komkujiya Kurdan bigire, di Berfanbara 1926’an de li gundê Xormal bi Ingilîzan re rûnişt û xebatên dîplomasiyê meşandin. Heta sala 1931’an Şêx Mehmud carinan şer dike, carinan dîplomasî dimeşîne, lê daxwazên Kurdan tu caran nayên qebûlkirin.

Di dawiyê de, berxwedan di 13’yê Gulana 1932’yan de bidawî dibe. Şêx Mehmud 9’ê Kewçêra sala 1956’an li nexweşxaneyek Bexdayê çû ser dilovaniya xwe. Gora wî li mizgefta Gewre ya Silêmaniyê li kêleka bapîrê wî Kake Ehmedî Şêx spartine axê.

Navê qehremaniya wî li bajarok kirin

Qehremantiya ku Şêx Mehmûd Berzencî li dijî Îngilîzan nîşan daye heta roja îro jî, di nava gel de tê vegotin. Nexasim, navê kevirê mezin ku Şêx Mehmud li binya wî berxwedanek mezin nîşan daye û bi birîndarî ketiye destê Îngilîzan, wekî “Berde Qehreman” hatiye guhertin. Berdeqehreman îro bajarokek ku nêzî 35 kîlometreyan dikeve rojavayê Silêmaniyê. Her wiha li bajarokê peykerê Şêx Mehmud hatiye çêkirin.

Daxwaza wî hîn pêk nehatiye

Di ser serhildana Şêx Mehmud re 100 sal derbas bûne, lê daxwaza Şêx Mehmud a yekîtiya netewî hîn jî pêk nehatiye. Her wiha polîtîkayên ku hêzên herêmî û derve yên li dijî Kurdan û perçekirina wan, berdewam dikin. Îro jî li aliyekê têkoşîneke bêhempa ya ji bo azadiyê tê meşandin, lê li aliyê din, hewldanên perçekirin, dijberkirin û tunekirina Kurdan didomin.

Hunermendê nemir ê Kurd Kawîs Axa jî, di strana xwe ya bi navê “Şêxê Min” de, qehremaniya Şêx Mehmud û nîgeraniya wî ya li hemberî perçebûna Kurdan vedibêje.