Salek piştî referandûmê rewşa Herêma Kurdistanê

Berî niha bi salekê bi pêşengiya PDK’ê referandûm pêk hat û ‘bay bay’ li Iraqê dikirin. Lê niha PDK û YNK li ser serokkomariya Iraqê ketine pêşbaziyê.


Îro salek di ser a referandûmê re derbaz dibe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêş pêkhatina referandûmê pêşniyarên guftûgoyê ji bo çareseriya pirşgirêkan qebul nedikir. Îro piştî pêkhatina referandûmê ji bo çareseriya pirsgirêkan û madeya 140, ji bo wergirtina serokkomariya Iraqê ketine nava hevdîtinan li gel rayedarên Iraqê.

Mesûd Barzanî di 2017’an de amadekariyên pêkanîna referandûmê kir. Her çiqas ku pirsgirêkên navxweyî di nava partiyên siyasî de hebû  û parlemento ne aktif bû û ji aliyê PDK’ê ve hatibû daxistin, Barzanî pişta xwe da van pirsgirêkan û dest bi amadekariyên pêkanîna referandûmê kir.

Roja diyar kirina Refefrandûmê

Ji bo diyar kirina roja referandûma Başûrê Kurdistanê,  Mesûd Barzani bi nûnerên partiyên Başûrê Kurdistanê 7'ê Hezîranê  li Pirmam a ser bi Hewlêrê ve  civînek  lidar xist. Di vê civîna ku nûnerên Tevgra Goran û Komeleya Îslamî ya Kurdistanê beşdarnebûnyîn  de  biryar hate dayîn ku referandûmê 25’ê Îlonê pêk bînin.

Ji bo encamnedana referandumê nûner û konsolên welatên cihanê rêze hevdîtin bi Mesûd Barzanî re pêk anîn. Wan nûner û konsolan fikarên xwe li ser encamdana referandûmê di anîn ziman ku Iraq bi alîkariya pêşmerge û hêzên koalîsyonê di nava şerê dijî çeteyên DAIŞ’ê de ye. Xak û welat di bin metirsiyê de bû. Van nûner û konsolên welatan daxwaza paşvexistina referandûmê dikirin. Lê desteya encamdana referandûmê ku serokatiya wê Mesûd Barzanî dikir di encamdana referandûmê de bi israr bû. Piştî diyar kirina roja hilbijartinê Tevgera Goran û Komela îslamiya Kurdistanê digotin ku ew piştgiriyê didin referandûma  serxwebûna Kurdistanê, lê ne amadekarî ne jî demê wê ye û  bê aktifkirina  Parlamentoya Herêma  Kurdistanê ew beşdarî referandûmê nabin.

Dengê erê li beramber dengê na bi ser ket

Dewleta Tirk ku Barzanî weke dostê xwe yê herî nêzîk dizane û paymana wan ya 50 salî heye  , ji hemû welatan zêdetir Hikûmeta Herêma Kurdistanê tehdît dikir. Gelek caran Serokkomarê Tirk Erdogan rasterast tehdît li Mesûd Barzanî dikir û di got  ‘emê deriyê sinor bigirin. Hunê ji birsa bimirin û cilê ku hun li xwe bikin wê nebin’.

Li gel hemû zextan jî desteya bilind ya referandûmê ku serokatiya wê Barzanî dikir di encamdana referandûmê de bi israr bû û referandûm di 25’ê Îlona 2017’an de bi zedehiya dengê erê li beramber dengên nexêr bi ser ket.

Nerazîbûnên dijî referandûmê

Piştî encamdana referandûmê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku ew referandûmê nas nakin û divê encama referandûmê bê betalkirin. Heyder Ebadî ket nava hewldanên zextên siyasî li ser Herêma Kurdistanê û di 29’ê Îlonê de biryar derxist ku seferên balafirgeha Hewlêr û Silêmanî bên rewestandin. Piştre bi rayedarên Tirk û Îranê re hevdîtin pêk anî ku deriyê sinor li ser Başûrê Kurdsitanê bigrin û ji bo ku referandûm bi sernekeve alîkariya wan welatan xwest.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Rex Tillerson di daxuyaniyekê de eşkere kiribû ku ew referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê nas nakin. Her wiha Îranê deriyê sinor li ser hikûmeta herêmê daxist. Tirkiye jî li ser sinor li gel Iraqê tedbiqada leşkerî encamda. Li gel vê jî zextên aborî û siyasî xist ser Başûre Kurdistanê.

16’ê Cotmehê

Di 16’ê Cotmeha 2017’an de bi fermana Heyder Ebadî Serokwezirê Iraqê hêzên Iraq û Heşdî Şebî êrişê Kerkûk û xeta 140 (herêmên bi nakok) kirin û di nava du rojan de vê xetê bi temamî bi paşvekişîna pêşmergeyan kontrol kirin. Ji ber vê çendê Başûrê Kurdistanê ji sedê 52’yê xaka xwe ji dest da. Niştecihên Kurd ên li ser vê xetê rû bi rûyî kuştin, girtin û ji destdana malê xwe hatin û koçber bûn.

Betalkirina Referandûmê

Piştî van hemû bûyeran Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 27’ê Cotmeha 2017`an de ragihand ku ew encama referandûmê betal dikin. Piştî vê çendê serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ku pêşengiya referandûmê dikir di meha Cotmehê de dev ji kursiya Serokatiya Herêma Kurdistanê berda û erkên wî li ser serokatiya Desteya Wezîran, Desteya Dadwerî û parlemena Herêma Kurdistanê hatin parvekirin.

Her çiqas ku welatên derdor di serneketina referandûmê de rol lîstin, lê li gorî çavderên siyasî  pirsgirêka serekî ew bû ku bingehek ji bo serbixwebûnê ne hatibû danîn. Di nava partiyên siyasî de pirsgirêk hebûn û yekitiya netewî nebû. Barzanî li cihê ku alîkariya parçeyên din yên Kurdistanê bixwaze, ji welatên cihanê xwest.

Salek bi ser referandûmê re derbaz bû, di wê dema ku pêşniyarên guftûgoyên çareseriyê  nedipejirandin niha ji bo wergirtina kursiya serokkomariya Iraqê, pêkanîna madeya 140 û pirsgirêkên Başûrê Kurdsitanê li gel hikûmeta Iraqê ketine nava hewildanên guftûgoyan û şerê kursiya serokkomartiya Iraqê di nava aliyên Kurdî de destpêkiriye bi taybet ji di nava PDK û YNK’ê de.

(rn)