Bi wesîleya Roja Cîhanê ya Çiyayan panel û çandina berûyan

Çarşem, 11 Berfanbar 2019 – 19:57  REWANDIZ/ROJNEWS

Bi wesîleya Roja Cîhanê ya Çiyayan panel û çandina berûyan

Li Rewandiz bi wesîleya  Roja Çiyayan a Navneteweyî du panel hatin lidarxistin û hezar berû hatin çandin.


Li navçeya Rewandiz a Hewlêr Rêxistina War ji bo Parastina Jîngeh li Peymangeha Teknîk a Rewandiz bi wesîleya Roja Çiyayan a Navneteweyî du panel pêk anî. Her wiha bi boneya rojê  hezar berû hatin çandin.

Di panelan de behsa girîngiya xwezayê û parastina jîngehê hat kirin.

Paşê ji aliyê xwendekar, aktîvîst û rayedarên herêmê ve li quntarên Çiyayê Hendirên ê dikeve rojhilatê Rewandiz hezar berû hatin çandin.

Serokê Rêxistina War, Hejar Mahîr têkildarî parastina jîngehê got, “Di Roja Cîhanê ya Çiyayan de me xwest bê zanîn ku ji bo parastina sirûştê hişyarî pêwîst e.”  

Hejar Mahîr diyar kir ku wê di rojên pêş de jî di vê çarçoveyê de çalakî û aktîvîteyên wan berdewam bikin.

(yş)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist