3 kesên nêçîrê dikirin hatin binçavkirin

Rêveberiya polîsên daristan û jîngehê ya parêzgeha Silêmaniyê diyarkir ku wana li navçeya Seyîdsadiq, 3 kesên nêçîra kewa dikirin binçavkirine.


Rêveberê ragihandina rêveberiya polîsên daristan û jîngeha Silêmaniyê Hêmin Kemerxan li ser binçavkirina 3 kesên nêçîra kewa dikirin, daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin; “Em di parastina xweza, jîngeh û sewalên kûvî de bi israrin û karê me dewam dike. Li gundê Dergulan a ser bi Seyîdsadiq, kesek ku nêçîra kewan dikir hat binçavkirin û çeka wî jî hatiye desteser kirin.  Herwiha 2 kesên din jî ku nêçîrvaniyê dikirin bi kel û pelên xwe ve hatine binçavkirin.”