‘Bombebarana artêşa Tirk ziyanek mezin daye herêmê’

Duşem, 1 Tîrmeh 2019 – 13:44  SORAN/ROJNEWS

‘Bombebarana artêşa Tirk ziyanek mezin daye herêmê’

Berdevkê parastina şaristanî ya Soran Beyar Mehyedîn rêjeya kar û çalakiyên 6 mehan yên sala 2019’an aşkere kir. Herwiha Mehyedîn balkêşa ser bombebaran artêşa Tirk û Îranê ya li ser Başûrê Kurdistanê û got; “Ji ber bombebaranê ziyanek mezin çêbûye.”


Berdevkê parastina şaristanî ya navçeya Soran a ser bi Silêmaniyê Beyar Mehyedîn di daxuyaniyek çapemeniyê de rêjeya kar û çalakiyên 6 mehayn yên sala 2019’an yên li navçeya Soran pêkhatine aşkere kir.  

Li gorî rêjeya 6 mehan 218 bûyerên şewatê, 7 xeniqîn û 6 bûyerên lehiyê pêkhatine. Beyar bang li geşyaran û welatiyên herêma Soran kir daku ji bo parastina xwe bi xalên parastina şaristaniyê ve girêdayî bin û got; “Ava robar û kaniyan îsal gelek zêde bûye. Divê welatî bi şertên heyî ve girêdayî bin. Mixabin me heya niha cenazeyê 4 kesên ku di avê de xeniqîne dîtine. Herwiha hîn jî cenazeyê 3 kesên din yên xeniqîn nehatiye dîtin.”

Rêveberê parastina jîngehê balkêşa ser bombebaran û topbarana dewleta Tirk û Îran ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê jî û got; “Bombebaran û topbarana dewleta Tirkiye û Îranê yek ji sedemê şewitîna puş, rez û baxçeyên li herêmê. Ziyanek mezin gihandiye xwezayê. Bi giştî ji ber bomberanê heya niha 239 milyon û 100 hezar dînar zerer çêbûye.”

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist