Binarê Qendîlê vê carê dibin ava berfê de ma

Duşem, 3 Pûşper 2019 – 07:48  QENDÎL/ROJNEWS

Binarê Qendîlê vê carê dibin ava berfê de ma

Li herêma Binarê Qendîlê ku payîzê ji ber barana dijwar lehî rabibû û ziyanek mezin çêbibû, niha jî di bin tesîra ava berfa çiyayan de ye.


Li Binarê Qendîlê par payîzê (2018) baranek dijwar barî bû û di encama baranê de lehî rabibû. Ji ber lehiyê rêyên gelek gundan xirab bûn, xetên av û ceyranê xirab bûn û pireyên ku rêyên gundan bi hev ve girêdidin hilweşiya bûn.

Piştî lehiyê, banga alikariyê hatibû kirin û ji aliyê Şarevaniya Binarê Qendîlê ve kampanya hatibû destpêkirin. Ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji bo pêşwazîkirina ziyanên gundiyan hewldanek berbiçav nehat dîtin, lê di çarçoveya kampanyayê de ji gelek deverên Kurdistanê alîkarî hatibûn komkirin. Her wiha KCK’ê jî alîkarî pêşkêşî Şarevaniyê kiribû. Bi alîkariyên ku hatibûn komkirin, ekîbên şarvaniya Binarê Qendîlê hewl da ziyanên welatiyan pêşwazî bike.

Xebatên Şarevaniyê berdewam dikin û hîn jî hinek pêdivî nehatine bicîhanîn. Lê herêm niha jî, bin bandora neyînî ya ava berfê de maye. Di tevahiya zivistanê de berfek zêde li herêmê barî û bi demsala bihar û havînê re berfa zêde dest bi heliyanê kir. Ava ji ber berfê diçe jî, rûbarên herêmê zêde kirine û dîsa ziyan daye derdorê.

Li şûna pira ku di lehiya payîzê de hilweşiya bû, ji aliyê şarevaniyê ve pireyek demborî hatibû çêkirin. Lê piştî ava berfê zêde bû, rûbarê li Binarê Qendîlê ev pir jî, bixwe re biriye. Di rewşa niha de rêya gundan qut kiriye, gundî bi riyên cuda pêdiviyên xwe bicîh tînin.

Di dîmenên hatine kişandin de jî, tesîra avê ya li derdorê tê dîtin.

 

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist