Çiyayê Meqlûb xwedî xwezayek ciwan û dîrokiye, lê hatiye paşguhxistin

Çiyayê Meqlub yê ku dikeve li sinorê parêzgeha Nînowa yek ji cihên geştiyariye û dîmenek xweşik dide herêmê. Lê ev dever jî mîna gelek deverên din ên Herêma Kurdistanê ji ber neparastinê gelek şunwarên dîrokî ku li ser çiya hene bi tinebûnê re rûbirû ne. Her wiha gelek geştiyarên diçin deverê jî jîngehê qirêj dikin.


Çiyayê Meqlub yeke ji çiyayên herî xweşik ên Başûrê Kurdistanê. Dikeve dinava sinorê parêzgeha Ninowa de. 30 kîlometre dikeve bakurê parêzgeha Musilê, her wiha hevsinore li gel bajaroka Berdereş, Akrê û Şêxan.

Ji sala 2003’an ve ketiye di jêr kontrola hêzên pêşmerge û Herêma Kurdistanê de. Li deverê çiyayê herî bilinde û li ser tevayê deştên deverê hakime. Ji ber ciwaniya xwe salane hejmarek zêde ya geştiyaran ji bajarokên Berdereş, Şêxan, Akrê û parêzgehên Musil û Dihokê serdana deverê dikin.

Di demsala Biharê de çiyayê Meqlub bi şînkatiyê di xemile, gelek şikeft û şunwarên dîrokî li ser çiyê hene. Ji bo derbazkirina demek xweş rojane gelek ciwanên deverê seredana çiyê dikin. Gelek caran jî bi şev li van şikeftan de dimînin.

Geştiyarên serdana deverê dikin diyarkirin ku Hikûmeta Herêmê ti giringiyek bi şunwarên dîrokî û şikeftên di çiyê de hene nade. Ji ber vê yekê ev cihên dîrokî bi xerabûnê re rûbirû mane. Her wiha diyarkirin geştiyarên serdana deverê dikin jî bi qasî pêwîst paqijiyê li ber çav nagirin û jîngeha deverê qirêj dikin.

(şk)