‘Bendav biqasî bombeya atomê jîngehê wêran dike’

Pênçşem, 11 Avrêl 2019 – 11:17  ROJNEWS / SILÊMANÎ

‘Bendav biqasî bombeya atomê jîngehê wêran dike’

Aktîvîstên Forûma Avê ya Mezopotamyayê diyar kirin li Mezopotamyayê pirsgirêka avê nîne, lê ji ber dewletên herêmê bi bendavan pêşî li avê digirin û di berjewendiyên xwede bikartînin, pirsgirêka avê li herêmê derdikeve û hate gotin ku bendavên ku tên çêkirin biqasî bombeya atomê xwezayê wêran dike û zirerê didin herêmê.   


6-8’ê Nîsana 2019’an Forûma Avê ya Mezopotamyayê li zankoya Silêmanî pêkhat. Aktîvîstên civaka sivîl, jîngehparêz, endazyar, nûnerên rêveberiyên xwecihî yên ji çar parçeyên Kurdistanê, Iraq, Tirkiye, Îran û Ewropayê tevlî forûmê bûn. Hejmareke zêde ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî tevlî forûmê bûn. Serokê Odeya Endazyarên Ceyranê ya Amedê û aktîvîstê Forûma Avê ya Mezopotamyayê Mehmed Orak û Hevserokê endazyarên Odeya Avakirinê ya şaxê Amedê Nîhat Noyan têkildarî pirgirêkên avê li Mezopotamyayê û bendavên ku li ser çemên mezin tên çêkirin ji ajansa me re axivîn.

‘Pirsgirêka avê nîne, lê dewlet li ser avê li hev nakin’

Serokê Odeya Endazyarên Ceyranê ya Amedê û aktîvîstê Forûma Avê ya Mezopotamyayê Mehmed Orak di wê baweriyê de ye ku pirsgirêka avê li Mezopotamyayê nîne lê, dewletên herêmê pirsgirêk çêdikin û got, “Ya rastîn pirsgirêka avê li Mezopotamya nîne. Lê Iraq, Tirkiye, Îran û Sûriye li ser mijara avê li hev nakin. Tirkiye naxwaze ava Dîcle û Firat biherike aliyê Iraq û Suriyê, dest di deyne ser avê û ji bo berjewendiyên xwe bikartîne.Li Mezopotamyayê bendavên mezin çêdikin û pêşî li avê digirin. Yanî dema bendav hebe, êdî li gorî xwesteka xwe dikare avê bide yanjî qut bike. Ya rastîn ev çemên ku mijara behsêne yên tevahî gelên Mezopotayayê û mirovahiyêne.”

‘Bendav çanda herêmê têk dibin’

Orak dazanîn ku bendav ne tenê jîngehê wêran dike, çand û mejiyê dîrokî ya herêmê jî tine dike û wiha pêde çû, “Bendavên ku li Mezopotamya hatine çêkirin, gelek bajarên me yên kevin yên dîrokî xistine binavê. Em jî dibêjin, pêwîstî bi van bendavan nîne. Bêgûman em nabêjin bila qet bendav nebin, bendavên baş jî hene. Bendavên li ser esasê pêwîstiyê mirovahiyê, ji bo vexwarinê û çandiniyê jî hene û di berjewendiyên mirovan de ne. Eger bendav bi armanca ewlekariyê bên avakirin helbet baş nîne û li dijî ne. Weke nimûne li Kurdistanê bi taybet li herêma Şirnexê bendavên ku çêdikin, ne ji bo pêwîstiyên mirovane. Dixwaze (Tirkiye) li ser sînor bendên avê çêke û ji bo xwe xeteke ewlekariyê bi avê çêbike. Ji ber vê em dibêjin her bendên ku li pêşiya avê tên danîn ji bo mirovahiyê nînin. Li cihê ku bendav lê werin çêkirin, çandinî têk diçe û çênabe. Cihê mirovan û lawiran dagir dike û ji wan distînin. Ew jî neçar dimînin ku ji herêmê derbikevin. Dema biryara bendavê were dayîn divê teqez nêrîna gelên li wê herêmê dijîn werin girtin.”

‘Avên Mezopotamya ya tevahî herêmêye’

Mehmed Orak diyar kir ku av ne tenê ji bo mirovan pêwîste ji bo tevahî candaran jî pêwîste û axaftina xwe wiha domand, “Av ne tenê ji bo mirovan ji bo her candarek pêwîste. Eger av nebe jiyan jî nabe. Em dibêjin, ava ku li Mezopotamya diherike ya tevahî herêmêye, tenê ya Tirkiyê nîne. Mafê Iraq û Sûriyê jî li ser van avan hene. Eger bi vî hişmendiyê nêzîkatî neyê raber kir, wê pêşî li dijminahiyê veke.”

Hevserokê Odeya Endazyarên Avahiyê ya şaxa Amedê di Forûma Avê ya Mezopotamyayê Nîhat Noyan jî têkildarî heman mijarê axivî. Noyan diyar kir ku agahiyên ku li forûmê de li ser bendavan hatin dayîn bi giştî neyînîbûn û tabloyeke baş derneketiye holê û wiha axivî; “Di forûmê de behsa pirsgirêkên avê li Mezopotamyayê hatin kirin û li ser zirerên ku bendav didin herêmê hate sekinandin. Bi giştî tiştên ku di derbarê bendavan de hatin gotin neyînîbûn û tabloyeke neyînî heye. Destpêkê bendav  li ser esasê pêwîstiyan derketine holê, lê mixabin bendav niha ji armanca xwe dûr ketiye. Niha ji pêwîstiyê zêdetir bûye rant. Lê herkes bi bahaneyek dixwaze bendavan çêbikin. Hinek dibêjin, ji bo dabînkirina enerjiyê, hinek bi sedema avdanê dixwazin çêbikin û beşek jî dibêjin ji bo vexwarinê çêbikin. Dema mirov destpêkê lê dinêre ev gotinane zehf bêguneh û masûm xuyane. Lê dema mirov pişt perdeya wê dinêre gelek tiştên biguman hene. Van gotinan weke mertal ji xwere bikartînin û armancên xwe yên rastî li pişt van peyvan de vedişêrin. Eger bendavek zirer nede xweza, mirov, jîngehê û biqasî pêwîstiyan çêbibin, dikarin bên çêkirin. Divê nebe amûrek ku xwezayê wêran bike û berîka rantxûran tijî bike.”

‘Divê kes avê weke çekek li dijî hinek din bikarneyêne’

Nîhat Noyan li dijî wêye ku av bibe mûlkê dewletek anjî welatek û axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Mafê ti kesî li ser avê nîne. Av çavkaniya jiyanêye û parçeyeke xwezayêye. Divê av dibin kontrola ti kesî de nebe û weke çek anjî şantajê li hember hinek din neyê bikaranîn. Hêzên desthilatdar avê li hember hev weke çek bikartînin, lê yên ku zirerê jê dibînin dîsa gel in. Pêwîste Hesen Keyf, Zeugma, Xeleftî, Alyona û gelek cihên dîrokî yên çanda hezar salan dibin avê de nemînin. Evana sûcên mirovîne. Li Bakurê Kurdistanê li ser her çem û newalekî bendav çêdikin. Bi sedan bendav li aliyê Botanê hatine çêkirin û hîn jî tên çêkirin. Bendavên ku tên çêkirin biqasî bombeya atomê zirerê didin xwezayê.  Ji ber vê mafê ti kesî nîne dest deyne ser avê yanjî pêşiya avê bigire, ji ber parçeyeke xwezayêye. Pêwîste herkes bi awayeke însanî û demokratîk nêzî avê bibe.”

https://youtu.be/RN5_XAoQL4M?t=669″>

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist