Yekîtiya netewî çima pêk nayê? Beşa Duyemîn

Berpirsên hindek partî û aliyên Kurdistanê diyar dikin ku sedema ne pêkhatina yekîtiya netewî peywendiyên li gel hinek dewletên dagirker yên Kurdistanê ye. Beşek zêde jî wer difikirin ku ji ber aliyên siyasî yên Kurd di warê fikrî de ji hev cûdane, ji ber wê yekîtî pêk nayê û têgotin divê ev astengiyên li pêşiya yekîtiya netewî werin derbaskirin.


Me di beşa yekemîn a dosyayê de behsa astengiyên ku dagirkerên Kurdistanê ji bo parçeyên Kurdistanê ji hev dûr bixe, kiribû. Emê di vê beşê de nêrîna nûnerên sê partiyên sereke yên Başûrê Kurdistanê yên derbarê sedemên derve û navxweyî yên ji ber ne pêkhatiya netewî bikin.

‘Hinek hizb hene di çarçoveya berjewendiyên xwede yekîtiya netewî difikire”

Endamê Meclîsa Navendî ya YNK’ê Letîf Nîroyî têkildarî sedema ne pêkhatina yekîtiya netewî ya Kurd dibêje, “Du sedem heye yekîtiya netewî nikare bigihije encamê. Sedemek ewe şer û berjewendiyên navbera dewletên desthilatdar de ye ku li herêmê hinek encaman bixwere tîne. Ev yek jî bandoreke neyînî li ser parçeyên Kurdistanê dike. Wisa dike ku ev parçeyane li gorî tê xwestin nekarin li dora xelekek kom bibin û biryareke baş bidin.”

Nîroyî weke sedemek din a ne pêkhatina yekîtiya netewî jî bi cûdabûna fikrî ya hizb û aliyên siyasî yên Kurdistanê ve nîşan dide wiha û dirêjî bi axaftina xwe dide, “Hindek hizb hene di çarçoveya berjewendiyên xwede li yekîtiya netewî difikirin. Hemû hewldana wan ewe ku ka wê çawa bibin hêza yekemîn a kongreyê. Fikrê van hêzan  ji hev cûdaye. Hinek hêz jî hene difikirin bi rêya yekîtiya netewî dikarin xebatên medenî û demokratîk û pirsgirêka Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê çareser bikin. Lê hinek hêz jî hene, wer difikirin ku divê ev hêzane kom bibin û hêzeke leşkerî pêkbînin. Bi vê rêye jî mafên Kurd li parçeyên Kurdistanê bidest bixin.”

Nîroyî cûdabûna fikrî ya di navbera hêzên Kurdî de weke astengiyek dibîne û wiha pêde diçe, “YNK li gel xebata medenî û demokratîk e. Li gel wê nîne ku ti hêzek xwe bike hêza yekemîn a Kurdistanê. Lê hemû hêz divê hevkarbin ji bo serkeftina parçeyên din ên Kurdistanê.”

‘Çawa pêwîstiya beden bi ruh heye, pêwîstiya Kurdan jî bi yekîtiyê heye’

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulla jî diyar dike ji her tiştî zêdetir pêwîstiya Kurdan bi yekîtiya netewî heye û wiha diaxive, “Pêwîstiya Kurdan ji her tişî zêdetir bi yekîtiya netewî heye. Çawa pêwîstiya beden bi rûh heye, pêwîstiya Kurdan jî bi yekîtiyê heye. Lê mixabin heya niha jî pêk ne hatiye.”

Abdulla jî îşaret bi sedemên ne pêkhatina yekîtiya netewî ya Kurd dike û balê dikişîne ser van xalan, “Hinek hizb hene çawa partiyên xwe bi şêwazeke malbatî û eşîretî birêve dibin, dixwazin bi heman şêweyî xebatên yekîtiya netewî jî birêve bibin. Ji ber vê pêknehatina yekîtiya netewî beşeke wê jî çavkaniya xwe ji zihniyetê digire. Beşek jî peywendiya xwe bi çînayetiyê ve heye. Di nava partiyan de jî çîna serdest hizb birêve dibe. Ew jî berjewendiyên xwe bi berjewendiyên dagirkeran ve girê dane. Dagirker jî van valatiyan tijî dikin, ji ber vê destûr nadin yekîtiya netewî pêk were.”

Mihemed Ebdulla ji bo pêkhatina yekîtiya netewî îşaret bi pêwîstiya têkoşîneke bihêz dike û dibêje, “Dilxweşin ku hinek sazî û alî têkoşîneke bihêz ji bo pêkanîna yekîtiya netewî didin. Gelek rêbaz li Kurdistanê hatine ceribandin, tenê yekîtiya netewî ne hatiye kirin. Me dîtiye ku hemû ezmûnên pişt didin dewletên derve bi têkçûnê encam bûne. Ji bo mekanîzmayeke hevpar pêk were, divê Kurd hewla pêkanîna yekîtiya netewî bide. Pêwîste em hêz û dîplomasiyeke hevbeş pêk bîninin. Wê demê dikarin bi dagirkeran re têbikoşin. Wê çaxê dê dewlet jî jî bi yek şêwazî nêzî Kurdan bibin û wê nekarin partiyek xebatkar û partiyek jî terorîst bibînin.”

‘Dema hêzek siyasî di têde serdest dibe, hêzên din dûr dikevin’

Endamê Serkirdayetiya Komela Îsmalî û mamosteyê Zanko Kameran Babanzade jî îşaret bi sedemên navxweyî yên pêşî li yekîtiya netewî digire dike û wiha dest bi axaftina xwe dike, “Berpirsên hinek hêzan ji ber hêzên din cidî nagirin û hil nadin dîqetê, pêşî li yekbûnê digirin. Ev jî dibe sedem ku projeyeke wer mezin a weke yekîtiya netewî vala derbikeve. Dema hêzekî siyasî di têde serdest dibe, hêzên din jî xwe jê dûr dixin. Mîna referandûmê ku li ser pêşniyar û sepandina hêzekî tenêbû û yên din ji derveyî wê hatin hiştin. Dema referandûm serneket jî hemû hêz xwe nexistin bin berpirsyariya wê. Yanî ku hêzek yanjî du hêz li hevkirin, êdî hêzên din hêdî hêdî xwe jê dikişînin û piştgiriya wan nakin.”

Weke sedemeke duyemîn a ne pêkhatina yekîtiya netewî jî Babanzade îşaret bi peywendiyên hinek hêzên Kurd yên bi dewletên herêmê re dike û wiha berdewamî biaxaftina xwe dide, “Li Herêma Kurdistanê, li Îran, Tirkiye û beşên din yên Kurdistanê şêwazê xebata van hêzên siyasî ji hev cûdaye û şêwaza peywendiya li gel van hêzên derve jî cûdaye. Yanî peywendiya Herêma Kurdistanê ya li gel Tirkiye û berjewendiya wê ya li gel Tirkiye, ne wek hêzeke li Bakurê Kurdistanê xebatê dimeşîne ye. Dibe ku peywendiya ew hêza li Bakur li gel hikûmeta Îranê cûdabe û nekare bi hêzên siyasî yên li Îranê xebatê dimeşînin re bibe yek. Ji ber vê nêrîneke cûda ya derbarê berjewendiyan de çêdibe. Ev şêwazê fikir û berjewediyane ku ji aliyê hêzên derve yên herêmê ve hatiye çêkirin, bandorê li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd dike. Wer dike ku kongreya netewî û pirsgirêke din yên mijarên guftûgoyê yên di navbera hêzên siyasî de têk biçe.

‘Hinek hêzên Kurd berjewendiyên xwe li gel dagirkeran dibînin’

Wek di axaftinên berpirsên hinek partiyên siyasî de jî tê dîtin, ew plana berfireh a dagirkerên Kurdistanê li ser gelê Kurd birêve dibin, wisa kiriye gelek aliyên Kurd berjewendiyên xwe li gel dagirkeran bibînin. Yanî li parçeyeke din a Kurdistanê xwe nêzî hêzên dagirker dikin û ji peywendiyên bi hêzên Kurd re dûr bikeve. Ji ber dikare bêgotin, sedema ne pêkhatina yekîtiya netewî nebûna hevsengiya beşdarbûna li xebatên kongreya yekîtiya netewî ye. Hinek alî wisa hîs dikin dûr tên girtin û ji derve dimînin. Aliyek din jî ewe ku peywendiyên hêzên Kurd ya li gel dagirkerên Kurdistanê yên parçeyên dine. Dagirker bi vê rêyê hewl didin xebatên pêkanîna yekîtiya netewî têk bibin.”

(bz)