‘Bombebaranên Îran û Tirkiyeyê li ser jîngeha Kurdistanê metirsiye’

image_print

Pênçşem, 16 Avrêl 2020 – 10:50  NAVENDA NÛÇEYAN

‘Bombebaranên Îran û Tirkiyeyê li ser jîngeha Kurdistanê metirsiye’

 Rêxistina Sirûştiya Kurdistanê ragihand ku bombebaranên dewleta Tirk û Îranê li ser jîngeha Kurdistanê metirsiye û destnîşan kir ku bandoriya sîstema sermayedariyê dibe sedema karasatên jîngehê.


Parlamentoya Herêma Kurdistanê di 7’ê Nîsana 2007’an de bi biryarekê 16’ê Nîsanê weke Roja Parastina Jîngeha Kurdistanê diyar kir. Bi vê boneyê Rêxistina Sirûştiya Kurdistanê daxuyaniyekê da.

Rêxistina Sirûştiya Kurdistanê bal kişand li ser rola sîstema sermayedariyê ya di wêrankirina jîngehê de û wiha destnîşan dike; “Ji berî 3 sedsalan mirov hebûnek sade û bê ziyan bû, gelek kêm bandorî li ser jîngehê, hewa û sîstema zevî dikr, lewma karasatên xwezayî û biyolozî gelek kêm bûn. Lê, piştî derketina şoreşa pîşesazî û pêşkeftina zanist û derketina sîstema kapîtalîzmê re dewletên xwedî pîşesazî gelek bandoriyê li ser xak, jîngeh û hemû zindiyan dike. Di şewiîtin û wêran dikin. Ji bo qezencê û komkirina sermayeyê bêyî ku yaseyek gerdonî û pîvanek ehlaqî li ber çavan bigirin roj bi roj karasatên mezin diafirînin.

Li Başûrê Kurdistanê ji ber xerab bikaranîna çavkaniyên xwezayî û zêde derxistin û hilberînê cudahiyek zêde ya çînatiyê çêbûye û ji bo gihandina ziyanê û kuştina hestên nîştimanî û mirovdostî sedemeke.

Li Başûrê Kurdistanê divê li dijî metirsiyên li ser jîngehê helwest were girtin ku salene bejahiyek berfireh a jîngeh û xwezayê wêran dibe.

Derxistina gaz, neft û veguhestina wan bi riya tankera, ji aliyê dewleta Tirk û Îranê ve bombebebarankirina herêmên sînor, şerê DAIŞ’ê, birîna daran û hejmara zêde ya wesayîtan, bi sedema kargehên karbondîoksîjenê, sergoyê bajaran û nebûna kargehên dubare bikaranîna bermayên kevin li ser jîngeha Kurdistanê metirsî ye.”

Rêxistina Sirûştiya Kurdistanê ragihand ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li beramberî jîngehê û wergirtina bacê ji bo parastina jîngeha xemsare. Tê gotin ku yek ji sedemên ku Herêma Kurdistanê  nebe xwedî jîngehek kesk û bi tendurist nebûna perwerdeyek rast e ku bikare mijarek cidî fêrî nifşê nû bike û wiha didome;” Di warê jîngehê de li Başûrê Kurdistanê hîn medya bêplane. Nikare jîngehê derbasî qonaxek din bike. Ji bo nehiştina jîngehê bûye sedemek.”

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist