8 kesên nêçîrê dikirin hatin binçavkirin

Rêveberiya polîsên daristan û jîngehê ya Silêmaniyê diyarkir ku wana komek nêçîrvan binçavkirine.


Rêveberiya ragihandina polîsên daristan û jîngeha Silêmaniyê li ser binçavkirina komek nêçîrvan daxuyaniyek nivîskî belavkir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “8 kesên ku nêçirvaniya kûviyan dikirin, li herêma Qeredax hatine binçavkirin. Herwiha hemû kel û pelê nêçîrvanan jî hatine desteser kirin. Li Seyîdsadiq jî welatiyek hatiye binçavkirin. Hemû kesên hatîn binçavkirin, wê li gorî yasayê werin dadgehkirin.”

(nr)