Çeteyên DAIŞ'ê li qadeke berfireh serbest tevdigerin

Li herêma Kuleco ya Germiyan li qadeke bi dehan kîlometreyan ji ber valatiya ewlehiyê livûtevgera çeteyên DAIŞ zêde bûye. Yek ji fermandarên pêşmergeyan diyar kir ku ji ber valatiyê ev dever ji bo çeteyan bûne stargeh û got, “DAIŞ bi hêz bûye û hewl dide xwe rêxistin bike. Bi çalakiyên terorîstî hêza xwe nîşan didin û hewl dide aramiya li herêmê xera bikin.”


Li dû bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an ji çiyayê Qereçox ê nêzîkî navçeya Mexmûrê ya girêdayî Mûsilê, heta sînorê bajaroka Neftxane ya navçeya Xaneqîn a Diyale, valatiya ewlehiyê pêk hatiye, livûtevgera çeteyên DAIŞ'ê û êrîşên wan zêde bûne.

Firehiya van qadên valatiya ewlehiyê lê heye li hinek deveran digihîje 40 kîlometreyî. Lewma komên çeteyên DAIŞ bi rengekî serbest tevdigerin û êrîşan pêk tînin. Ev mijar li ser rewşa herêmê bi giştî metirsiyê çêdike.

Gundê Kuleco yê girêdayî bajaroka Kokis bi ser îdareya Germiyan ve ye. Li derdora gund qad, zevî û eraziyeke fireh heye. Her wiha yek ji wan deverên ku di navbera hêzên Iraqê û pêşmergeyan de bi dehan kîlometre valahiyek ewlehiyê heye. Çeteyên DAIŞ’ê vê valahiyê bi kar tînin. Di nav zeviyên çandiniyê de xwe vedişêrin. Bi şev jî êrîşî gundan, çeperên hêzên Iraqê û pêşmergeyan dikin.

‘Dixwazin aramiya herêmê xera bikin’

Fermandarê Fewca Lîwaya 5 a Pêşmerge ya li sînorê Kuleco Eqîd Bextiyar Hemesalih ê têkildarî mijarê ji Rojnews re axivî got, “DAIŞ bi hêz bûye û hewl dide xwe rêxistin bike. Bi çalakiyên terorîstî hêza xwe nîşan didin û hewl dide aramiya li herêmê xera bikin.”

‘Divê Herêm û Bexda li hev bikin’

Bextiyar Hemesalih, bal kişand ku ji ber valatiya ewlehiyê çete serbest tevdigerin û wiha dewam kir, “Ji bo herêm ji çeteyan bê paqijkirin divê hikûmeta herêmê bi Bexdayê li hev bike. Ji bo hêz vegerin van herêman divê hewl bidin. Her wiha operasyonên hevbeş û bi taybet hêzên hewayî dikarin di vê mijarê de bi roleke girîng rabin.”

‘Şovenîst piştgiriya wan dikin’

Bextiyar Hemesalih der barê van komên çete û çavkaniya dahata wan jî ev agahî dan: “Ev kom paşmayên DAIŞ’ê û çekdarên Sunnî yên gundên herêmê ne. Erebên şovenîst û bi taybet jî Erebên Sunnî piştgiriyê didin wan. Ji bo dahatê jî piranî welatiyan direvînin û xelkê dişelînin.”

Meha bihurî Wezîrê Pêşmergeyan serdana herêmê û sengerên pêşmergeyan ên li Kuleco kiribû. Wezîr diyar kiribû ku wê li herêmê sengerên pêşmergeyan zêde bikin û li gel hêzên Iraqê hemahengiyê pêş bixin.

(yş)