Berf Hacî Omeran dike cihê herî zehmet ê Herêma Kurdistanê

Çarşem, 12 Feb 2020 – 08:04  ZOSIK BALEK/ROJNEWS

Berf Hacî Omeran dike cihê herî zehmet ê Herêma Kurdistanê

Di demsala zivistanê de rêya Deriyê Hacî Omeran ji bo ajokaran dibe yek ji rêyên herî zehmet. Ji ber berfa zêde gelek caran rê tê girtin. Bazirganiya di navbera Herêma Kurdistan û Rojhilatê Kurdistan de radiweste.


https://youtu.be/T8HdCMCwEVI”>

Li sînorê Hacî Omeran ê girêdayî navçeya Çoman a Hewlêr berfeke zêde hat û rê hatin girtin. Li herêmê pileya germê jî di bin sifrê de 19 ye.  

Têkildarî mijarê welatî, ajokar û xebatkarên paqijkirina rêyan ji Rojnews re axivîn.

‘Ji ber rê wesayît xera dibin’

Ajokarê taksiyê Wêner Ebdullah ê timî rêya Hacî Omeran bi kar tîne diyar kir ku li gelek deverên Herêma Kurdistanê geriyaye, lê bi qasî rêya Hacî Umran rêyeke zehmet nedîtiye.

Kort û çalên di rê de ku yek ji pirsgirêkên din e, Wêner Ebdullah ji bo çêkirina rê bang li rayedaran kir û got, “Gelek ajokar vê rêyê bi kar tînin û ji ber rê ne baş e wesayîtên wan xera dibin.”

‘Divê navendeke tîma berfê li Hacî Umran hebe’

Welatiyê bi navê Helo Ehmed ê li Hacî Omeran rûdine jî bal kişand ku pêwîst e tesîseke tîmên berfê li bajarok hebe û ajokarên wesayîtên wan jî ji xelkê herêmê bin. Helo Ehmed her wiha diyar kir ku tîma berfê ya li Soran ji bo vekirina rê tên Hacî Umran hinek caran dereng tên û rastî pirsgirêkan tên.

‘Divê tekerên xwe zincîr bikin’

Ajokarê wesayeta Tîma Paqijkirina Rêyan Şoreş Elî jî destnîşan kir ku dema berf dibare ew amade ne û got, “Ji ber rê pir zehmet dibe. Gelek caran welatî û ajokar di rê de asê dimînin.”

Şoreş bang li ajokaran kir ku dema derdikevin rê tekerên wesayîtên xwe zincir bikin û wiha dewam kir, “Heke tekeran zincîr nekin, nikarin di vê rêyê de biçin. Ji ber li herêmê ji 2-3 metre berf hatiye.”

Hacî Omeran bajarokeke 185 kîlometre ji Hewlêr dûr e. Xala dawî ya sînorê di navbera Rojhilatê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê de ye. Di bazirganiya navbera Herêma Kurdistan û Rojhilatê Kurdistan de, cihekî sereke ye. 

(yş)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist