Carek din agir bi dexilûdanê cotyaran ket

Çarşem, 5 Pûşper 2019 – 15:02  KERKÛK/ROJNEWS

Carek din agir bi dexilûdanê cotyaran ket

Careke din agir bi dexilûdanê cotyarên navçeya Daqoqê ya parêzgeha Kerkûkê ket. Agir hîn jî dewam dike.


Agir bi dexilûdanê cotyarên gundê Zenqir yê navçeya Daqoqê ya ser bi bajarê Kerkûkê ve ket. Beriya niha jî agir bi dexilûdanê cotyarên Daqoqê ketibû.

Hêjayê gotinê ye dûh bi şev jî agir bi dexlûdanê cotyarên li sînorê navçeya Daqûqê ketibû. Piştî demekê agir hatibû kontrol kirin.

Li gorî daneyên fermî yên tîmên agirkûjiyê ya Iraqê di 8’ê Gulana 2019’an de 42 bûyerên şewatê li herêma Kerkûkê pêk hatine.

Her wiha li gorî daneyê heya niha 3 hezar û 719 donûm zevî dexilûdanê cotyaran şewitiye. Herî zêde jî şewata zeviyên dexil li parêzgeha Selahedîn û Mûsilê pêkhatîne. Bi van agiran jî ziyanek mezin gihaye cotyarên herêmê.

(ep)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist