4 rêxistinan dijî êrîşên Îran û Tirkiyeyê kampanyayek dan destpêkirin

Şemî, 13 Tîrmeh 2019 – 11:47  HEWLÊR/ROJNEWS

4 rêxistinan dijî êrîşên Îran û Tirkiyeyê kampanyayek dan destpêkirin

Ji bo parastina jîngeha Başûrê Kurdistan, dijberiya êrîşên dewleta Tirk û rawestandina êrîşan, 4 rêxistinên jîngehê yên li Hewlêrê kampanyayek dan destpêkirin. Tê payîn rêveberên kampanyayê serdana konsolosxaneyên Tirkiye û Îranê jî bikin.


Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Îran jî rojane xaka Başûrê Kurdistanê topbaran dike. Di encama êrîşan de xelkê sivîl dibe hedef û ziyanek mezin digihije jîngeha Kurdistanê. Duh rêxistina Avyarî Hoşyarî Jînge, Af Ya Kurdistanî, Jîngeparêzî Ajalan (Sewalan), koma Jîngeparêzî Kurdistan, kampanyayek bi navê ‘Na ji bo topbaran kirina navçeyên Herêma Kurdistanê’ ragihandin.

Li gorî agahiyên ji rêveberên kampanyayên hatine wergirtin, kampanya tenê li ser tora civakî hatiye destpêkiri û welatî bi belavkirina hişyariyên jîngehê piştgiriyê didin. Herwiha hat zanîn wê rêveberên kampanyayê serdana konsolosxaneyên Îran û Tirkiye yên li Hewlêrê jî bikin. Li gorî agahiyan wê di serdanê de daxwaza rawestandina êrîşan bê kirin.

Herwiha tê payîn rêveberên kampanyayê serdana partî û aliyên ku dewleta Tirk û Îran wana weke hêceta êrîşan dibînin jî bikin.

Yek ji rêveberê kampanyayê Aso Şikak axivî û got; “Ger topbaran berdewam bikin, emê ji wezîrên herêma Kurdistan yên ji bo kar û barê parlamentoyê bixwazin, bang li konsolosên Îranê û Tirkiyeyê bikin û bi wan re li ser vê mijarê bi axivin. Ji  ber ku nabe bi vî awayî xelê sivîl û jîngeha herêmê were hedef girtin.”

 (nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist