Awat: Wê kesên sûcdar werin ceza kirin

Çarşem, 5 Pûşper 2019 – 13:52  NAVENDA NÛÇEYAN

Awat: Wê kesên sûcdar werin ceza kirin

Qeymeqamê bajarê Silêmaniyê got ku kesên bûne sedemê şewata li Çiyayê Ezmer û Giwêje wê werin ceza kirin. Herwiha bang li her kesê kir daku jîngehê bi parêzin.


Duh bi şev ji ber sedemek nediyar agir bi Çiyayê Ezmer û Giwêje yên li bajarê Silêmaniyê ket. Piştî 2 saetan agir hate kontrol irin. Qeymeqamê Silêmaniyê Awat Mihemed di derbarê şewatê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Awat Mihemed di daxuyaniya xwe de got; “Kesên ku bûne sedem, wê bi tûndî werin ceza kirin. Divê hemû xelk û kesên ji bo gerînê tên Çiyayê Ezmer digerin hîn zêdetir baldarbin. Beriya ku biçin mal, pêwîste agirê pêxistîn vemirînin.”

Herî dawî di daxuyaniyê de hat gotin ku divê kesên berê xwe didin Çiyayê Ezmer û Giwêje, cih bi parêzin û ji xwezayê re rêzdar bin.

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist