Bendav bandoreke pir neyînî bi xwe re tînin

Çarşem, 8 Jan 2020 – 07:40  ARAS ÎBRAHÎM

Bendav bandoreke pir neyînî bi xwe re tînin

Li Herêma Kurdistanê ya 17 bendavên mezin û biçûk hene, amadekariya nêzî 50 bendavên din jî ku tê kirin, li ser zevî, xweza û berhemên dîrokî bandoreke pir neyînî jî bi xwe re tîne.


Bendavên yek ji mekanîzmayên ji bo komkirina avê ye, ji bo hilberîna elektrîkê jî sûd ji wan tê girtin. Lê belê ev bendav bandoreke pir neyînî li ser avhewa, zevî, xweza, candaran jî ku dike, berhemên çandî û dîrokî jî ji holê radikin. Li Herêma Kurdistanê ya 17 bendavên mezin û biçûk hene, amadekariya nêzî 50 bendavên din jî tê kirin.

Li herêma Kurdistanê 6 mîlyon û 619 hezar donim zeviyên çandiniyê hene, ji ber çêkirina bendavan ev zevî rastî zerar û ziyaneke mezin hatine. Her wiha gelek cotkar bêkar mane. 

Li derdora bendava Dûkan û Derbendîxan ji ber ava zêde bû gelek zevî di bin avê de man û zerareke zêde gihişt cotkar û rêncberan.

Li Rojhilatê Kurdistanê Hewraman jî ku dewleta Îranê li ser çemê Sîrwan bendavekê çêdike, tê diyarkirin dema bendav temam bibe wê zêdetirî 40 şûnwarên dîrokî yên dîroka herêmê di bin avê de bimînin.

‘Kontrol nayê kirin’

https://youtu.be/vJo0CkRp38o”>

Aktîvîst û parêzvanê Ava Herêma Kurdistan û Iraqê Nebîl Musa yê têkildarî mijarê ji Rojnews re axivî diyar kir li Herêma Kurdistanê der barê avakirina bingeha bendavan de kontrol nayê kirin û got, “Li bendavan divê bihurekên masiyan hebin. Lê belê di bêndavên li vir nînin, nehatine çêkirin.  Her wiha divê çawa xwîn di nav laşê mirov de diherike û çalak be bi heman awayî hewce ye robar û gol jî bi awayekî azad biherikin û astengiyan ji zeviyan re çênekin. Yan na eger berevajî bibe çawa mirov krîza dil derbas dike û pirsgirêk rû dide ji bo zeviyan jî bi heman rengî ye.” 

‘Bendav ava pak nahêlin’

Nebîl Mûsa di dewama axaftina xwe de diyar kir ku yek ji bandorên neyînî yên bendavan jî ew e ava pak nahêlin û got, “Ji ber bi bendavê re av serbestiya xwe ji dest dide û bi germahiyê re tê guhertin. Kalîteya wê jî kêm dibe. Masî nikarin bi heman awayî têde bijîn.”

Nebîl Mûsa mijara ku li Iraqê girîngiyê nadin avê weke karesatê bi nav kir û wiha axivî: “Ava Iraqê ji sedî 80 ji aliyê welatên cîran ve tê dagirkirin.”

‘Xwezaya Kurdistanê xweşik û ciwan e’

Mûsa ji bo çareseriyê jî ev bang kir, “Divê ji bo parastina avê kesên di vê mijarê de pispor peyda bikin. Di asta navneteweyî de rê li ber dagirkirina çavkaniyên avên me bigirin. Ji ber welatên cîran ji bo çand û nîjadê me ji holê rakin bendavan  çêdikin. Pêwîst e ji bo parastina xwezaya Kurdistan xebat bê kirin, ji ber xwezaya Kurdistanê xweşik û ciwan e.”

(yş)

 

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist