Bi hewldana jîngehparêzan ji bo kargehên qûmê şertên nû

Duşem, 13 Jan 2020 – 07:33  HAWRÊ KIRÊKAR/ROJNEWS

Bi hewldana jîngehparêzan ji bo kargehên qûmê şertên nû

Bi hewldana rêxistinên jîngehê û jîngehdostan Rêveberiya Petrol û Madenê biryar da ku kargehên lim û qûmê yên li ser çemê Sîrwanê tevahî zerar û texrîbata pêk anîne telafî bikin. Her wiha ji bo kargehan şertên nû jî hatin danîn.


Li qeraxa çemê Sîrwan ê li îdareya Germiyan ku gelek kargehên lim û qûmê hene, bi sedema zerar û texrîbatê didin xwezayê karê van hatibûn taloqkirin. Lê belê kargehan piştî demekê careke din dest bi kar kir.

Tenê sala borî ji aliyê Rêveberiya Petrol û Madenê ve têkildarî 26 kargehan 37 binpêkirin û îhlal hatibûn qeydkkirin. Hinek kargeh hatibûn cezakirin. Bi hewldana rêxistinên jîngehê û jîngehdostan Rêveberiya Petrol û Madenê biryar da ku kargehên lim û qûmê tevahî zerar û texrîbata li ser çemê Sîrwan pêk anîne telafî bikin. Her wiha ji bo kargehan şertên nû jî hatin danîn.

‘Yên bê destûr wê bên cezakirin’

Yek ji rayedarê Rêveberiya Petrol û Madenê Yadgar Fetah, diyar kir ku kargehên lim û qûmê yên li ser çemê Sîrwanê wê tevahî zerar û texrîbata pêk anîne telafî bikin, ji bo parastina jîngehê û careke din jîngeha herêmê neyê têkbirin jî şertên nû ji bo van kargehan danîne.

Fetah wiha dewam kir, “Eger ev kargeh bi awayekî neyasayî bixebitin, destûra wan a fermî nebe, li gor yasaya Rêxistina Veberhênan a Madenê wê bên cezakirin.”

‘Di tinekirina keskahiyê de kargeh faktorek in’

Yek ji aktîvîstên jîngehê yê herêmê Azad Ehmed jî têkildarî mijarê daxwaz kir ku ev kargeh bên cezakirin û careke din kenerê çemê Sîrwan ê ji aliyê kargehan ve ji rêya wê hatiye derxistin bibe wekî berê.

Azad Ehmed axaftina xwe wiha domand, “Kargehên lim û qûmê têkildarî tinekirina keskahiya li herêmê faktoreke girîng in û got, “Xwezaya herêmê geştyaran dikişand. Lê belê van kargehan ev ji holê rakirin.”

(yş)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist