Cemre ket avê

Çarşem, 26 Feb 2020 – 10:04  ROJNEWS / NAVENDA NÛÇEYAN

Cemre ket avê

Cemreya beriya niha hefteyekî ketibû hewayê, îro jî ket avê.


Bi şikestina seqem û cemeda zivistanê re û bilindbûna rêjeya germahiyê re 3 cemre dikevin hewa, av û axê. Ev jî di zimanê gel de tê wateya mizgîniya hatina baharê.

Di navbera her cemreyeke dikeve hewa, av û axê de hefteyek heye û bi giştî 3 hefte dikişîne. 

Cemre kengê dikeve?

Cemreya yekemîn di navbera 19-20’ê Sibatê de dikeve hewayê, 26-27’ê Sibatê dikeve avê, 5-6’ê Adarê jî dikeve axê.

Di zimanê gel de ketina cemreyê tê wateya germbûna hewa, av û axê. Piştî cemreya sêyemîn û di heman demê de cemreya dawî ku dikeve axê êdî kulîk dibişkivin û demsala baharê destpê dike.

(bz)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist