Vê carê wê hewildanên Komara Kurdistanê bigihin encamê?

Ji beriya 74 salan Komara Kurdistan li Mihabadê hate damezrandin. Raste komara Kurdistan demek kurt ma, lê ezmûnek dîrokî ji bo gelê Kurd hêla. Gelek caran dîroka Kurdan dubare bûye, lê divê Kurd di roja me ya îro de li hemberî lîstokên dagirkerên Kurdistanê sûd ji dîroka Komara Kurdistanê wergirin.


Îro 74 sal bi ser damezrandina Komara Kurdistanê re darbaz dibe ku roja 22’ê Çileya sala 1946’an li Mihabadê hatibû damezrandin. Wê demê derfetên ji bo gihiştina mafên gelê Kurd li berdest hebûn, lê komarê nekarî ji 11 meha zêdetir xwe bi parêze. Di roja me ya îro de jî hem derfet li ber destin hem jî metirsî hene. Hem egera dubare ji destdana derfetan heye, hem jî dikare ji bo bidest xistina mafên gelê Kurd sûd ji ezmûnên heyî were girtin.

Alozî û pêşbaziya di destpêka şerê cîhanê yê yekem de dinavbera hêzên mezin de heyî veguhestin Rojhilata Navîn. Van aloziyan bandorek mezin li ser gelên li Rojhilata navîn kir. Heya wê demê jî gelên li Rojhilata Navîn bi awayê paşayetî, eşîrtî yan jî pirnetewî xwe birêve dibirin. Wê demê li Rojhilata Navîn du împaratorî serdest bûn. Ew jî Osmanî û Sefewî bûn, bi wateyek din aliyê Şie û Sine bûn. Li xaka ku dibin desthilatdariya van her du împaratoriyan de gelek pêkhateyên cûda û gelên xwedî şaristanyeta Mezopotamya yê hebûn.

Xaka Kurdistanê destpêkê di Tebaxa sala 1514’an de ji aliyê Împaratoriya Osmanî û Sefewiyan ve hat dabeşkirin. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn ev herdu împaratorî hatin rûxandin û li şûna wan dewlet-netew hatin avakirin. Li şûna împaratoryeta Osmaniyan; dewletên Tirkiye, Iraq û Suriye hatin avakirin. Bi vî rengî Kurdistan di nava van dewletan da hat parçekirin. Rojhilatê Kurdistanê jî dibin desthilatdariya Îranê de ma.

Bi Şerê Cîhanê yê Duyemîn re Sovyetê û Brîtanyayê Îran dagir kirin. Valatî di desthilatdariya Îranê de çêbû. Şah Riza Pehlewî ji ber zextên zêde yên Brîtanya neçar ma di Îlona 1941’an de dest ji kar berde û Îranê terk bike. Piştî wê desthilatdarî ket destê kurê wî Mihemed Şah Reza.

Dema ku Îran ji aliyê Sovyet û Brîtanya ve hat dagirkirin, desthilatdariya hikûmeta navendî li ser herêmên rojavayê Îranê kêm bû. Di heman demê de Sovyetê jî piştgiriya xwe ji bo gelên bindest nîşan da. Vê yekê derfet da gelên Kurd û Azerî ku mafên xwe bi dest bixin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Mahabad Komara Kurdistan û li bajarê Tebrîz jî Komara Azerbaycan hatin avakirin.

Di 16’ê Tebaxa 1942’yan de Komeleya Jiyaneweyî Kurdistan ji aliyê komek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ên wekî; Hiseyîn Firuher, Ebdulrehman Zebîhî, Ebdulrehman Îmamî, Ebdulqadir Muderîs, Necmedîn Tewhîdî, Mihemed Nanewezade, Elî Mihemedî, Mihemed Eshabî, Ebdulrehman Kiyanî, Sedîq Heyderî û Qasim Qadirî ve hat damezrandin. Kurtenavê komeleyê jî wekî (JK) hat diyarkirin.

Piştî 2 salan sê rêveberên komeleyê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin. Li ser vê yekê rêveberên din ên komeleyê bi Qazî Mihemed ku kesayetekî navdar ê Mahabadê bû re pêwendî çêkir û xwestin tevlî komeleyê bibin. Qazî Mihemed di encama van pêwendiyan de tevlî komeleyê bû û sala 1945’an li gel çend kesayetên din çû paytexta Azerbaycanê Bakû. Li wê derê hevdîtin li gel Serokwezîrê Azerbaycanê Cehfer Baqruv kirin, daxwaza piştgirî û alîkariya Sovyetê ji bo damezrandina Komara Kurdistanê kirin.

Piştî şande ji Bakû vegeriya, Rêxistina JK navê xwe weke Hizba Demokrata Kurdistan guhert û yekem kongreya xwe di Cotmeha 1945’an de li dar xist. Di vê demê de Îran jî lawaz e û hêzên wê ji hinek herêman derketin. Her wiha Sovyetê jî piştgirî da Qazî Mihemed. Bi vî rengî di 10’ê Kanûna 1945’an de Hizba Demokrat a Azerbaycan bi serokatiya Cehfer Pîşewerî li Tebrîzê Komara Azerbaycanê ragihand.

Piştre hêzên artêşa Îranê ji Mahabadê hatin derxistin û di roja 22’yê Çileya 1946’an de Komara Kurdistan li Mahabadê hat ragihandin. Komara Kurdistan û Komara Azerbaycan di nava pêwendiyên xurt de bûn.

Dema Komara Kurdistanê sazûmaniya xwe bi cih dikir û gavên girîng diavêt, di siyaseta herêmê de jî guhertin çêdibûn. Di 26’ê Adara 1946’an de hêzên rojavayî û bi taybetî jî Amerîka zext li Îranê kirin ku Sovyet ji bakurê Îranê derkeve. Di encama van zextan de Sovyetê û Îranê li hev kirin û hêzên Sovyetê ji bakurê Îranê derketin.

Sovyeta li ser fikra Sosyalîzmê hat avakirin û alîkariya gelên bindest dikir da ku bigihîjin azadiya xwe û xwe bi xwe rê ve bibin, destek dida gelên li başûrê sînorên Sovyetê. Lê belê ev pîvan ji bo Kurd û gelê Azerî hatin binpêkirin.

Piştî hêzên Sovyetê di Hezîrana 1946’an de vekişiyan, hêzên Îranê dest bi êrîşên ser Komara Azerbaycanê kir. Ev yek bû sedem ku pêwendiya Komara Kurdistan bi Sovyetê re qut bibe. Komara Kurdistan di aliyê aborî û leşkerî de nekarî êdî alîkariyê bistîne.

Li aliyê din, Komara Kurdistan hewl dida yekîtiya Kurdan ava bike û dixwest eşîrên din ên Kurd tevlî Komarê bibin, lê nikarî vê piştgiriyê ji eşîrên Kurd wergire. Komarê ji ber vê çendê nekarî sînorê xwe ji Mukriyan û derdora Mahabadê zêdetir berfireh bike. Lewma wekî Komara Mahabad jî hat binavkirin.

Dema Sovyetê Komar bi tenê hişt, di aliyê aborî, berheman de gelek zehmetî hatin kişandin. Eşîrên destpêkê bi komarê re bûn jî êdî bi ti awayekî piştgiriya Qazî Mihemed nekirin. Gelek ji wan eşîran Qazî Mihemed bi tenê hiştin.

Li gel van geşedanan, artêşa Îranê jî êrîşî Komarê kir. Di 17’ê Kanûna 1946’an artêşa Îranê xwe gihand navenda bajarê Mihabadê ku paytexta komarê bû. Hinek serokeşîr ji herêmê reviyan, lê Qazî Mihemed û hevalên xwe heta dawiyê berxwedan nîşandan. Lê belê li gorî hinek çavkaniyan Qazî Mihemed ji bo ku pêşiya komkijiya gel bigire, xwe radestî hêzên Îranê kir. Piştî wê di 31’ê Adara 1947’an de Qazî Mihemed û hevalên wî li Meydana Çarçira ya Mahabadê hatin darvekirin.

Pişta xwe bi hêzên ji derve girêdayîn li cihê hêzê bide berovajî lewaz dike. Ji berku hertim çav li destê hêzên derve dimîne û hêza gel tê jibîr kirin. Ev lewaziyek dîrokî ya hemû tevgerên Kurdî ye li her çar parçên Kurdistanê. Komara Kurdistanê jî nekarî xwe ji vê xala lewaz rizgar ke.

Nebûna yekîtiya netewî kêmaniyek dîrokî ya gelê Kurde û heya roja me ya îro jî nekarîne yekîtiya xwe avakin. Aliyên Kurdî nekarîne stratejiyek netewî ji bo bidestxistina berjewendiyên gelê Kurd daynin. Hertim bi fikirînek teng a hizbî li bûyer û pêşhatên çareseriyê temaşe kirine.

Tevî ku Komara Kurdistan di wê serdemê de li Rojhilata Navîn derfetek zêrîn bû ji bo Kurdan, lê belê ji ber nebûna rihê berxwedanê di nava hêzên wê de û pişta xwe da hêzên ji derve û gel ji bo parastina destkeftiyan perwerde nekir, Komara Kurdistan nekarî li ber xwe bide û hate hilweşandin.

Her çendî ku Komara Kurdistan wek bûyerek dîrokî dibînin jî, lê dagirker hertim di nava hewla wê yekê da ne destkeftên gelê Kurd tine bikin. Di roja salvegera damezrandina Komara Kurdistanê de Rusayayê carek din pişta xwe da Kurda û asîmanê Efrînê ji bo Tirkiye vekir. Dewleta Tirk bi balafirên şer sala 2018’an êrişê ser Kantona Efrînê kirin û Efrînê dagir kir.

Komara Kurdistan û bidarvekirina Qazî Mihemed û hevalên wê waneyek giringe ji bo têkoşîna azadîxwaz a gelê Kurd. Di destpêka hertiştê de yeknegirtina hemû çîn û rêxistinên dinava civakê de dibe sedem destkeftiyên heyî demkurt bin û metirsiya tinebûna wan li holê be. Pişta xwe dana hêzên ji derve ku Komara Kurdistan wisan kir, carek din rastiya wê yekê derxist ku tenê bawerî bi hêza xwe bûn û bi têkoşîna gelê Kurd dikare detkeftiyên gelê Kurd were parastin.

Fermandarê Biryargeha Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şoreş Alan, li ser taybetmendiyên Komara Kurdistanê dibêje; “Komara Kurdistan ji bo gelê Kurd hêviyek bû. Bihevre jiyanê nîşana her kesê da û bi her kesê jî nîşan da her çendî ku Kurd di rêveberiyê de xwedî ezmûnek kêm bin jî, lê dikarin bibin nûnerên rastîn yên civaka azad û siyasetek bi exlaq.”

Têkildarî kar û çalakiyên wê demê yên Komara Kurdistanê jî Şoreş Alan got; “Hemû Kurd li wêderê de civiyan û pêwîstiya wan bi yekgirtin û xwe rêveberiyê hebû. Di dema Komara Kurdistanê de gelek karên cûda di warê wêje, siyaset, leşkerî û civakî de hatin kirin. Bi vê şêwazê xwe komarê wê hêviyê zindî kir ku Kurd dikarin bibin xwedî rêber, pêşeng, şêwazê rêveberî û xwedî aboriya xwe bin.”

Li ser şert û mercên wê demê jî Şoreş Alan dibêje di wê demê de zextek zêde li ser Komara Kurdistanê hebû. Bi taybetî piştî şerê cîhanê yê duwem û dizaynkirina sîstema nû ya cîhanê, carek din xwestin Îranê bi qalibê netewî û şovenî avabikin. Li dijî gelê Kurd komplo pêşket û gelê Kurd û Azerî bi tenê hate hiştin. Êrişan li ser Komara Kurdistanê destpêkir û ji ber nebûna peywendiyên xûrt ên dîplomasî û navxweyî, yeknegirtina hêza leşkerî, hemû Rojhilatê Kurdistanê negirtina nava xwe û hêza wê ya leşkerî kêm bû Komara Kurdistan nekarî li ber xwe bide û hilweşiya.

Her wiha Şoreş Alan diyar dike divê di roja îro de sûd ji ezmûna Komara Kurdistanê were girtin û wiha dibêje; “Qazî Mihemed û hevalên wê pêşî li komkujiyek li ser gelê Kurd girtin. Tişta ku wane jê were girtin ewe divê wek çawan li Başûrê Kurdistan Hîwa, li Rojava û Bakurê Kurdistanê jî Xoybûn ava bû û yekîtiya Kurda nîşan da, divê îro jî ji bo bihêzkirina destkeftiyên gelê Kurd û pêkanîna yekîtiya netewî em têkoşîn bikin.”

Mamostayê Beşa Dîrokê li Zanîngeha Silêmanî Dr.Keywan Azad jî têkildarî Komara Kurdistanê wiha axivî; “Piştî şerê cîhanê yê duwem dewletên hevpeyman ku pêkdihatin ji Yekîtiya Sovyetê, Brîtanya, Fransa û Amerîka li ser Îranê ketibûn nava pêşbaziyek. Rusya bi piştgirîkirina damezrandina Komara Kurdistanê dixwest li hemberî Amerîka û Brîtanyayê bi berjewendiyên xwe bigihe û wek qertek ya zextê Kurdan bikarbîne.”

Dr.Keywan di dewama axaftina xwe de behsa sedemê temenê kurt yê Komara Kurdistanê jî kir û got; “Civaka Kurd wê demê ji sedî 95’ê wê nexwendî bûn, ji sedî 85’ê wê li gunda bûn. Ji bona wê civakek ku bi rengê eşîrtî bû jêre gelek giran dihat li hemberî dewletên bi hêz li berxwe bide. Tevî ku hinek destkeftî hebûn jî. Sedemek din ê hilweşîna komarê jî ji ber wê çendê bû ku Komara Kurdistanê nekarî sinorê xwe ji Bokan û Mihabadê zêdetir berfireh bike. Li aliyê din jî destê hêzên ji derve û berjewendiyên dewletên bihêz bû sedema hilweşîna komarê.”

Herî dawî jî Dr. Keywan Azad da zanîn ku bi sedan sale Kurd ji bo nasnameya xwe têdikoşin, ji bona wê her carek li parçeyek çirûskek tê dîtin, hemû Kurd piştgiriya wê dikin. Lê piştre bi destên hêzên ji derve carek din ew destkeftên Kurdan têne tinekirin.

(şk)